Wekîlê berê yê Goran: Eger tecrîd dewam bike, wê şer mezin bibe!

Parlamenterê berê yê Tevgera Goran Nûrî nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û hişyarî da, ku wê tecrîd şer girantir bike. Nûrî got, Kurd tesfiye nabin û bang li Kurdan kir, ku xwedî li Ocalan derkevin.

Ji parlamenterên berê yê Tevgera Goran Abdullah Mele Nûrî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

Nûrî got, "Bi rêya tecrîdê dixwazin vîna azad a Ocalan û gelê Kurd teslîm bigirin" û bang li Kurdan kir, ku mîna dema komploya navneteweyî xwedî li Ocalan derkevin.

Nûrî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî tecrîdê rexne kir û da zanîn, sedema vê bêdengiyê jî berjewendiyên van hêzan bi dewleta Tirk re ye.

Nûrî destnîşan kir, di rewşa heyî de li hemberî Ocalan sûcekî navneteweyî tê kirin û got, bi tecrîdê, Ocalan û tevgera Kurd nikarin bên tesfiyekirin.

'NIKARÎBÛN OCALAN TESLÎM BIGIRIN'

Nûrî ev nirxandin kir: "Tevî ku 17 sal di ser re derbas bûne jî nekarîn Ocalan teslîm bigirin, ji niha û pê ve jî wê nikaribin. Dema hewl didan teslîm bigirin digotin, Erdogan dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike. Halbûkî ev gotin ne rast bûn. Gelê Kurd çawa ku di dema komployê de xwedî li Ocalan derket, wê li dijî tecrîdê jî bi heman rengî xwedî lê derkeve. Çalakî wê mezin û berfirehtir bibin."

Nûrî da zanîn, eger tecrîd dewam bike şer wê mezintir bibe û li qadeke berfireh belav bibe û got, "Daxwaz û vîna berxwedanê ya gele Kurd roj bi roj mezin dibe. Bêguman ev ê bandorê li şer bike. Xuya ye ev rêveçûn wê bibe sedema şerekî girantir. Sedema vê jî dewlet û hikûmeta Tirk e."

Abdullah Mele Nûrî diyar kir, hêza Ocalan ji doza wî ya rewa û xwedîderketina gelê Kurd tê û got, "Lewma bêdengiya hêzên qada edalet û hiqûqê dike, ne ya qebûlkirinê ye. Ji ber ku ev hêz, berpirsyarên yekser ên vê rewşê ne. Divê em ji bîr nekin; di komkujî, enfal û qirkirina bi çekên kîmyewî yên li çar parçeyên Kurdistanê de, van hêzên global destek dan dewletên li Kurdistanê dagirker in. Lê ev pêvajoyek e. Eger têkoşîn bi xurtî were meşandin, wê Ocalan jî, gelê Kurd jî azad bibe."

'JI BER BERJEWENDIYÊN XWE BÊDENG IN'

Parlamenterê berê yê Tevgera Goran Abdullah Mele Nûrî bêdengiya hin hêzên siyasî yên Kurd li pêşberî tecrîdê şermezar kri û got, "Hin hêzên li Kurdistanê, ji aliyê siyasî û aborî ve hevparê hêzên mêtînger, dagirker in. Lewma dengê xwe dernaxînin. Lê divê neyê ji bîrkirin; cihê vê yekê di nava welatparêzî û exlaqê de nîne. Pêwîste bê zanîn; bêdengî erêkirin e, hevparî ye."