Li Erdexan, Mêrdîn û Cizîrê 5 kes hatin girtin, 7 kes hatin binçavkirin

Li Erdexan, Mêrdîn û Cizîrê, operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin. Li van deveran 5 kes hatin girtin, 7 kes jî hatin binçavkirin.

Li Erdexan, Mêrdîn û Cizîrê, operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin. Li van deveran 5 kes hatin girtin, 7 kes jî hatin binçavkirin.

ERDEXAN

Di 6'ê Tebaxê de leşkeran bi ser gundên Bayramoglu, Omeraga, Haskoy, Tunçoglu, Lehimli û Binbaşar ên Erdexanê de girtibûn. Di serdegirtina gundan de Hevserokê HDP'ê yê Erdexanê Ergun Koç, Hevseroka DBP'ê ya Erdexanê Arayış Yilmaz, 6 keyayên gundan û 4 endamên partiyan 12 kes hatibûn binçavkirin. Ji 12 kesên hatin binçavkirin jê 5 kesên di nav de hevserokê HDP'ê yê bajar Ergun Koç û Hevseroka DBP'ê ya Bajar Arayiş Yilmaz jî heye, bi hinceta piştgirî dane Komeleya Rojava hatin girtin. 5 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Erdexanê. 

Kesên hatin girtin navê wan wiha ye: Delegeyê KCD'ê Hakan Yılmaz, Hevserokê DBP'ê yê Erdexanê Arayış Yilmaz, Hevserokê HDP'ê yê Erdexanê Ergun Koç, keyayên gundên Murga Vehbi Tag, keyayê gundê Bayramoglu Şaban Yilan hatin girtin. 

MÊRDÎN

li taxên Tilbêsim û Xab ên navçeya Mêrdîn Dêrikê, polîsan danê sibehê avêtin ser malan û welatiyên bi navê Mehmet Alî Bahçecî. Hatap Kaya, Şehmûz Akan, Îsmaîl Atakli, Eşede Atakli û Ferda Duzgun binçavkirin. Binçavkirî birin Tabûra Jendermeyan a Tepedagê.

CIZÎR

Li taxa Cûdî ya Cizîrê jî, polîsan avêtin ser mala rêveberê HDP'ê yê navçeyê Osman Aksoy û ew binçav kirin. Aksoy birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.