Li hemberî bîrên petrolê yên li Kerkûkê êrîşa bombeyî hat kirin

Li nahiya Sergeran a Kerkûkê, ji ber teqîna li bîrên petrolê şewateke mezin derket. Şewat hê nehatiye kontrolkirin.

Li bîra petrolê ya bi hejmara 34'an a nahiya Şergeran a Kerkûkê, di encama teqîna du bombeyan de şewat derket.

Midûrê polîsan ê nahiye û navçeyên Kerkûkê Hemîd Serheh Kadir der barê şewatê de agahî da ANF'ê û diyar kir, ew texmîn dikin bombe ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine bicihkirin, lê di vê der barê de encameke zelal bi dest nexistine. Kadir da xuyakirin, ku ji ber teqînê xisareke mezin a madî çêbûye, lê tiştek bi kesî nehatiye.

Çeteyên DAIŞ'ê beriya niha jîo li hemberî bîrên petrolê yên Kerkûkê çalakiyên sabotajê kiribûn.