Denîz Firat û Huseyîn Denîz li Wanê hatin bibîranîn

Rojnamevanên Kurd Denîz Firat û Huseyîn Denîz di salvgera qetilkirina wan de li Wanê hatin bibîranîn. Di bîranînê de pêşangeke ji xebatên Denîz Firat û Huseyîn Denîz pêk hatî, hate nîşandan.

Li Wanê bîranîna ku ji hêla xebatkarên çapemeniya azad ve hate organîzekirin, li Parka Hunerê hate pêkanîn. Endamê MP’yê ya DBP’ê Metîn Kutaz, Hevserokê Bajarê Wanê yê HDP’ê Gulîstan Orhan, rêveberên bajêr û navçeyên HDP-DBP’ê, aktîvîstên KJA’yê û xebatkarên çapemeniya azad tevlî bûn.

Di merasîma bîranînê de nûçegihana DÎHA’yê Ozlem Tekîn bibîranîn ku xebatkara çapemeniya Kurd Denîz Firat, 8’ê Tebaxa 2014’an di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye û got, ‘’Denîz yekem rojnamevan bû ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên bi ser Mexmûrê de ji dinyayê re ragihand. Em weke hevpîşeyê wê yê jin qelema wê û kamereya wê li erdê nahêlin. Em ê pêgirîbûna wê ya bi pîşeya wê re ji xwe re esas digirin û sond dixun ku em wê bişopînin.’’

Tekîn bi bîr xist ku ev 24 sal di ser qetilkirina nûnerê Rihayê yê Rojnameya Ozgur Gundemê re derbas bûn û got, ‘’Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi ‘sansûr’, ‘zext’ û parazvanê têkneşikayî li dîroka çapemeniyê ya Tirkiyê nivîsî, ji roja ku dest bi jiyana xwe ya weşanê kirî heya niha b bombekirinan, bi kuştina xebatkarên wê, bi cizayên hijmarên mezin, xwestin ku bêdeng bikin. Di serdemeke wiha de, yek ji hevalê me yê ku ji ber ku rojnamevanî dikir hate kuştin, hevalê me Huseyîn Denîz bû. Di ser qetilkirina Denîz re 24 sal derbas bûn, lê di dozê de ti geşedan pêk nehat, dosya avêtin ser refên tozgirtî.’’

Em îro kedkarên şopdarên çapemeniya azad in ku çekên dixin cênîka wan, wan davêjin girtîgehan û hewl tê dayin ku werin bêdengkirin. Di vê pêvajoyê de ku hemû kirinên rojnamevaniyê weke sûc têne dîtin, di serdemê aştiyê de helwesta me çi be, îro jî bi heman helwestê em ê xebatên xwe yên rojnameaniyê bidomînin. Kedkarên çapemeniyê ku bedena wan di zindanê de tê rizandin bila serbest werin berdan. Em weke şopgerên çapemeniya azad û berxwedêr, diyar dikin ku em ji zextan, girtinan, komkujiyan natirsin. Em şopgerên Mûsa Anter, Gurbetellî, Denîz, Huseyînan in.’’

Piştî daxuyaniya çapemeniyê kesên ku tevlê daxuyaniyê bûyin, çûn pêşangeha ku xebatên Denîz û Huseyîn tê de dihate nîşandan.

...