Çeteyên SÛK’ê êrîşî Şêx Meqsûdê dikin
Komên çete yên girêdayî qaşo Koalîsyona Nîştîmaniya Sûriyeyê êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dikin.
Komên çete yên girêdayî qaşo Koalîsyona Nîştîmaniya Sûriyeyê êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dikin.
Hate ragihandin ku komên çete yên girêdayî qaşo Koalîsyona Nîştîmaniya Sûriyeyê (SÛK) îro saet derdora 14.00’an de ji taxên Hikûk û Bûstan Paşa êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin.
Li gor agahiyan, çeteyan bi awayekî dijwar topên hewan û fûze li taxê barandine û ji ber topbarana çeteyan jî ti kuştî çênebûne.
Hate diyarkirin ku zirarek mezin gihiştiye bi dehan mal û kargehan.