KNK: Heval Herbijî, em ê li ser şopa te bimeşin

KNK'ê ji ber wefata endamê xwe Celal Ozkan (Herbijî) ji malbatê û tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest û got, "Heval Herbijî, bila çavên te di şûnde nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesyetên te pêk bînin."

Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber wefata endamê xwe Celal Ozkan (Herbijî) peyamek sersaxiyê weşand.

Di peyamê de hat gotin, "Xebera xembar û dilsoj a wefata endamê KNK'ê Birêz Celal Ozkan (Herbijî), gihişte me û em bi vê yekê gelek xemgînin" û hat bibîrxistin ku Ozkan ê demeke dirêj nexweş bû, çû Kurdistanê û li welatê xwe, li ser axa jê hez dikir, li ser axa pîroz çû ser dilovaniya xwe.

KNK'ê bibîr xist, ku Ozkan ji damezrandinê û heta vegera welat, endamekî aktîf ê KNK'ê bû û di hemû xebatan de cihê xwe digirt. 

Peyama sersaxiyê ya KNK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Pêşiya wê jî, ji bo avakirina Parlamentoya Neteweyî ya Kurdistanê li Derveyî Welat (PDKW kar kir, weke endamekî damezrêner çû çiyayên Kurdistanê. Di avakirina PKDW de jî, cihê xwe girt û bû endamekî damezrêner. 

Heval Herbijî, ne tenê di nava van xebatan de bû, di heman demê de xebatkarekî aktîf ê Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Di hemû qadên xebatê de cihê xwe digirt. Heval Herbijî, tevayî jiyana xwe di xizmeta şoreşê de derbas kir, bedelên giran dan. Bi xebata wî ya bi rûmet, tevayî malbat jî beşdarî karê şoreş û welatparêziyê bûn. Sê kurên Hevalê Herbijî di nava Gerîlayên Azadiyê de cih girtin û di nava refên Şoreşa Kurdistanê da şehîd ketin.

Em ji ber wefata Heval Herbijî gelek xemgînin, xemgîniya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxiyê didine hemî gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê.

Heval Herbijî, bila çavên te di şûnde nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesyetên te pêk bînin."