Wekîlê Goran bang kir: Bila her kes ji bo Ocalan zextê li dewleta Tirk bike

Parlamenterê Tevgera Goran Adil Azîz ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li hemû hêzên Kurdan kir, ku zextê li dewleta Tirk bikin.

Azîz destnîşan kir, ku heta Ocalan azad nebe, nepêkane pirsgirêka Kurd çareser bibe û diyar kir, şert û mercên heyî yên tecrîdê, rûyê faşîst ê dewleta Tirk careke din nîşan daye.

'EZ BI TUNDÎ TECRÎDÊ ŞERMEZAR DIKIM'

Parlamenterê Tevgera Goran got, "Ez tecrîda li ser Ocalan bi tundî şermezar dikim" û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk ji ber ku ji nêrînên Ocalan ditirse, Rêberê Gelê Kurd di nava tecrîdê de radigire. Xuya ye dewleta Tirk ji tevgera Kurd û bandora Ocalan a li siyaseta Kurd ditirse, lewma serî li vê rêbazê dide. Pêkanîna li hemberî Ocalan pêkanîneke faşîst e. Ev yek hêza mezin a ramanî ya Ocalan û tirsa dewleta Tirk a ji vê yekê radixe pêş çavan."

'ÇARESERÎ BI AZADIYA OCALAN DIBE'

Azîz diyar kir, heta Ocalan azad nebe wê pirsgirêka Kurd her mezin bibe, bixitime û got, "Çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya Ocalan dibe. Lewma eger bi rastî jî dewleta Tirk dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, divê dest ji vê pêkanîna xwe ya faşîst berde û Ocalan azad bike."

'GIRÎNG E HEMÛ HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD ZEXTÊ LI DEWLETA TIRK BIKIN'

Azîz da zanîn, dewleta Tirk ji ber xwe ve dest ji polîtîkayên li hemberî Ocalan bernade û bang li hêzên siyasî yên Kurd kir ku zextê li dewleta Tirk bikin.

Azîz got, "Divê nekevin nava ti fikar û hesaban û yekser ji dewleta Tirk bixwazin ku Ocalan azad bike. Ji bo vê jî divê karekî berfireh bê meşandin."