3 şervanên YPG û YPJ’ê û Ceyş El-Siwar ên ku li Şehba û Taxa Şêx Meqsûd a Helebê yên Rojava jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmek girseyî ve li Efrînê, li Girê Spî jî şervanekî ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da ber bi bêdawîtiyê hatin birêkirin.
Şervanê YPG‘ê Reşîd Hemade bi nasnav Soro Şêrawa, şervana YPJ‘ê Emîra Şahîd bi nasnav Dîrok Berxwedan ku 5’ê Tebaxê di berxwedana Taxa Şêx Meqsûdê de jiyana xwe ji dest dan û şervanê Ceyş El-Siwar Sefwet Rehal ku li herêma Şehbayê jiyana xwe jidest da, li Şehîdgeha Şehîd Refîqê ber bi rêwîtiya dawî oxira wan hate hilanîn. Li Girê Spî jî şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Yasir Naşî ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da ber bi bêdawîtiyê hatin birêkirin.
Ji bo oxirhilanîna cenazeyên her sê şervanan, bi sedan welatiyên herêma Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a Kantona Efrînê kom bûn, cenaze ji nexweşxaneyê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ve ber bi goristana Şehîd Refîq a gundê Matîna ya navçeya Şera ve ketin rê.
Cenaze ji aliyê sedan welatiyên navçeya Şera ve hat pêşwazîkirin. Li wir merasîmeke hate lidarxistin. Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Abdîn Şêxo, li ser navê YPG/YPJ‘ê Viyan Kemangir û li ser navê Ceyş El-Siwar Ebû Xiyas axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina rêya wan hate dayîn.
Her wiha qisekeran bal kişandin ser ruhê berxwedanê û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên Rojava de û gotin ku bi saya berxwedana têkoşeran û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gelê herêmê bi aramî û ewlekarî dijîn.
Nasnameyên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatan jî soza şopandina doza têkoşeran dan. Cenazeyên her sê têkoşeran di nava dirûşme û tilîliyan de hatin definkirin.
GIRÊ SPÎ
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Yasir Naşî ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da li Goristana Şehîdan a Girê Spî ber bi bêdawîtiyê hatin verêkirin.
Di merasîmê de Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan El-Ebîd axivî, diyar kir ku şervanên azadiyê ji bo jiyanek azad û birûmet canê xwe feda dikin û ji bo avakirina jiyanek hevpar fedakertiyê mezin dikin, wiha dewam kir: “Ciwanên Kobaniyî jî li Girê Spî, ciwanên Girê Spî jî li Şedadê û Holê, ciwanên ji Bakurê Sûriyeyê jî li Minbicê şehîd ketin.”
Endamê PYD’ê Xalid Bozan jî got, “Ez ji malbata şehîd re sersaxiyê dixwazim. Ez wan şervanên ku ji bo berbelavkirina ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan canê xwe feda dikin bi rêzdarî bi bîr tînim.”
Piştî axaftinan, nasnameya şervanê azadiyê Yasir Naşî ji girseyê re hat xwendin.