Siyasetmedarê Kurd Celal Ozkan jiyana xwe ji dest da

Siyasetmedarê Kurd Celal Ozkan (Her Bijî), li nexweşxaneyeke Rihayê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Celal Ozkan (Her Bijî) ku ji ber koçberiya ji neçarî çûbû Elmanyayê û li gelek qadan xizmetên mezin ji gelê Kurd re kir, ji ber nexweşiya kanserê, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan a li Rihayê, ku 20 roj bû dihat tedawîkirin, jiyana xwe j dest da.

Ozkan li Ewropayê nexweş ketibû û ji bo dema xwe ya dawî li welêt derbas bike, beriya niha bi 10 mehan vegeriyabû navçeya Pirsûs a Rihayê. Beriya niha bi 20 rojan, nexweşiyê ji nişka ve lê giran kir û ew rakirin nexweşxaneyê. Ozkan îro koça xwe ya dawî kir. Cenazeyê Ozkan wê îro danê nîvro li Goristana Şêx Nasir a li Pirsûsê bê veşartin.

Celal Ozkan li Ewropayê, bûbû endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), endamê KONGRA GEL, yek ji damezrînerên Heyva Sor a Kurdistanê û MEYA-DER a Ewropayê bû.

Ozkan bavê endamê PKK'ê Îsmet Ozkan bû, ku di sala 1982'an de tevî Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê li dijî Îsraîlê şer kir û jiyana xwe ji dest da. Ji bilî Îsmet, 2 zarokên din ên Ozkan li nav refên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan.