Gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan li ser gora xwe hat bîranîn

Gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li Wanê hat înfazkirin û piştre bedena wê hat teşhîrkirin, li ser gora xwe hat bîranîn.

Gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li navçeya Gimgim a Mûşê di 10'ê Tebaxa 2015'an de piştî şer hat înfazkirin û bedena wê hat teşhîkirin, li ser gora xwe hat bîranîn. Pêkhateyên KJA'yê yên Wanê, merasîma bîranînê organîze kirin û endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Hevserokên DBP û HDP'ê yên Bajar û Navçeyan tevlî bûn. Di bîranînê de jinana pankarta bi nivîsa "Bedena tazî ya Ekîn Wan rûmeta me ye" vekirin.

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Nazmiye Acar li vir axivî û got, "Îro salvegera duyemîn a qetilkirin û teşhîrkirina bedena hevrêya me Ekîn Wan e. Me careke din bibîr anîn, bê AKP çiqasî ji Tevgera Azadiya Jinê ya Kurd ditirse. Bila nebêjin Ekîn Wan kuştine. Di şexsê Ekîn Wan, Bêrîtan û Dayika Taybet de tovên azadiyê li vê xakê hatin reşandin."

Li dû axaftinan dirûşma "Şehîd Namirin" hat qîrîn.