'Ji bo azadiya Rêber Apo, em çalakiyên xwe radîkal bikin'

Koordînasyona Komalên Ciwan destnîşan kir, ku Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Ocalan, li Kurdistanê û Rojhilata Navîn li ser navê jiyana azad gelek nirxên mezin afirandiye.

Koordînasyona Komalên Ciwan bibîr xist, ku tevgera azadiyê ya Kurdistan û gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî û gelekî girîng de ne û destnîşa kir, ku tevgera azadiyê ya Kurdistanê, ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 40 sal in têdikoşe, tevî afirandina gelek pêşketinên li ser navê mirovahiyê, di heman demê de derbên giran li hevsengiyên mêtînger faşîst ên bûne belayê serê gelên herêmê dixe.

Koordînasyonê da zanîn, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê di vê pêvajoya kaotîk de refê her kesî diyar kiriye û diyar kir, ji bo serketinê, ji her demê bêhtir firsend hatine afirandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di encama têkoşîna li dijî sîstema mêtînger faşîst de, gelek nirxên giranbuha hatin afirandin. Bêguman afirînerê van hemû nirxan Rêber Apo ye" û hat bibîr xistin, ku Ocalan ev 17 sal in di nava sîstemeke li derveyî mirovahiyê, bi tecrîdeke giran tê ragirtin.

Koordînasyonê bibîr xist, ku di nava van salên tecrîdê de gelek êrîş li hemberî Ocalan hatin kirin, ku jehrkirin jî di nav de heye û wiha dewam kir: "Ragirtina Rêberê me li nava şert û mercên giran ên tecrîdê, divê êdî bi ti awayî neyê qebûlkirin. Bi taybetî, ji 15'ê Tîrmehê û vir ve em bi ti awayî agahî ji Rêberê xwe nagirin. Ev yek nîşan dide ku li pêşiya me xeteriyeke gelekî mezin heye. Daxuyaniyên rayedarên AKP a faşîst ên li ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê me, ji bo me ti wateya xwe nîne û daxuyaniyên şerê taybet e. Ji xwe gelê me ji 15'ê Tîrmehê û vir ve çalakiyan lidar dixe û bi vî rengî nîşan dide, ku ti qîmeta daxuyaniyên rayedaran nîne. Lewma rewşeke hêja û giranbuha ye ku ciwanên Kurdistanê li tevahiya Kurdistanê û Ewropayê çalakiyan lidar dixin. Em çalakiyên ciwanên Kurdistanê yên ji bo azadiya Rêber Apo tên lidarxistin silav dikin. Pêwîste çalakî di çarçoveya pêngava nû de bên berfirehkirin."

Koordînasyona Giştî ya Komalên Ciwan da xuyakirin, ku berpirsyariya wan a dîrokî ye di vê pêvajoya dîrokî û girîng a nêzî serketinê de têkoşînê derxînin asta herî bilind.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Pêwîste neyê ji bîrkirin; dema êrîşên herî giran, dema nêzîkbûna serketinê ye. Ji ber vê yekê, di vê pêvajoya ku êrîşên herî xetere li hemberî Rêberê me tê kirin de, pêwîste ciwanên Kurdistanê çalakiyên xwe yên niha li her derê lidar dixin bêhtir radîkal bikin, berfireh û herdemî bikin. Heta ku Rêber Apo azad bibe, divê ciwanên leheng ên Kurdistanê li her deverê, her kolanê bikin qada çalakiyê û di asta herî bilind de pêşengiyê ji serhildanan re bikin. Girîng e bi dirûşma 'Bi tolhildana şoreşgerî parçe bike dagirkerî, azad bike Rêbertî' têkoşîn li her derê bi rengekî afirîner û encamgir were meşandin."

'EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ XWEDÎ LI RÊBER APO DERKEVIN'

Koordînasyona Giştî ya Komalên Ciwan bang li hemû ciwanên Kurdistanê yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dijîn kir, ku bi ruhê seferberiyê xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û destnîşan kir, ku divê ji niha û pê ve ji bilî azadiya Ocalan rojeveke din a ciwanên Kurd tinebe.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin; "Girîng e her cih veguhere qada çalakiyan, bi şev û roj dirûşmên azadiyê li kolanan deng vedin. Çalakî jî pêwîste bi bandor û radîkla bin. Di vê çarçoveyê de, rejîma faşîst a T.C ji niha û pê ve di her êrîşa li hemberî Rêberê me de wê li hemberî xwe ciwanên Kurd bibîne. Heta azadiya Rêber Apo û hesabpirsîna ji rejîma faşîst mêtînger, divê kes li cihê xwe nesekine. Pêwîste ciwanên Kurd bi yek dilî tevbigerin û di vê pêvajoya dîrokî de tevlî pêngava azadkirina Rêbertî bibin."