BI DÎMEN

Afşîn a biçûk ji bo tedawiyê li benda alîkariyê ye

Afşîn Acar a çar salî, ku nexweşiya masûlke lê der bûye, ji ber bêîmkaniya madî nikare tedawî bibe. Bav Feysel Acar diyar kir, keça wê ya mezin Arjîn ji ber heman nexweşiyê li pêş çavên wan heliya û ji bo Afşîna biçûk banga alîkariyê kir.

Li taxa Gazî ya Colemêrgê, du zarokên Feysel Acar; Afşîn (4) û Arjîn (12) di asteke xetere de bi nexweşiya masûlke (lokodistrofiye) ketine.

Arjîn ku heta 8 saliya xwe bi hevalên xwe re dilîst û dikeniya, ji ber ku nexweşî lê giran bû êdî nema dikare ji nava nivînan derkeve. Êşa ku dikişîne nikare vebêje. Dest û lingên wê êdî tevizîne. Ne ji dê û bav be Arjîn nikare rojane tiştekî bi serê xwe bike. Derfetên tedawîkirina Arjîn nema ye. Tirs û fikar ew e, di her kêliyê de çavên xwe li jiyanê bigire.

Afşîn a çar salî jî, heman aqûbeta xwişka xwe dijî. Asta nexweşiya Afşîn vê gavê ji sedî 30 e. Eger bi rengekî bi rêk û pêk were dermankirin, dibe ku nexweşî bê pûçkirin.

Ji bo Afşîn tedawî bibe, divê her meh bi rêk û pêk biçe nexweşxaneya li Enqereyê. Lê belê derfetên madî yên malbata Acar nîne, lewma nikare Afşîn a biçûk tedawî bike. Malbat dixwaze Afşîn jî mîna keça wan a mezin li pêş çavên wan nehele. Ji ber vê jî li benda alîkariya raya giştî ye.

Malbata Acar bi rengekî bêçare li helandina zarokên xwe temaşe dike. Bav Feysel Acar da xuyakirin, ku tedawiya Arjîn êdî gelekî zehmet e û anî ziman, ku ji bo tedawiyê ew neçar man e eşyayên xwe yên li malê jî bifiroşin. Bav Acar got, "Çi li mala me hebû, ji bo tedawiya Arjîn me hemû firot. Êdî tiştekî em bifiroşin jî nemaye. Ji ber ku ji bo tedawiyê em timî diçin Enqereyê û tê, mesrefeke zêde derdikeve. Sê salan em timî çûn Enqereyê û hatin. Lê ji ber ku pere bi me re nema, keça min a mezin Arjîn nema dikare tedawî bibe. Mirin nêz e. Dûre heman nexweşî li Afşînê jî der bû. Ji ber ku emrê wê biçûk e, eger tedawî bibe şensê wê gelek e ku rizgar bibe. Nexweşî niha di asteke nizm de ye, lê eger tedawî nebe wê mîna Arjîn li benda roja mirinê be. Ez ji vê derê bang li her kesî dikim; em zarokên min rizgar bikin. Ji ber pere nebû, Arjîn heliya. Qet nebe em Afşînê rizgar bikin."

...