FLAŞ

Li Minbicê bi sedan sivîl hatin rizgarkirin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, bi sedan sivîlên din ên li navenda bajêr ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatibûn girtin, rizgar kirin.

Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla ya di 1'ê Hezîranê de destpê kir, di roja 72. de ye.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, bi sedan sivîlên din ên li navenda bajêr ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatibûn girtin, rizgar kirin. Ev sivîl li herêmên li taxa El Sirib û ser rêya Cerablûsê yên li rojhilat û bakurê bajêr hatin rizgarkirin, ku li van deveran şer dewam dike. Şervanan sivîl birin herêmên ewle.

Çeteyên DAIŞ'ê yên li navenda bajarê Minbicê hatine dorpêçkirin, sivîlan ji xwe re weke mertalên zindî bi kar tînin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê pêr daxuyaniyek da bû û diyar kiribû, ku ji ber sivîlan ew operasyonê bi hesasiyeteke mezin dimeşînin.