Li navçeya Elkê ya Şirnexê, hêzên gerîla li hemberî leşkerên Tirk ên diçûn deriyê sînor ê Habûr-2 çalakî pêk anîn.
Li gorî agahiyên ji aliyê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk ve hatin dayîn, herî kêm 3 leşker hatin kuştin, 10 leşker jî birîndar bûn.
LI QILABANÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN
i hemberî leşkerên Tirk ên li bejahiya navçeya Şirnexê Qilabanê derketin operasyonê, hêzên gerîla çalakî pêk anîn. Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên fermî yên Tirk ve hatin dayîn, herî kêm 5 leşker hatin kuştin, 8 jî bi giranî birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku piştî çalakiyê gelek ambûlans çûne cihê bûyerê û cenaze û birîndar bi helîkopterê hatine rakirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, di vê çalakiyê de gelek leşker hatine kuştin.