Çalakiya li Osmaniyeyê ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hat kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku di çalakiya sabotajê ya roja 9'ê Tebaxê ya li Osmaniyeyê de maşîna polîsan bi temamî hatiye rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku di çalakiya sabotajê ya roja 9'ê Tebaxê ya li Osmaniyeyê de maşîna polîsan bi temamî hatiye rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiya sabotajê ya roja 9'ê Tebaxê ya li Osmaniyeyê agahî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 9'ê Tebaxê saet di 16:30 de, gerîlayên me li bajarokê Kanligeçît ê navçeya Duzîçî ya Osmaniyeyê, li hemberî maşîneke polîsan a di rêya E-24 de derbas dibû, çalakiyeke sabotajê pêk anî. Ev wesayît bi temamî hat rûxandin, hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin."