KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Siyasetmedarên jin û Dayikên Aştiyê: Em ê serî netewînin!
Îşkenceya zayendî ya polîsên Tirk li Dayikên Aştiyê kirin, hat şermezarkirin. Hevseroka KCD'ê, Cîgira Serokê Koma HDP'ê û Hevberdevkên HDK û KJA'yê dan xuyakirin, ku ew li cem dayikan e û ew ê serî netewînin. -
Îran bombeyan li Xinêrê dibarîne
Artêşa Îranê hawan û katyûşa davêje hedefên PDK-Î yên li herêmên Berbizina û Birkin ên li Xinêrê. -
DBP: Em li ber pêvajoyeke ku veger jê nîne
DBP'ê diyar kir, bi qirkirina siyasî re encam bi dest nakeve û ev hişyarî da; "Em li ber pêvajoyeke ku veger jê nîne." -
Li Minbicê 21 çete hatin kuştin
Di şerê li taxa El Sirip û li ser rêya Cerablûsê ya li bajarê Minbicê de 21 çete hatin kuştin. -
KNK: Heval Herbijî, em ê li ser şopa te bimeşin
KNK'ê ji ber wefata endamê xwe Celal Ozkan (Herbijî) ji malbatê û tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest û got, "Heval Herbijî, bila çavên te di şûnde nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesyetên te pêk bînin." -
Wekîlê berê yê Goran: Eger tecrîd dewam bike, wê şer mezin bibe!
Parlamenterê berê yê Tevgera Goran Nûrî nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û hişyarî da, ku wê tecrîd şer girantir bike. Nûrî got, Kurd tesfiye nabin û bang li Kurdan kir, ku xwedî li Ocalan derkevin. -
Siyasetmedarê Kurd Celal Ozkan jiyana xwe ji dest da
Siyasetmedarê Kurd Celal Ozkan (Her Bijî), li nexweşxaneyeke Rihayê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. -
Afşîn a biçûk ji bo tedawiyê li benda alîkariyê ye
Afşîn Acar a çar salî, ku nexweşiya masûlke lê der bûye, ji ber bêîmkaniya madî nikare tedawî bibe. Bav Feysel Acar diyar kir, keça wê ya mezin Arjîn ji ber heman nexweşiyê li pêş çavên wan heliya û ji bo Afşîna biçûk banga alîkariyê kir. -
'Pêngava Minbicê pêngava jiyana hevpar û azad e'
Ji pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê fermandarê Tirkmen ê Siwar El Minbic Botan Tirkmenî got, Pêngava Şehîd Fermandar Ebû Leyla pêngava jiyana hevpar û azad e. -
Li Minbicê bi sedan sivîl hatin rizgarkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, bi sedan sivîlên din ên li navenda bajêr ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatibûn girtin, rizgar kirin. -
'Êzidiyên li Başûr di bin xeteriyek mezin de ne'
Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Salih Xidir diyar kir, hêzên cîhadîst li Başûr bi cih bûne û got: "Jiyana gelê me yê li kampên hikûmeta herêmê, di xeteriyeke mezin de ye." -
Pêngava rizgarkirinê Minbicê di roja 72'an de ye
Pêngava Rizgarkirina Minbicê, ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve di 1'ê Hezîranê de hat destpêkirin, di roja 72. de ye. -
Li Cizîrê di encama êrîşa bi çekê de kesek bi giranî birîndar bû
Li navçeya Cizîr a Şirnexê di encama êrîşa bi çekê de kesek bi giranî birîndar bû. -
Li Amedê di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
Li nêzîkî Pira Deh Derî ya navçeya Yenîşehîr a Amedê teqînekî pir mezin pêk hat. Di teqînê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 9 polîs 1 jê giran birîndar bûne. -
Çeteyên SÛK’ê êrîşî Şêx Meqsûdê dikin
Komên çete yên girêdayî qaşo Koalîsyona Nîştîmaniya Sûriyeyê êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dikin. -
Gerîlayên HPG’ê gelek navend kirin qada çalakiya
Gerîlayên HPG’ê li dijî qereqolên Tepê Çeta û Zeytê yên li qada Oremar a Geverê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de ku bi çekên giran hate lidarxistin, tankek hate derbkirin, wesayîtek bi tîpa Reo jî hate rûxandin. -
KONGRA GEL encamnameya civîna Civata Giştî ragihand
Di civîna Civata Giştî de ku bi şîara, "Em xweseriya demokratîk ava bikin, em azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê teqez bikin" pêk hat, biryarên dîrokî hatin standin. -
Di du çalakiyên li Şaxê de 14 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiyên gerîlayên HPG'ê yên li Şaxê de 14 leşker hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne. -
Çalakiya li Osmaniyeyê ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hat kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku di çalakiya sabotajê ya roja 9'ê Tebaxê ya li Osmaniyeyê de maşîna polîsan bi temamî hatiye rûxandin. -
'Li Wanê 7 polîs hatin kuştin, li Geverê maşîneke zirxî hat rûxandin'
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, di çalakiyên li Wanê de 7 polîs hatine kuştin, 6 polîs jî birîndar bûne. Hat ragihandin, li Geverê jî maşîneke zirxî hatiye rûxandin. -
Li Erdexan, Mêrdîn û Cizîrê 5 kes hatin girtin, 7 kes hatin binçavkirin
Li Erdexan, Mêrdîn û Cizîrê, operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin. Li van deveran 5 kes hatin girtin, 7 kes jî hatin binçavkirin. -
Gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan li ser gora xwe hat bîranîn
Gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li Wanê hat înfazkirin û piştre bedena wê hat teşhîrkirin, li ser gora xwe hat bîranîn. -
Wekîlê Goran bang kir: Bila her kes ji bo Ocalan zextê li dewleta Tirk bike
Parlamenterê Tevgera Goran Adil Azîz ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li hemû hêzên Kurdan kir, ku zextê li dewleta Tirk bikin. -
Êrîşên çeteyan ên li Minbicê hatin şikandin, 40 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî çeperên şervanan ên li gundên li bakurê Minbicê kirin. Di şerê li vir de 40 çete hatin kuştin. -
Em sala 33'an a 15'ê Tebaxê bikin sala azadiyê
Fermandarê Biryargeha NPG'ê Karayilan: Em dikarin sala 33'an a 15'ê Tebaxê bikin sala pêngaveke mezin, sala meşa mezin a azadiyê. Em pê bawerin ku wê heval ruhê êrîşê yê 15'ê Tebaxê bixin meriyetê.