BI DÎMEN

Li Minbicê 21 çete hatin kuştin

Di şerê li taxa El Sirip û li ser rêya Cerablûsê ya li bajarê Minbicê de 21 çete hatin kuştin.

Li taxa El Sirip û rêya Cerablûsê yên li bakur û bakurrojhilatê Minbicê ne, şerekî dijwar diqewime.

Şerê duh bi şev saet di 23:00 de destpê kir, hê dewam dike. Li gorî agahiyên destpêkê di vî şerî de 21 çete hatine kuştin.

Her wiha maşîneke bombebakirî ya çeteyan, bêyî bigihêje hedefa xwe ji aliyê şervanan ve hat teqandin.

Çeteyên DAIŞ'ê li du kolanên li ser rêya Cerablûsê û taxa El Siripê hatine dorpêçkirin û li vê derê di navbera wan û şervanan de şer diqewime.