Pêngava rizgarkirinê Minbicê di roja 72'an de ye

Pêngava Rizgarkirina Minbicê, ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve di 1'ê Hezîranê de hat destpêkirin, di roja 72. de ye.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê meşa xwe ya serketin û azadiyê bi biryardarî dimeşînin. Rizgariya temamiya Minbicê di her kêliyê de dikare bê ragihandin.

Di çarçoveya Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de, li dora Xaçerêya Ewlekariyê ya li navenda bajêr di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de şer derket. Di vî şerî de 9 çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê her wiha êrîşî çeperên şervanan ên gundên li qiraxa çemê Sacurê kirin. Li ser bersiva şervanan şer derket. Di vî şerî de bi dehan çete hatin kuştin.

Êrîşên çeteyan ên li hemberî gundên Um Edesa û El Dendeniyê jî ji aliyê şervanan ve hatin şikandin.

Çeteyan duh danê sibehê saet di 05:00 de ji gundên Xirbet El Rûs, Cib El Neşama û Xibirst El Siwada êrîş kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiveke tund dan çeteyan û bi dehan çete kuştin.

Operasyonên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li bajêr û dora bajêr dewam dikin.