NÛ BÛ II

Li Amedê di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn: 4 kesan jiyana xwe ji dest da

Li nêzîkî Pira Deh Derî ya navçeya Yenîşehîr a Amedê teqînekî pir mezin pêk hat. Di teqînê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 9 polîs 1 jê giran birîndar bûne.

Li nêzîkî Pira Deh Derî ya navçeya Yenîşehîr a Amedê , di dema derbasbûna wesayîta polîsan de wesayîta teqemenî barkirî ku berê de li rexê rê hatibû parkirin teqiya. Di encama teqînê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 9 polîs 1 jê giran jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda cuda.

Hat diyakirin ku sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane di dema teqînê de bi wesayîtê derbas dibûn. Cenazeyên 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dane rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubiyê.

Polîsan li herêmê ewlekariyekî berfireh girtine, ketin û derketina cihê bûyerê hate girtin.

WATLÎTIYÊ EŞKERE KIR KU 5 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DANE

Li aliyê din têkildarî teqînê Walîtiya Amedê daxuyaniyek da û wiha anî ziman: “Di encama teqînê de li gorî agahiyên destpêkê 5 kesan jiyana xwe ji dest daye. Bi giştî 12 kes, 5 jê polîs birîndar bûne. Birîndar li nexweşxaneyên derdor tên dermankirin.”

Têkildarî teqînê ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin, lê hinek çavkanî diyar dikin ku polîsên ku mirine hene.