Li Bîrecûkê qeza: 2 kes mirin
Li Bîrecûkê di encama qezaya li pey hev 2 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Li Bîrecûkê di encama qezaya li pey hev 2 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Li Bîracûk a Rihayê li nêzî Stesyona Miayeneya Wesayîtan qezayeke li pey hev pêk hat. Di qezayê de 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn. Qemyoneke ku barê wê ka bû, dema ku ji Rihayê ber bi Bîrecûkê ve diçû qezayek pêk hat, di qezayê de wesayitek xindirî şarampolê, 2 wesayitan jî li ser rê li ser piştê sekinîn. Ji berk u serwîsa lezgîn 112 dereng hate cihê bûyê bertek hate nîşandan, ji ber sedema hewaya germ hin kesên ku rajena wan ket, ji hiş çûn.
Lê cihê bûyerê bendêmana ambûlansê didome, birîndar bi wesayitên gel ber bi nexweşxanyê ve dibin.