PDK'ê nehişt heyeta Rojava derbas bibe

Heyeta Rojava ya ji bo Forûma Civakî ya Cîhanê hat vexwendin, hewl dide di ser Başûrê Kurdistanê re biçe Kanadayê. Lê belê PDK pêşî lê digire û nahêle derbas bibe.

Heyeta Rojava ya ji bo Forûma Civakî ya Cîhanê hat vexwendin, hewl dide di ser Başûrê Kurdistanê re biçe Kanadayê. Lê belê PDK pêşî lê digire û nahêle derbas bibe.

Komîteya Amadekar a Forûma Civakî ya Cîhanê, ji bo civîna îsal a li Kanadayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava jî vexwend. Nûnera Ewropayê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Sînem Mûhamed serokatiya heyetê dike. Heyet ji bo biçe Kanadayê bi rê ket lê li deriyê sînor ê Sêmalka ji laiyê rayedarên PDK'ê ve hat astengkirin.

Forûma Civakî ya Cîhanê îsal di navbera 9-16'ê Tebaxê de li Kanadayê tê lidarxistin.