KONGRA GEL encamnameya civîna Civata Giştî ragihand
Di civîna Civata Giştî de ku bi şîara, "Em xweseriya demokratîk ava bikin, em azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê teqez bikin" pêk hat, biryarên dîrokî hatin standin.
Di civîna Civata Giştî de ku bi şîara, "Em xweseriya demokratîk ava bikin, em azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê teqez bikin" pêk hat, biryarên dîrokî hatin standin.
Desteya Kongra-Gel û Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, têkildarî encama kongreya 10. a civîna Civata Giştî ya Kongra-Gel ku li çiyayên Kurdistanê pêk hatî daxuyaniyeke nivîskî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, 10. Civîna Civata Giştî ya Kongra-Gel bi 160 delegeyên ku ji hemû beşên Kurdistanê hatibûn û nîvî jê jin bûn, li çiyayên azad ên Kurdistanê pêk hat.
Di civîna Civata Giştî de ku bi şîara, "Em xweseriya demokratîk ava bikin, em azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê teqez bikin" pêk hat, biryarên dîrokî hatin standin.
Di civîna Civata Giştî de ku delegeyên Tirk, Ereb, Fars û Elman jî tê de hebûn, tê gotin, 4 rojan nîqaşên girîng hatine kirin, li ser bingeha rexne û rexnedayina pratîkê nirxandinên berfireh hatine kirin û biryarên dîrokî hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, azweriya azadiyê û vîna têkoşînê ya fermandarên mezin ên berxwederên xwerêveberiyê yên wekî Çiyager, Axîn, Xebatkar û Îslam; rêberên mezin ên gel ên wekî Mehmet Tûnc, Pakîze Nayir, Asya Yuksel û têkoşera azadiya jinê Sêvê Demîr, divê bibin giyanê biryarên ku wê werin girtin, di civînê de hate gotin, biryardariya wê derketiye holê ku li hemû parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn têkoşîna azadiyê bi serkeftinê were tacîdarkirin; bi putepêdanî hate diyakirin ku, bi şîara demê ya bi rengê, ‘’Em Xweseriya Demokratîk Ava bikin, Azadiya Rêber Apo û Gelên Kurdistanê Teqez Bikin’’ bi çoşdarî derketiye holê.
Kongra-Gel ku di Civîna Civata Giştî a 9. de biryar dabûn ku derbasî pergala Hevseroktiyê bibin, di civîna 10. de hilbijartina endamên Konseya Rêveber jî di nav de, di hemû hilbijartinan de temsîla wekhev a zayendan pêk hat.
‘EM XWESERIYA DEMOKRATÎK AVA BIKIN, AZADKIRINA RÊBER APO Û GELÊ KURDISTANÊ TEQEZ BIKIN’
Di daxuyaniyê de hate gotin, azweriya azadiyê û vîna têkoşînê ya fermandarên mezin ên berxwederên xwerêveberiyê yên wekî Çiyager, Axîn, Xebatkar û Îslam; rêberên mezin ên gel ên wekî Mehmet Tûnc, Pakîze Nayir, Asya Yuksel û têkoşera azadiya jinê Sêvê Demîr, divê bibin giyanê biryarên ku wê werin girtin, di civînê de hate gotin, biryardariya wê derketiye holê ku li hemû parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn têkoşîna azadiyê bi serkeftinê were tacîdarkirin; bi putepêdanî hate diyakirin ku, bi şîara demê ya bi rengê, ‘’Em Xweseriya Demokratîk Ava bikin, Azadiya Rêber Apo û Gelên Kurdistanê Teqez Bikin’’ bi çoşdarî derketiye holê.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Di serdemeke wiha de ku li Kurdistanê, welatên herêmê û hemû Rojhilata Navîn ku geşedanên reng didine dîrokê têne jiyîn, pêkhatina Civîna Civata Giştî ya 10. a bi awayekî serkeftî û bi ewle, derketina bi asteke wiha ku wê rê bide têkoşîna serdema li pêş me, weke çalakiya herî mezin a demê ku moralê dide gelê me, dijminê me jî qehr bike, wê derbasî dîrokê bibe.
‘METIRSIYÊN TÊKILDARÎ TENDIRUSTÎ Û EWLEKARIYA OCALAN DERKETIN PÊŞ’
Bi taybetî bi bandora hewldana darbeyê ya li Tirkiyê û tiştên ku piştî wê hatine jiyîn, di civîna me de, tendirûstiya Rêber Apo ya ku ev salek û nîv e di bin tecrîdê de ye û fikarên têkildarî ewlekariya wî di hemû rojevan de derketiye pêş: li ser giringiya azadiya Rêber Apo ya li ser azadiya gelên Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn hatiye sekînin; bi taybetî hatiye kirpandin ku bi malbat û parêzerên wî re hevdîtin divê were kirin…’’
Di daxuyaniyê de li ser şertên esaretê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate sekinandin û wiha hate gotin:
Rêber Apo ku tenê ne yê gelê Kurd lê her wiha Rêberê hemû gelên Rojhilata Navîn ê azadî û demokrasiyê ye, ev nêzîkî 18 salan e, di girtîgeheke de yek kesî de, li giravekê di nav şertên esaretê de dijî. Raman û projeyên çareseriyê yên Rêber Apo niha ji her demê bêhtir bûne rêya azadî û demokrasiyê ji bo gelên Rojhilata Navîn. Naxwe azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd û yên gelên Rojhilata Navîn ketine nav hev. Ji bo vê sedemê jî Civîna me ya Civata Giştî bang li gelê Kurd, Rojhilata Navîn û gelên Tirkiyê kiriye ku ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin û di şexsê Rêber Apo de biratî û azadiya gelên Rojhilata Navîn pêk bînin.
Di civîna me de, di serî de jin û ciwan, hemû gelê Kurd ê ku ji bo tendirustî, ewlekarî û azadiya Rêber Apo têkoşiyane hatine slavkirin, hatiye kirpandin ku ev çalakî weke parçeyek ji têkoşîna giştî ya azadiyê bi awayekî hîkartir û seraqetî werin kirin.’’
HEVSENGÊN ROJHILATA NAVÎN BELAV BÛN
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di salvegera 100. a Peymana Sykes-Pîcotê de hevsengên Rojhilata Navîn a sed salî xira bûne, pergala ku hatiye avakirin belav bûye, li Rojhilata Navîn ku bi hevsengên siyasî yên berê û polîtîkayên berê êdî rêbazên ku hevsengên siyasî yên berê ji pirsgirêkan re nema çareseriyê ava dikin, di serî de qadên siyasî û sosya hemû qad ketine nav kaosekê de.
Desteya Kongra-Gel û Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ,di vê rewşa kaosê de ku têkoşîna avakirina hevsengê nû tê dayin, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi hemû tundiya xwe berdewam e û wiha pê de çû:
‘ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 3. BERDEWAM E’
‘’Çawa ku hemû hêzên navnetewî û dewletên herêmê rasterast û ne rasterastt di nav vî şerî de cihê xwe digirin, gel jî ji bo ku bigihijin jiyaneke azad û demokratîk divê têkoşîna xwe xurt bikin. Di vî şerê herêmê de ku di navenda wê de Kurdistan, Tirkiye û Sûrî heye, ji bilî Tevgera Azadiya Kurd a di Rêbertiya Apo de, projeya çareseriyê ya ti hêzên siyasî nîn e ji bo vî şerê ku tê jiyîn.
Pergala Konfederalîzma Demokratîk ku Rêber Apo ji pergala dewletî bi awayekî cihêtir birêxistkirin kiriye û li ser civaka demokratîk daye rûniştandin û li ser vî bingehî avaniyên xweser ên ku pêşdîtiniya wê kiriye, bûye yekane modêla çareseriyê. Di cîvîna me de pergala konfederalîzma demokratîk ya ku xwe dispêrê civaka demokratîk û rêxistinbûyî ku di xeta têkoşîna azadiyê ya jinê de ya li Bakurê Kurdistanê, Rojava û Şengalê pratîze bûye,berbelavkirina wê ya li hemû Kurdistanê û Rojhilata Navîn, bi baweriya ku wê ji bo mirovahiyê bibe hêviya rizgariyê, hatiye gotin ku divê têkoşîna li ser vê xetê li hemû Kurdistanê û Rojhilata Navîn were berzkirin. Ji bo vê jî divêtiya hevkariya demokratîk a bi hemû hêzên demokratîk, çepgir, sosyalîst re ya li hemû welatên herêmê re, li gel rêxistinên jin û ciwanan, bi civakên etnîk ên ku têne çewisandin, komên baweriyê re were danîn. Li ser ê bingehê girîng e ku di navbera hêzên demokrasiyê de divê xebat û asta têkiliyê ku ji ya berê bêhtir derkeve holê.
‘GIRÊKA TÊKOŞÎNA ROJHILATA NAVÎN WÊ LI BAKUR Û TIRKIYÊ VEBE’
Civîna me ya Civata Giştî tespît kir ku girêka têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn wê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê vebe, derxistiye holê ku, hemû hêzên demokrasiyê, tevgerên şoreşger, rêxistinên jin û ciwanan, hemû Misilmananên demokrat, Elewî, hêzên cihê yên demokratîk ên Kurd ku li hemberî pergala otorîter û yekparêz a Tirkiyê bigihijin hev û ya xwe bikin yek, têkoşînê berz bikin, wê çarenûsa Rojhilata Navîn diyar bikin.
Bi taybetî jî piştî darbeya ne serkeftî, AKP ya ku eniya nîjatperest a ku piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê ava kiribû, berfirehtir kiriye, çewisandina hemû hêzên demokrasiyê û gelê Kurd ji xwe re kiriye armanc, hevkariya hêzên demokrasiyê û têkoşîna wan a hevpar bêhtir kiriye diyardeyeke lezgîn. Civîna me ya Civata Giştî diyar kiriye ku ji bilî têkoşînê ne pêkan e ku AKP ya faşîst ku ketiye meyleke bi temamî dij-demokrasî û dij-Kurd were sekinandin, bang li hemû gelê Kurd û gelên Tirkiyê kiriye ku bi hevkarî têkoşînê bikin.
BERXWEDANÊN XWERÊVEBERIYÊ BI BERFIREHÎ HATINE NIRXANDIN
Di daxuyaniyê de hate gotin, di civînê de, berxwedanên xwerêveberiyê ku bi mehan dom kiriye, bi berfirehî hatiye nirxandin û wiha hate gotin, ‘’Ev berxwedanên ku li hemberî çaresernekirina arîşeya Kurd û ferzkirinên radestiyê yên bi qirkirinan pêk hatine, weke îfadeya vîna demokrasî û azadiyê ya dîrokî nirxê xwe dîtine, bi van berxwedanan hatiye nîşandan ku gelê Kurd di jiyana demokrasî û azadiyê de rikdar e, ev careke dî ji bo hemû dinyayê hatiye vegotin.
Bi van berxwedanan gelê me yê ku vîna xwe ya azadiyê nîşan daye û bi lehengî li ber xwe dane,bi vî awayî nîşan daye ku vîna xwe ya berxwedanê û azadiyê bilindtir kiriye, hêz û mîsogeriya ku wê siberoja xwe ya azad ava bike diyar kiriye, aniye zimên ku bi vê vîn û asta berxwedanê wê teqez bi ser bikeve.’’
Di civîna me de li ser berxwedana dîrokî ya ciwanan û jinan a li qadên xwerêveberiyê bi taybetî hatiye sekinandin, hatiye diyarkirin ku helwesta milîtanên fedaî a ciwanan ji bo hebûna gelê me û azadiya wê weke dîwarekî ye ku nayê hilweşandin û hatiye gotin, ti hêz wê nikaribe li hemberî vê azwerî û vîna azadiyê ya ku ciwanan û jinan di van berxwedanan de nîşan dayî, raweste.
JI BO BERXWEDAN GERÎLA LI SER PIYAN ÇEPIK
Piştî ku artêşa Tirk a mêtinger bi tang û topan mudaxleyî berxwedên xwerêveberiyê kiriye, hêzên me yên gerîla jî, heya ku derfetan dest daye, di asta herî bilind de destek daye berxwedanên xwerêveberiyê, rista xwe ya dîrokî pêk aniye ku di van berxwedanan de vîneke têkneçûyî derkeve holê. Gerîlayên ku careke dî nîşan dane ku ew hêzên têkneçûyî yên jiyana demokratîk û azad a gelê me ne, li ser piyan ji wan re çepik hatine lêxistin û hatine slavkirin.
Di civîna me de, hatiye gotin ku daxuyaniyên desthilatdariya AKP’ê ku di dema berxwedanên xwerêveberiye de bi awayekî kûr şerê psîkolojîk rê ve biriye, yên di biwara çewisandina Tevgera Azadiyê û têkşikîna vîna gel de a bi deste dewleta Tirk ve, bi ti awayî rastiyê venabêjin, ev daxuyaniyên bi vî rengî bi mebesta bincilkirina sûcên qirkirinê, bi mebesta bincilkirina neçarî û têkçûyina xwe ya li hemberî vîna berxwedanên xwerêveberiyê ne, propaganda ne. Hatiye diyarkirin ku hewceyî pê heye ku azweriya azadiyê û rihê fedayî yên lehengên şehîdbûyî di vîna xwerêveberiyê de berxwedêran nîşan dayî divê were domdarkirin, vîn û biryardariya têkbirina mêtingeriya qirker bi awayekî herî xurt hatiye nîşandan. Azweriya azadiyê û bêrîkarina wê ya ku di berxwedanên xwerêveberiyê de hatiye geşkirin, bi nîqaşên civîna me re, li ser bingehê ku avakirina civakî li her qadê were pêşxistin, biryardariya wê hatiye nîşandan ku veguherînin pengaveke nû ya azadî û demokrasiyê.’’
GEŞEDANÊN ROJAVA Û SÛRIYÊ HATIN NIRXANDIN
Di daxuyaniyê de hate gotin, geşedanên Rojava û Sûriyê bi berfirehî hatine nirxandin, perspektîfên têkildarî siberojê hatine danîn. Di daxuyaniyê de têkildarî vê mijarê wiha hate gotin:
ŞOREŞA ROJAVA BÛYE ŞOREŞA TEVAHIYA SÛRIYÊ
‘’Bi Berxwedana Kobanê ya Dîrokî, Grê Spî, Til Hemis, Hol, Şedadê û pengava Tişrînê û azadkirina Minbicê, Şoreşa Rojava bûye Şoreşa tevahî Bakurê Sûriyê. Azadbûna Minbicê Federasyona Bakurê Sûriyê, ku bingehê demokratîkbûna hemû Sûriyê ye, xurt kiriye, astengên li pêşiya avakirina pergaleke demokratîk a li tevahiya Sûriyê bi giştî ji holê rakiriye. Desteya me ya Giştî di civînê de careke dî dupat kiriye ku li Sûrî Ereb, Kurd, Asûrî-Sûryanî, Tirkmen û Ermen û Misilman, Elewî, Xiristiyan, Êzîdî û Durzî werin cem hev, wê bikaribin Sûrî bikin welatekî demokratîk û ev ê jî ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bibe modêlek.’’
GERÎLAYÊN KU LI ŞENGALÊ PÊŞÎ LI QIRKIRINÊ GIRTIN HATIN SLAVKIRIN
Di daxuyaniyê de hate gotin berxwedana Şengalê hatiye slavkirin û ji bo statûya Şengalê ev sê peyam hatin dayin:
Civata me ya Giştî ku di salvegera fermana 74. a Şengalê de civiyayî, 12 gerîlayên ku di astengkirina qirkirina Şengalê de berxwedana dîrokî nîşan dane, careke dî slav kiriye; Berxwedana Şengalê qirkirina Êzdiyan asteng kiriye, her wiha êrîşên bi ser Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Rojava de jî asteng kirine. Hatiye gotin, li Şengala ku azad bûyî, xwerêveberî û xweseriya ku wê li ser xweparastinê ava bibe, ji bo Başûrê Kurdistanê û demokratîkirina Iraqê de jî bibe modêl, li ser vî bingehî parastina xweseriya Şengalê peywira hemû hêzên demokratîk ên welatparêz ên Kurdistanî, Başûrê Kurdistanê û gelê Iraqê ye.’’
REWŞA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HATE NIRXANDIN
Di civînê de hate gotin, rewşa siyasî û sosyal a Başûrê Kurdistanê hatiye nirxandin; hatiye gotin pirsgirêka vî beşê Kurdistanê kêmbûna hişmendiya dmeokratîk û demokratîkbûnê ye, polîtîkayên hişmendiya demokratîk û li ser berjewendiyên netewî wê Başûrê Kurdistanê ji her hêlê ve xurt bike û di demoratîkirina Iraqê û Rojhilata Navîn de jî xweyî ristekî girîng be û wiha hate gotin, ‘’Teşeyên têkiliyên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê yên bi desthilatdariya AKP’ê re ne li gorî berjewendiya netewî ya gelê Kurdan e, berpirsyariyên hemû hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li hember têkoşîna azadiyê ya hemû beşên Kurdistanê hatiye bibîrxistin. Li hemberî hêza êrîşkar a weke DAIŞ an jî hêzeke dî, hatiye bibîrxistin ku weke her demê dîsa wê li cem gelê me yê Başûrê Kurdistanê be.’’
ROJHILATÊ KURDISTANÊ
Têkildarî Rojhilatê Kurdistanê û geşedanên Iraqê jî wiha hate gotin:
‘’Nirxandina wê hatiye kirin ku hîs û bêrîkirina azadiyê û welatparêziyê ya gelê me yê Rojhilat di demên dawî de bi berzbûna têkoşînê ya parçeyên dî yê Kurdistanê bêhtir geş bûye, gelê me yê Rojhilat ku wê rêxistinbûyina xwe bêhtir bi pêş bixîne û bi hêzên demokrasiyê yên Îranê re têkiliyên xurtir ava bike û wê bikaribe rista xwe ya di demokratîkkirina Îranê û hemû Rojhilata Navîn de pêk bîne; bi avaniya xwe ya kulturî ya xurt û herî kêm ji modernîteya kapîtalîst hîkar bûyî, wê bikaribe di têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên Rojhilat Navîn de bibe xweyî ristekî girîng.’’
GIRINGIYA RIZGARKIRINA MÛSILÊ
Di daxuyaniyê de rizgarkirina Mûsilê ya ji dagirkeriyê û hîkariyên wê yên li ser Iraqê û herêmê hate nirxandin:
‘’Di civîna Civata Giştî de li ser amadekariyên rizgarkirina Mûsilê ya di jêr dagirkeriya DAIŞ’ê de û li ser nîqaşan hatiye sekinandin; tespîta wê hatiye kirin ku azadkirina Mûsilê û avakirina rêveberiyeke demokratîk a di xeta Neteweya Demokratîk de ya bi hevkariya Ereb, Kurd, Asûrî-Sûryanî, Tirkmen û komên dî yên etnîk û baweriyê, ne tenê ji bo Iraqê û Başûrê Kurdistanê, di tevahiya Rojhilata Navîn de demokratîkbûna wê ya li ser xeta Neteweya Demokratîk wê bibe xweyî ristekî girîng. Li ser vê bingehê hatiye diyarkirin ku Hêzên Azadiya Şengalê ên Êzîdî ku xeta Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ji xwe re esas digirin, gerîla û pêşmerge di pengava azadkirina Mûsilê de divê bi hev re tevbigerin, girîng e ku di azadkirina Mûsilê de bi Artêşa Iraqê û gelên Ereb re bi hevkarî tevibigerin.
BANGA KONGRA NETEWEYÎ
Di serdemeke wiha de ku li Rojhilata Navîn pergala berê hildiweşe, ku şerê avakirina hevsengên nû û pergala nû tê dayin, behsa girîngiya avakirina yekitiya Kurd hatiye kirin ku di sedsala 20. de bê statû maye. Bi berfirehî hatiye diyarkirin ku ev yekîtî bi Kongra Netewî were tacîdarkirin, Kurd tenê wê azadiya xwe bi dest nexînin, li gel vê wê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de li tevahiya Rojhilat Navîn bibe gelekî pêşeng. Civîna me, li ber ronkahiya van rasteqîniyên dîrokî û rojane, bang li hemû hêzên siyasî yên Kurdistanî kiriye ku di mijara pêkanîna Kongra Neteweyî de berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
TALOKEYA NÎJATPERESTIYÊ Û MEZHEBPARÊZIYÊ
Di roja me de ku nîjatperestî û mezhebparêzî li Rojhilata Navîn dike ku gel qira hev bînin, Hişmedniya Neteweya Demokratîk ku hemû komên etnîk û baweriyê bi cihêtiya xwe, bi awayekî azad û wekhe bikarin hebûna xwe bidomînin, ev hişmendiya ku Rêber Apo pêşditiniya vê kiryie, ji bo aştî û istîkarara Rojhilata Navîn yekane modêla çareseriyê ye. Gelê Kurd hem divê li hemberî her cure nîjatperestiyê û mezhebparêziyê derbikeve û hem jî divê nebe alîgirê yek jî nîjatperest û mezhebparêz. Gelê me li ser bingeha dijberiya nîjatperestî û mezhepparêziyê û zayendîparêziyê divê bi komên etnîk û gelan re, bi komên baweriyê re hevkariyê bike, di demokratîkkirina Rojhilat Navîn de û azadkirina wê de di pêş de cihê xwe bibîne. Li ser vê nêzîkatiyê, bi divêtiya pêşxistina têkoşîna hevpar a gelan, Desteya me ya Giştî di nav wan mijaran de ku nîqaşa wê kiriye, di nav ê pêşî de ye.’’
BANGA XWEPARASTINÊ Û TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN GERÎLA
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku civata giştî bal kişandiye ser rastiya şerê qirêj ê li kaosa Rojhilata Navîn diqewime û destnîşan kiriye, ku xweparastin ji bo hemû gelan bûye wezîfeyeke lezgîn. Hatiye ragihandin, ku divê gelê Kurd, hemû gelên bindest û civakên bawerî û etnîkî, ji bo parastina hebûna xwe divê xweparastinê xurt bikin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li ser vê bingehê, di serî de li Bakurê Kurdistanê û Rojava, li tevahiya Kurdistanê bang li hezaran ciwanên Kurd hatiye kirin ku tevlî nava hêzên gerîla û xweparastinê bibin. Civata me ya giştî daye xuyakirin ku hebûna neteweyî ya Kurdan di serî de li Tirkiye û Rojava, li hemû parçeyên Kurdistanê bi xeteriyê re rû bi rû ye û hatiye destnîşankirin, ku tevlîbûna li nava refên gerîla û hêzên xweparastinê wezîfeyeke welatparêziyê ya dîrokî û lezgîn e. Di vê çarçoveyê de bang li ciwanên Kurd hatiye kirin, ku neçin leşkeriyê, yên çûne jî fîrar bikin û weke şervanekî azadiyê tevlî nava refên gerîla bibin. Her wiha bang li gelên Tirkiyeyê, hemû gelên herêmê hatiye kirin, ku li zarokên xwe neşînin leşkeriyê ji bo li dijî Kurdan şer nekin."
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
VEGERA LI WELÊT
"Dewletên mêtîngerî û qirkirinê li ser Kurdan ferz dikin, ji bo guhertina demografiya Kurdistanê serî li şîdetê û gelek rêyên cuda didin. Di salên dawî de di encama êrîşên DAIŞ'ê de bi sed hezaran mirovên Kurd neçar man koçî Ewropa û gelek herêmên din bikin. Ev koçkirin û derketina derveyî welat, gihaştiye wê astê ku hêzên mêtînger qirkirinê bi hêsanî bigihêjin armancên xwe. Lewma, di serî de civaka me ya Êzidî ya piştî fermana 74'an li çar aliyên cîhanê belav bûn, divê hemû Kurdên ji welatê xwe bûne, li cih û warên xwe vegerin. Ev yek bûye erkeke girîng a welatparêziyê. Berxwedana me ya hebûnê û têkoşîna me ya azadiyê, divê bi vegera li xaka xwe, bê xurtkirin. Li ser vê bingehê, em bang li Kurdan û hemû gel û civakên bi Kurdan re li Kurdistanê dijîn dikin, ku vegerin welatê xwe û Kurdistanê mîna demên berê veguherînin erdnîgariyeke mînak ji bo hemû mirovahiyê.
BANGA LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
Di sedemîn salvegera Peymdana Sykes-Pîcot de, rewşa hêzên navneteweyî û dewletên herêmê jî li civîna me ya Civata Giştî hat nirxandin. Hat destnîşankirin, ku sîstemek li ser parçebûna Kurdan û Ereban û tinehesibandina Kurdan hatiye damezrandin, ne bi kêrî gelên herêmê ne jî bi kêrî mirovahiyê tê û hatiye gotin; li ser bingeha feraseta neteweya demokratîk peydabûna jiyaneke azad û demokratîk ji bo Kurdan, gelên bindest û hemû baweriyan, ji bo aştî û aramiya Rojhilata Navîn û Cîhanê gelekî girîng e. Civata me ya giştî li ser vê bingehê bang li hemû hêzên navneteweyî kiriye, ku bi berpirsayrî rabin; bang li welatên sîstema qirkirin mêtîngeriyê li ser Kurdan ferz dikin kiriye, ku dev ji van polîtîkayên xwe berdin, şert û mercên jiyaneke li ser bingeha wekhevî û azadiyê ji Kurdan re bafirînin û ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk were afirandin bi berpirsyarî rabin.
BANGA TÊKOŞÎNA AKTÎF LI JIN Û CIWANAN HAT KIRIN
Têkoşîna me ya sê salên dawî, ji bo jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn destketiyên mezin afirandiye. Tevî vê yekê, hêzên dijminê demokrasiyê û azadiyê jî, ji bo eciqandina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên me, ji her demê bêhtir bêrehm tevgeriyan e. Lê belê karakterê dijminê demokrasî û azadiyê, ev hêz hîn bêhtir xitimandiye û li hemberî vê yekê jî derfet û firsendên serketinê yên hêzên demokrasî û azadiyê zêdetir kiriye. Lewma civata me ya giştî bang li gelê Kurd, hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn û hêzên demokrasiyê kiriye, ku di roja me ya îro ya 'serdema gelan' de, li her qada jiyanê xwe bi rêxistin bikin, sîstema xwe ya xwerêveberiyê ava bikin, yekîtiya xwe xurt bikin, bi vî rengî têbikoşin û siberoja demokratîk û azad bafirînin.
Her wiha bang li jin û ciwanên Kurd ên ku vîn û ruhê têkoşîna azadî û demokrasiyê ne kiriye, ku avakirina civaka rêxistinbûyî ji her alî ve bi pêş bixînin, hîn bi aktîf tevlî nava têkoşînê bibin, mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih bînin, êrîşên dijminên azadiye bişikînin, li ser bingeha azadiya gelê Kurd û avakirina jiyaan demokratîk û azad a gelên Rojhilata Navîn roleke aktîf bilîzin.