Êrîşên çeteyan ên li Minbicê hatin şikandin, 40 çete hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî çeperên şervanan ên li gundên li bakurê Minbicê kirin. Di şerê li vir de 40 çete hatin kuştin.

Di çarçoveya Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de, li dora Xaçerêya Ewlekariyê ya li navenda bajêr, di navbera şervanên Minbicî û çeteyên DAIŞ'ê de şer derket. Di şer de 9 çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev saet di 23:00 de êrîşî çeperên şervanan ên li gundên li qiraxa çemê Sacurê kirin. Şervanan di cih de bersiv dan û şer derket. Di vî şerî de 13 çete hatin kuştin.

Êrîşên çeteyan ên li hemberî gundên Um Edesa û El Dendeniyê jî hatin şikandin.

Danê vê sibehê saet di 05:00 de ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gundên Xirbit El Rûs, Cib El Neşama û Xirbist El Siwana şer derket. Di şer de 18 çete hatin kuştin.

Operasyonên şervanên Minbicî yên li herêmê dewam dikin.