'Li Wanê 7 polîs hatin kuştin, li Geverê maşîneke zirxî hat rûxandin'

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, di çalakiyên li Wanê de 7 polîs hatine kuştin, 6 polîs jî birîndar bûne. Hat ragihandin, li Geverê jî maşîneke zirxî hatiye rûxandin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Koordînasyona Giştî ya YPS'ê ve hat dayîn, li Wanê 7 polîs hatin kuştin, 6 polîs jî birîndar bûn. Li Geverê jî maşîneke zirxî hat rûxandin, lê hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin.

YPS'ê nasnameya endamekî xwe yê li Wanê jiyana xwe ji dest da eşkere kir.

Di daxuyaniya YPS'ê de ev agahî hatin dayîn:

LI GEVERÊ MAŞÎNA ZIRXÎ HAT RÛXANDIN

"Roja 9'ê Tebaxê saet di 18:50 de, li hemberî maşîneke zirxî ya çeteyên qesrê ya li ser rêya Gever-Şemzînanê bû, yekîneyên me li qada Page û Miçiçê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encamê de maşîna zirxî îmha bû, lê hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Geverê ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Mazlûm ve hatiye kirin.

LI WANÊ 7 POLÎS HATIN KUŞTIN

Li taxa Çelebîbag a navçeya Erdîş a Wanê, yekîneyên me çalakiyek pêk anîn û rêya Adilcewz-Erdîşê kontrol kirin. Zêdeyî 100 wesayît sekinandin û gel agahdar kirin. Saet di 22:00 de çeteyên qesrê hewl dan mudaxle bikin û gule li gel reşandin.

Li taxa Çelebîbagê ji saet 23:00 heta saet 02:00 şer qewimî û panzerek hat rûxandin, 5 polîs hatin kuştin. Çeteyên qesrê dest ji panzerê berdan û reviyan. çeteyan cara duyemîn hewl dan mudaxle bikin û yekîneyên me li vir jî derbên xurt lê xistin. Di encamê de bi derba roketan maşîneke zirxî ya bi tîpa Akrep hat rûxandin. Li vir jî 2 polîs hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn. Yek ji birîndaran payebilind e.

Di van çalakiyan de hevalê me Rojhat Kobanê bi lehengî şer kir û şehîd ket.

Nasnameya endamê YPS'ê yê şehîd ket bi vî rengî ye:

ROJHAT KOBANÊ
ERHAN ORAK
NAVÊ DAYIKÊ: HANIM
NAVÊ BAV: HAYRETTÎN
BEDLÎS