Di du çalakiyên li Şaxê de 14 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiyên gerîlayên HPG'ê yên li Şaxê de 14 leşker hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiyên gerîlayên HPG'ê yên li Şaxê de 14 leşker hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne.

Li ser mijarê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 5'ê Tebaxê hêzên me, li ser rêya Wan-Şaxê li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Li gorî agahiyê ji çavkaniyên hatine bidestxistin, di vê çalakiyê de 8 leşker hatine kuştin.

Roja 8'ê Tebaxê saet di 15:30 de, di çarçoveya pêngava me ya şoreşgerî ya Şehîd Xebat de, gerîlayên me li qada Geliyê Tizîzê ya navçeya Şaxê xwe berdan nava yekîneyeke leşkerî ya kemîn danîbûn. Derbên xurt li 3 çeperan hatin xistin û 6 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn. Piştî van çalakiyan artêşa TC roja 9'ê Tebaxê li nêzî gundê Kaçnit ê Geliyê Tizîzê operasyon da destpêkirin. Leşkeran li vir gule li derdora xwe reşandin û operasyon heman rojê bi rengekî neserketî qediya."