BI DÎMEN

'Êzidiyên li Başûr di bin xeteriyek mezin de ne'

Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Salih Xidir diyar kir, hêzên cîhadîst li Başûr bi cih bûne û got: "Jiyana gelê me yê li kampên hikûmeta herêmê, di xeteriyeke mezin de ye."

Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Salih Xidir li ser daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî Moon û dewamkirina fermana li ser civaka Êzidî ji ANF re axivî.

Salih Xidir bi bîr xist ku 2 sal di ser fermana 73'an re derbas bûye, ku çeteyên DAIŞ'ê li hemberî civaka Êzidî ya li Şengalê pêk anîn û got, "Rêxistina qirêj a ku ji aliyê gelek welatên derve ve hatiye avakirin, rêxistin qirêjiya hemû desthilataran e. Hemû qirêjî  komkirine û berdane ser serê şaristaniyên  kevnar. Yên bûne qurbanê wan desthilataran jî, civaka me ya Êzidî ye."

Xidir destnîşan kir, ku li Şengalê bi qasî 500 hezar Êzidî dijiyan û ti carî çav bernedane desthilatdariya kesî. Xidir wiha pêde çû: "Ti carî xwe li ser ti kesî ferz nekiribû. Her tim gelekî bawermend û aştîxwaz bû. Piştgirî dida gelan. Her çiqas çiyayê Şengalê bi Êzidiya bê binavkirin jî  gelek miletên din ji  hembêz kiribû û qebûl kiribû. Ji ber ku ew jî ji ber zilm û zorê reviyan bi dehan salan di  nav vî gelî de mabûn û weke parçeyekî vî çiyayî, parçeyekî vî  gelî li wan hatibû. Lê ew rêxistina qirêj, ew fikirê tarî gelek ji wan mirovan jî xapand û kir dijminê vî gelî. B sebeb xiyaneteke mezin di roja 3'ê Tebaxê de were kirin."

GELÊ ME WEKÎ 1400 SAL BERÊ TÊ FIROTIN

Xidir ragihand ku di sedsala 21'an qirkirina herî dijwar, herî mezin li civaka Êzidî hatiye kirin û wiha domand: "Ev komkujî û ferman jenosîd e bi serê me hatiye. Weke me gelek caran jî got, hê ferman li ser vî gelî berdewam e. Bi sed hezaran mirovên ji civaka me li binê konan dijîn, penaber in û bi sedan kes jî di deryayê de xeniqîn. Bi hezaran kes bi komî hatin kuştin û bi hezaran jin û dayikên me hatin revandin û di bazaran de hatin firotin. Wekî 1400 sal berê li me hat."

Xidir axaftina xwe wiha dewam kir: "Gelek caran me got ev ferman weke deqeke reş e li ser Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemû saziyên ku dibêjin em mafên gelan diparêzin. Hetanî vê meseleyê çareser nekin, ev deq wê her hebe. Çareserî jî bi naskirina jenosîdê destpê dike. Heta niha ji aliyê gelek kesên navdar û parlementerên gelek welatan ve weke jenosîd hatiye qebûlkirin. Herî dawî di rapora Neteweyên Yekbûyî de weke jenosîdê cih girt. Gelek hêz hate nîşandan bûne sebebê wê jenosîdê. Di wê civîna roja 1 Hezîranê li Urdunê veşartî habû çêkirin, Mûsil û Şengal hate firotin. Gelek kesan di vê hevgirtinê de ji xwe re par girtin. Hinek ji aliyê siyasî, hin ji aliyê leşkerî, hin jî ji aliyê aboriyê ve hesab li ser Şengalê kirin. Ji ber vê ji em dibêjin yên destê wan di firotina Êzidiyan de heye hemû gunehkar in."

JI ROJA YEKÊ HEYA ÎRO RÊVEBERIYA ROJAVA BI ME RE YE

Xidir bibîr xist, ku di encama destwerdana hêzên azadîdxwaz û vekirina korîdora însanî ya 6'ê Tebaxa 2014'an de bi sed hezaran mirov ji çiyê hatin rizgarkirin û destnîşan kir, ku gelê Rojavayê Kurdistanê bi taybetî Kantona Cizîrê bi hemû derfetên xwe xizmet ji civaka wan re kiriye. Salih Xidir axaftina xwe wiha dewam kir; "Kê erzax, kê erebe kê jî tiştên din, dema me ev dît, me fêhm kir ku em ne bêxwedî ne. Rast e hetanî demekê bêdengiyek hebû, heya ferman hat. Lê hema piştre me dît ku yê destpêkê bê hesab alîkarî kir Kantona Cizîrê û hikûmetên Rojava bûn. Îro bi vê boneyê em careke din sipasiya xwe ji bo Kantonên Rojava tînin ziman. Ji xwe herî dawiyê Kantona Cizîrê daxuyanî weşandin û got em bi hemû derfetên xwe amade ne ji bo ev mesele were çareser kirin, hem jenosîd were îspatkirin û hem jî hesab were pirsîn. Ev erkekê mirovên Rojava pê radibe û em li bendê ne hemû dewletên din jî helwesteke bi vî rengî nîşan bidin."

GELÊ ME YÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE DI BIN XETERIYÊ DE YE

Xidir wiha bersiv da gotina Sekreterê Gişti yê Neteweyên Yekbûyî: "Di 2. salvegera fermanê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Boon Kî Mon daxuyanek da û got, jenosîda bi serê civaka Êzidî hatiye bi plan e û hîn jî didome. Ji xwe em jî her tim vê dibêjin, fermana li ser me berdewam e. Ji ber ku niha jiî bi sed hezaran mirovên ji civaka me li Başûrê Kurdistanê ne û jiyana wan di xeteriyê de ne."

Xidir wiha dewam kir, "Ji ber ku ew hêzên DAIŞ'ê li cihê dişikên xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih dike û kengî êrîşê bibe ser wan kampên me bike em nizanin. Ji ber vê jî em dibêjin ew kampên mirovên me lê ne, di rewşeke xetere de ne. Ew mirovên ku beriya fermanê vir diparastin, wir jî heman hêz dîsa diparêzin." 

YÊN TILIYA XWE DI JENOSÎDÊ DE HEYE WÊ BÊN DARIZANDIN

Xidir ji bo parastina van kesên li kampên Başûr bang li Neteweyên Yekbûyî kir û wiha got: "Bi rastî jî îro sibê çi bibe em nizanin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û yên ji xwe re dibêjin, ez mirovahiyê diparêzin dikin, nehêlin tiştek bi serê Êzidiyên li Şengalê were. Eger Ban Kî Moon jî xeteriyekî wisa nedîta nedigot ferman berdewam e. Ev hişyariyeke mezin e û pêwîste hemû hêzên hevpeymanî vê rastiye bibînîn û li gorî we tevbigerin. Em jî weke Êzidiyên Şengalê daxwaz dikin, kesên tiliya xwe di jenosîdê de heye werin dadgehkirin û jê hesab were pirsîn."

KÎ DIBE BILA BIBE, WÊ HESAB BIDE

Xidir destnîşan kir yên destê wan di fermanê de heye, dixwazî Kurd be, Ereb be, Tirkmen be yan jî berpirsên berê yê Şengalê dibe, kî dibe bila bibe, ji çi olî  yan ji çi neteweyê dibe bila bibe, wê bi xiyanetekî mezin werin dadgehkirin. 

KÊMNETEW Û OLÊN BAŞÛR DI BIN XETERIYÊ DE NE

Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heta dawiyê jî em ê  şopdarên wê bin. Wekî din em deyndarên xwişk û dayikên xwe yên di destê DAIŞ'ê de ne û em rexnedayîna xwe didine wana ji ber ku ev du sal in jiyaneke ku bi rojanê mirin tê de heye dijîn. Em soz didin, heta yên bûne sebeba vê xiyanetê bê darizandin em ê nesekinin. Em bang dikin ku hemû hêzên azadixwaz bibin alîkar ji bo doza civaka Êzidî ku  Şengal xweser bibe û  xwe bi xwe biparêze û birêve bibe. Gelê me li Başûrê dibin xeteriyê de ye. Ez hêvîdarim Neteweyên Yekbûyî jî li daxuyaniyên Ban Kî Mon xwedî derkeve û tedbîran bigire. Ji ber ku gelek hêzên cîhadîst li Başûr bi cih bûne û ji bo hemû kêm netewe û olên cuda re xeteriyeke mezin e. Em dixwazin her kes hişyar be. Em careke din spas dikin yên bi doza Êzidiyan re rabûn û ked dane."

...