NÛ BÛ

'Em ê Minbiceke azad diyarî gel bikin'

"Li vê derê gelên cuda bi hev re jiyan. Çeteyan dijminatî xistin nava gelan. Lê di dema pêş de wê Minbic bibe bajarê biratiya gelan."

Pêngava Şehîd Fermandar Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê di 1'ê Hezîranê de hat destpêkirin, bi rengekî serketî dewam dike. Yek ji armancên vê pêngavê bidestxistina navenda bajêr bû. Sûka girtî ya bajêr, ku ji çeteyan hatiye paqijkirin, ji aliyê şervanekî azadiyê yê Minbicî Kahraman Minbic ve hat vegotin.

Kahraman ku bi xwe Kurdekî ji Minbicê ye û zarokatî û ciwantiya wî li vir derbas bûye, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bajar dagir kirin neçar ma tevî malbata xwe bajêr biterikîne. Bi coş û bîranînên xwe ve tevlî pêngava rizgariyê bû û niha weke yek ji şervanên pêngava rizgarkirinê, kêfxweş e ku bajar rizgar kirine.

Kahraman pêngava rizgarkirinê, rizgarkirina bajêr û sûka bajêr a ji çeteyan hatiye paqijkirin vegot: "Pêngava rizgarkirina Minbicê li ser du bingehan hat destpêkirin. Ya yekemîn; li ser banga gelê Minbicê, ya duyemîn jî hesreta me Minbiciyên neçar man koç bikin, bû. Operasyon bi vê armancê hat destpêkirin. Ji ber ku armanc girîng bû, operasyonê jî bi lez û bez destpê kir û dewam kir. Em niha li navenda bajêr e ku ev der nasnameya bajêr e. Ev der ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin û niha li cihekî biçûk tengav bûne.

Ev der navenda bajêr e. Li vir sûka girtî, ku sûka navendî ya bajêr e, heye. Jiyana bazirganiyê ya bajêr li vir bû. Navê mizgefta herî kevn a bajêr mizgefta mezin e û ew jî li vir e. Cihê li kêleka mizgeftê jî avahiya hikûmetê ye. Ji ber ku çeteyan ew der şewitandin, hê dû jê tê.

Çeteyan gelek mayîn li sûka girtî bi cih kiribûn. Dema ji vir reviyan, beşek ji dikanan şewitandin. Dikanên tiştek pê nehatiye, piştî ku gel li bajêr vegeriya wê bi rengekî saxlem radestî xwediyên xwe bên kirin.

Li cihên bajêr ên me ji çeteyan rizgar kirine, karê me yê paqijkirina ji mayînan dewam dike. Ji ber ku gelek mayîn bi cih kirine, bajar li vegera gel di vê kêliyê de ne guncaw e. Armanca me ya duyemîn ew e, ku di demeke nêz de bajêr paqij bikin û gel ki bajêr vegerînin. Li vê derê gelek gelên cuda dijiyan. Çeteyan dijminatî xistibûn nava gelan. Lê belê di dema pêş de wê Minbic bibe bajarê biratiya gelan."

...