Li Sêrtê operasyon û li hember leşkeran çalakî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê li hember leşkerên artêşa TC a ku li herêma Garsa ya girêdayî Sêrtê di saetên sibehê derketibûn operasyonê, şopandin û bi awayekî xûrt lê xistin.

HPG’ê diyar kir ku di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî hatin birîndarkirin, her wiha li hember çengê operasyonê ya ku li herêma Dihê ya kevin jî çalakiyek hate lidarxistin û 5 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku artêşa Tirk operasyona ku li herêma Apê Mûsa dabû destpêkirin di 2’yê Tebaxêde bi beşdariya 10 hezar leşkeran ve hê berfirehtir kir, leşkerên Tirk bi awayekî zanabûn li herêmê şewat derxistin.

HPG’ê wiha anî ziman: “7’ê Tebaxê di saet 02:00’ê şevê li herêma Garsa ya girêdayî Sêrtê ji aliyê artêşa TC ve êrîşekî berfireh hate pêkanîn. Nêzî 6 saetan bi obus, hewan û kobrayan gelek dever bombe kirin, di saetên sibehê de jî leşkeran li deverên Dirêjka, Dihê ya kevin û Ebûbekir operasyon dan destpêkirin. Li herêma dirêjka gerîlayên me tîmên leşkerên ku beşdarî operasyonê bibûn şopandin û xistin kemînê û bi awayekî pir xûrt lê xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

LEŞKERÊN BEŞDARÎ OPERASYONÊ BÛN XISTIN KEMÎNÊ

Leşkerên ku li Dihê ya kevin jî beşdarî operasyonê bibûn ji aliyê gerîlayan ve hatin kontrolkirin û bi awayekî bi bandor lêxistin. Di çalakiya gerîlayan a li vê derê de jî 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra dever bi dijwarî bomber kirin, bi tank û obusan jî bombebaran dewam kirin. Di operasyona li vê herêmê de têkiliyên me bi yekîneyekî me re qût bûye.

LI STEWRÊ WESAYÎTA KU JI BO QEREQOLÊ ALAV DIBIR HATE ŞEWITANDIN

8’ê Tebaxê li navbera gundên Ewêna û Qirdîlek ê girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê saet di navbera 11:00-12:30’an de gerîlayên me rê girtin û nasname kontrol kirin. Li vir wesayîtekî ku ji bo qereqolê alav dikişand hate şewitandin.

LI DERSÎM Û BEDLÎSÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

8’ê Tebaxê saet 07.30’an hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên 4. Tûgaya Komandoyan a girêdayî navenda Dersîmê çalakiyek sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

8’ê Tebaxê saet 19.00’an hêzên me li dijî leşkerên qereqola Hêrwiz a girêdayî Bedlîsê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

ARTÊŞA TIRK LI AMEDÊ ERAZÎ ŞEWITAND

6’ê Tebaxê saet 18.45’an hêzên me li nêzî gundê Herta ya girêdayî navçeya Pasûr a Amedê komek kontrayên ku kemîn danîbûn xistin bin kontrolê û çalakî li dar xistin. Li vir 3 kontra birîndar bûn. Dûvrê hêzên dijmin ên wek teqwiye hatin ketober gule li derdora xwe barandin û li çolterên gundên Şahirnok, Piyak, Şêx Bûba agir bi eraziyê girt.

9’ê Tebaxê (îro) dijmin li gundên Piyak, Tûyê, Eskar, Agaçkoy ên girêdayî Pasûrê û li hin gundên girêdayî Farqîn ê Hezroyê qedexeya kolanan îlan kir.

1’ê Tebaxê artêşa TC li qada Apê Mûsa dest bi operasyonekê kiriye. Ev operasyon roja 2’yê Tebaxê bi tevlîbûna nêzî 10 hezar leşkerî ve hat berfirehkirin. Ev operasyona 3 û 4’ê Tebaxê li qadên Buyuk Taşlik, Cimsak, Kuçuk Taşlik, Şelê, Ziyaret, Qilê Boga, Kelê û Mehmê dewam kiriye. Li eraziyê leşkeran bi zanebûn agir bera erazî dan û gelek qad şewitandine.

LI DIJÎ WESAYÎTA DEWRIYE DIGERIYA KEMÎN

4’ê Tebaxê dema li ser rêya Amed-Elezîz li rêya Uçkûyû wesayîtek bi tîpa Doblo dewriye digeriya, hêzên me çalakî li dar xistin. Medyaya şerê taybet behsa 3 birîndaran kir. Lê hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin.

SERERASTKIRINA NASNAMEYA GERÎLA

Me duh nasnameyên hevalên me yên şehîd ên ku di çalakiya berfireh de ku 5’ê Tebaxê li dijî Girê Genîş, Girê Qirika Masîro û Alaya Garê pêk hat şehîd ketin, ragihandibû. Gerîlayê me yê bi navê Firat Colemêrg (Eyup Yaya) ku me duh nasnameya wî ragihandibû, li ser wezîfeya xwe ya. Ji ber vê em ji malbata gerîlayê xwe û gelê xwe lêborînê dixwazin. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Firat Dîcle

Nav û Paşnav: Sadrettîn Kaya

Cihê Jidayikbûnê: Erzirom

Navê Dayik û Bav: Gulîzar – Sabrî

Dîrok û Cihê Şehadetê: 5’ê Tebaxa 2016’an / Colemêrg”

...