Heyeta ku di saetên sibehê ji Amedê hatin cem hev û ber bi navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ve ketin rê ku di nav de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), Yekirtiyên Bloka Demokrasî û Kedê, gelek saziyên civaka sivîl ên mîna KESK, DÎSK, TBB, û DIYA-DER cih digirtin, li navçeyê hevdîtin pêk anîn. Heyetê di serî de şaredariya Nisêbînê ziyaret kirin, piştî hevdîtinên kin ên li şaredariyê û şûn de li dikandarên navçeyê geriyan. Di dema hevdîtina li Şaredariya Nisêbînê Hevşaredar Cengîz Kok, têkildarî rewşa dawî ya navçeyê heyet agahdar kirin.
Heyet piştre derbasî Parka Mûsa Enter a ku li Taxa Devrîm a ku kokên daran jî ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatibûn rakirin daxuyaniyek ya çapemeniyê da. Hevserokê KCD Hatîp Dîcle, di encama lêgerîn û lêkolînên ku li navçeyê pêkanîn de çavdêriyên xwe bi raya giştî re parvekir. Dîcle diyar kir ku hilweşîn û texrîbata ku li Nisêbînê pêk hatiye ne tenê ji aliyê hêzên dewletê ve pêk hatiye, gotinên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên “Kevir li ser kevir nehêlin, serî li ser serî nehêlin” bi bîr xist.
Dîcle xuya kir ku bi van fermanan ev hilweşîn pêk hat. Dîcle wiha got: “ Hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê, lêgerînên wê yên destpêkê li Kurdistanê mîna labaratûwarekê bikar anîn. Pêvajoya darbeya 15’ê Tîrmehê ji berê de li vir hatibû plankirin. Leşkeran li vir ceribandin kirin û paşê şeva 15’ê Tîrmehê li Enqerê darbe kirin. Rabûna balafirên şer ên ji Amedê û bombe kirina Enqereyê mînaka amadekariyê vê yên pêşwext bû. Heman tişt li Sûr, Cizîr û Geverê jî kirin. Niha jî yên xwe weke li dijî darbeyê didin nîşandan, hikûmet û Serokkomar jî di nav de parçeyek ji plana hevpar in.”
Dicle destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka bi cih bûnê ya gelê ku li Nisêbînê ware xwe neterikandin, divê malên bi konteyner yan jî malên prefabrîk bên avakirin, li 6 taxên ku qedexe ne 1500 mal saxlemin û li 9 taxên din jî piraniya gel vegeriyane malên xwe. Dîcle wiha pê de çû: “Niha pêdiviya herî bi lezgîn bi cih kirine. Ji ber vê sedemê divê ev dorpêç bê rakirin, heyetên pêwîst bikevin van taxan lêgerîn û lêkolînan pêk bînin. Em daxwaz dikin ku rê bê dayîn ku gelê me bikevin avahiyên saxlem de. Ji bo çareserkirina pirsgirêka bi cihkirinê ya gelê me yên vedigerin û koçber bûne, divê sîtemeke avahiyên konteynir yan jî avahiyên prefabrîk bên avakirin. Mijarekî din jî ji 4 goristan 3 jê li pişt têlan amane. Çandekî em a ku her roja Înê ziyaretkirina goristanan jî rê nayê dayîn ku goristan bên ziyaretkirin.
Dîcle herî dawî banga piştgiriyê li Kampanyaya “Xûşk û Bira” a ku Komeleya Piştgirî û alîkariyê ya Rojava ku di bin sêwana Şaredariya Nisêbînê de xebatên xwe didin meşandin bidin. Dîcle wiha anî ziman: “Divê ne tenê ji Ewropayê, divê hem ji civakên demokratîk û gelê me piştgirî bikin. Em nikarin canên ku çûne vegerînin lê em dikarin bi hevre birînên xwe bipêçin. Serê gelê Nisêbînê bilinde û ev jî hêz dide me. Em jî wê bi her awayî piştgiriya gelê Nisêbînê bikin. Divê teqez saziyên demokratîk bi lez û bez serlêdan plan bikin û Nisêbînê ziyaret bikin.”