'Pêngava Minbicê pêngava jiyana hevpar û azad e'

Ji pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê fermandarê Tirkmen ê Siwar El Minbic Botan Tirkmenî got, Pêngava Şehîd Fermandar Ebû Leyla pêngava jiyana hevpar û azad e.

Botan Tirkmenî da xuyakirin, ku pêngava rizgarkirina Minbicê pêngava jiyana hevpar û azad e û diyar kir, weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ew dixwazin di navbera gelan de bibin pirek. Tirkmenî got, "Em dixwazin hemû gel bi rengekî hevpar û wekhev bijîn."

Botan Tirkmenî da zanîn, bi vê pêngavê re ew dixwazin bajarê Minbicê yê ji sala 2014'an û vir ve ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin rizgar bikin û temamiya xaka Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin. Tirkmenî destnîşan kir, ku ew li navenda bajêr gelekî nêzî serketinê ne.

Botan Tirkmenî bang li temamiya gelê Tirkmen bi taybetî ciwanên Tirkmen kir ku di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de cih bigirin û di serî de Minbic, tevahiya xaka Sûriyeyê ya hatiye dagirkirin rizgar bikin.

TIRKIYE ALÎKARIYÊ NADE TIRKMENAN, DIDE ÇETEYÊN DAIŞ'Ê Û QAŞO ARTÊŞA AZAD

Botan Tirkmenî, îdîayên rayedarên hikûmet û dewleta Tirk, ku dibêjin "me alîkarî dan Tirkmenan, me çek ji wan re şand" axivî û destnîşan kir, ku dewleta Tirk alîkariyê dide komên çete yên bi navê Tûgaya Sûltan Mûrat, Feylaq Şam, Lîwa Hemze, Feylaq 16, DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam. Tirkmenî da zanîn, ji destpêka şerê Sûriyeyê û vir ve Tirkiyeyê bi gelek qemyonan alîkariya çekan daye van komên çete.

Botan Tirkmenî ragihand, alîkariya lojîstîk û leşkerî ya AKP/Erdogan îdîa dikin şandine ji Tirkmenên li Sûriyeyê re, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji ser çeteyan rakirine. Tirkmenî destnîşan kir, ku komên çete yên bi navê Tûgaya Sûltan Mûrat, Lîwa Hemze û Eniya Tirkmen a Sûriyeyê yên ji aliyê AKP/Erdogan ve tên birêvebirin, bi ti awayî Tirkmenan naparêzin.

Tirkmenî anî ziman, van koman heta roja îro gelek Tirkmenên bîat ji wan re nekirine serjê kirine û gelek Tirkmen ji aliyê van koman ev hatine sirgûnkirin.

Botan Tirkmenî diyar kir, ew bi xwe jî Tirkmeneke û destnîşan kir, ku dewleta Tirk heta roja îro ti alîkarî nedaye Tirkmenên li Sûriyeyê.

BANGA LI GELÊ TIRKMEN

Botan Tirkmenî bibîr xist, ku di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de ew gelekî nêzî serketinê ne û weke Tirkmenên Sûriyeyî ew di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de cih digirin.

Tirkmenî da xuyakirin, ku hem ji bo têkoşîna hevpar a gelan, hem jî ji bo azadiya tevahiya gelên Sûriyeyê, ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê ew tevlî nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûne. Tirkmenî bang li hemû Tirkmenan kir ku di demeke bi vî rengî de li nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li dijî DAIŞ'ê şer bikin.

...