DBP: Em li ber pêvajoyeke ku veger jê nîne
DBP'ê diyar kir, bi qirkirina siyasî re encam bi dest nakeve û ev hişyarî da; "Em li ber pêvajoyeke ku veger jê nîne."
DBP'ê diyar kir, bi qirkirina siyasî re encam bi dest nakeve û ev hişyarî da; "Em li ber pêvajoyeke ku veger jê nîne."
DBP'ê li Buroya Şêwirmendiya Hiqûqî ya Navenda Giştî daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyanî ji aliyê endamê Komîsyona Hiqûqê ya Navendî û endamê Meclîsa Partiyê parêzer Şivan Celîl Ozgen ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, biryarnameyên xwedî hukma qanûnî ne, yên piştî ragihandina Rewşa Awarte hatin weşandin, tirs û fikar zêde kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, tevî 827 kesên di dema dorpêçiya li Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, 110 jê zarok, 111 jê jin bi giştî 1.492 kes di dema desthilatdariya AKP'ê de hatine qetilkirin û qetilkirina Tahîr Elçî û windakirina Hûrşît Kulter hatin bibîrxistin.
'WÊ NIKARIBIN ENCAMEKÊ BI DEST BIXIN'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku tevî Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek bi sedan DBP'yî girtî ne û ev mesaj hat dayîn: "Tinehesibandina DBP'ê bi kêrî çareserî û aştiyê nake. Ev zextên bi vî rengî yên pêşî li siyaseta demokratîk digirin, civakê jî ji hev dûr dixînin û dikin dijberê hev. Divê were zanîn, mîna beriya niha wê ji niha û pê ve jî bi nêzîkatiyên bi vî rengî encamê nikaribin bi dest bixin.
Di vê dema nû de mafên bingehîn û azadî bi rengekî berfireh tên astengkirin û kontrola qanûnî jî tê kêmkirin de, welatê me ber bi rojên tarîtir ve diçe. Divê derhal ji vê rewşê vegerin. Naxwe em li ber rûdana pêvajoyeke veger jê nînin.
'EM Ê QEBÛL NEKIN'
Şert û merc çi dibin bila bibin, ev nêzîkatiyên li dijî rûmeta mirovahiyê û hiqûqê nayên qebûlkirin. Em êrîşa qirêj a duh li hemberî endamên Însiyaftîfa Dayikên Aştiyê hat kirin, qebûl nakin û şermezar dikin.
Di bin navê têkoşîna li hemberî darbeyê de hewl didin bêhiqûqiya xwe ya beriya niha li erdnîgariya Kurdistanê kirin, rewa bikin. Lê ev nayê qebûlkirin. Em dixwazin berpirsyarên hemû sûcên di nava salekê de li erdnîgariya me hatine kirin bên tespîtkirin û cezakirin."