YPG: Di êrîşa artêşa Tirk de welatiyekî Rojava jiyana xwe ji dest da

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di êrîşa 8'ê Tebaxê ya artêşa Tirk de, li nêzî gundê Tilseriyê yê Kobanê welatiyekî Rojavayî jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê der barê êrîşên çeteyan û artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 8'ê Tebaxê piştî nîvro, çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş birine ser gundê Kurdîşan ê li başûrrojhilatê bendava Tişrînê ye.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin û ev agahî hatin dayîn: "Yek ji van êrîşên artêşa Tirk di 8'ê Tebaxê de hat kirin. Di şeva 8'ê Tebaxê de artêşa Tirk li nêzî nêzî gundê Tilseriyê yê li rojavayê Kobanê yê, gule li welatiyekî reşand.. Di encama vê gulebarana artêşa Tirk de welatiyê Rojavayî jiyana xwe ji dest daye."