Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Dûrû hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Etem Dûrî (Kandîl Gever) bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Etem Dûrû yê li herêma Mergezer a Oremar di şer de jiyana xwe ji dest da li bajarokê Xirvatê bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Endam û rêveberên HDP û DBP'ê li gel malbatê cenazeyê Etem Dûrû (Kandîl Gever) piştî karê otopsiyê ji morga nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê wergirtin û bi karwanek mezin derbasî bajarokê Xirvatê bûn. Malbat û rêveberan li Xirvatê merasîm pêk anîn. Gelek welatiyên gundên derdorê jî hatin tevlî merasîma cenaze bûn. 

Malbatê ji bo nimêja cenaze bang li meleyê taxê yê ser bi Serokatiya Diyanetê kir, lê mele bi hinceta "Muftuyê Karê Diyanetê destûr nade" nehat li ser cenaze nimêj nekir. Girseyê nerazîbûn nîşanî mele da û cenaze bir goristanê. Girseyê li goristanê merasîm pêk anî û nimêja cenaze kir. Cenazeyê Dûrû derengê şevê li goristana Xirvatê hat definkirin. 

Li ser gorê Hevserokê HDP'ê yê Geverê Fîkret Tûrgût axivî û diyar kir ku Dûrû ji bo azadiya gelê xwe canê xe feda kiriye. Tûrgût bang li gelê Kurd kir ku daxwaza şehîdan a yekîtî û tifaqê pêk bîne. 

Tûrgût feraseta meleyê dewletê jî şermezar kir û diyar kir ku li pişt wî meleyî nimêj nayê kirin. Tûrgût anî ziman ku ew ê heta dawî li doza şehîdên xwe xwedî derkevin. 

Ji bo gerîlayê HPG'ê Dûrû li bajarok 3 rojan konê şîn hat danîn.