Di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqîn: Herî kêm 5 birîndar
Li bejarhiya navçeya Gever a Colemêrgê di saetên şevê de, di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqînek pêk hat, herî kêm 5 leşker birîndar bûn.
Li bejarhiya navçeya Gever a Colemêrgê di saetên şevê de, di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqînek pêk hat, herî kêm 5 leşker birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatin girtin; li ser rêya gundê Page di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek mezin pêk hat. Di enama teqînê de herî kêm 5 leşker birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên nûçeya DÎHA’yê ji herêmê girtin; hate diyar kir ku di teqînê de kuştî û birîndar hene.
Piştî çalakiyê gelek wesayîtên zirxî û ambûlans sewqî herêmaê hatin kirin.
Her wiha tîmên leşkerên ku çûn herêmê,zeviyên derdor dan ber agir.