'Em ê bibin şopdarên ruhê 15'ê Tebaxê'
Gerîlayên HPG û YJA Starê, salvegera 32. a Pêngava 15'ê Tebaxê nirxandin û gotin, "Em ê şopdarên ruhê fedayî yê 15'ê Tebaxê bin."
Gerîlayên HPG û YJA Starê, salvegera 32. a Pêngava 15'ê Tebaxê nirxandin û gotin, "Em ê şopdarên ruhê fedayî yê 15'ê Tebaxê bin."
Gerîlayên HPG û YJA Starê 32. salvegera guleya yekem ku 15'ê Tebaxa 1984'an di pêşengiya Fermandarê Mezin ê Gerîla Mahsûm Korkmaz (Egîd) de li navçeya Dihê ya Sêrtê û Şemzînan a Colemêrgê li dijî polîtîkayên dagiker ên dewleta Tirk hate teqandin û îro li Kurdistanê belav bûye, ji ajansa me re nirxandin. Gerîlayan diyar kirin ku bi 15'ê Tebaxê re ruhekî nû yê fedaî derketiye holê û îro ev ruh li seranserî Kurdistanê berbelav bûye. Gerîlayan anîn ziman ku îro ev ruhê bi 15'ê Tebaxê re derketiye holê li Kurdistanê ji her demê zêdetir gelê Kurd nêzî azadiyê kiriye.
EGÎD BAGOK: RUHÊ LI BOTANÊ DESTPÊ KIR LI TEVAHÎ KURDISTANÊ BERBELAV BÛ
Gerîlayê HPG'ê Egîd Bagok 32. Salvegera pêngava 15'ê Tebaxê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li tevahî gelê Kurd ê welatparêz û li tevahî gerîlayan pîroz kir, got; "Wek tê zanîn 32 sal berê, tevahî Kurdistana gelê me hatibû binpêkirin. Roja 15'ê Tebaxê di pêşengiya fermandarê mezin hevalê Egîd de bi taybet li Botanê pêngavê destpê kir û li tevahî Kurdistanê berbelav bû. Di vê pêngavê de gelê Kurd bû xwedî hêvî. Piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê gelê Kurd hate tirsandin, bêdengkirin û tevahî mafên wan hate binpêkirin. Wê demê HRK û ARGK'ê çalakiyên mezin pêk anîn, pêngav, têkoşîn û berxwedan nîşan da. Di vê rojê de em jî wek gerîlayên HPG'ê vê berxwedanê mezintir dikin û berbelav dikin. Gelê Kurd ji her demê zêdetir nêzî azadiyê bûye. Erê, ev jî bi saya hevalê Agît û hevalên din pêk hatiye."
Gerîla Egîd Bagok bal kişand ku Fermandarê mezin Egîd bi derfetên pir kêm ve dest bi pêngava 15'ê Tebaxê kiriye, wiha dewam kir; "Lê, bi ruhekî fedaî, bi ruhekî azadîxwaz û welatparêziyek mezin ve pêngav daye destpêkirin û li tevahî Kurdistanê berbelav bû. Îro encamên pêngava hevalê Egîd li her çar parçeyê Kurdistanê tê dîtin. Pêngava 15'ê Tebaxê ne rojek ji rêzê ye. Rastiya berxwedanekê heye ku ber bi 15'ê Tebaxê ve dibe. Berxwedana Zîndana Amedê bingeh ji 15'ê Tebaxê re çêkiriye. Bingeha gerîlatiyê ava kir. Em ê ruhê 15'ê Tebaxê ya ku hevalê Agît daye destpêkirin, li 4 parçeyê Kurdistanê bidomînin. Me ev ruha 32 sal berê ji heval Agît wergirt. Ez careke din sala 32. a pêngavê pîroz dikim."
SERHAT AGIRÎ: BÊDENGIYA KURDAN BI PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ HATIYE ŞIKESTIN
Gerîlayê HPG'ê Serhat Agirî bilêv kir ku 15'ê Tebaxê ya berdewama berxwedana zindana Amedê ye, ruhekî nû yê fedaî afirandiye, wiha pê de çû; "Di serî de ez Fermandarê me Hevalê Agît ê afirînerê ruhê fedaî bi rêzdarî silav dikim. Wê demê Kurd ketibûn nav bêdengiyek pir mezin. Ev bêdengiya ku Kurd ketibûn nav, Fermandar Agît bi çalakiya 15'ê Tebaxê ve şikand û nîşanî cîhanê daye ku Kurd bi hêsanî naqedin. Bi boneya 15'ê Tebaxê em careke din tevahî şehîdên têkoşîna me bi bîr tînin. Ji bo gelê me banga me ew e ku ji bo azadiyê têkoşînê hê mezintir bikin, pêwîst e ciwanên me jî biherikin nav refên têkoşînê."
BARAN ZAGROS: EM Ê BIBIN ŞOPDARÊ RUHÊ FEDAÎ
Gerîlayê HPG'ê Baran Zagros jî bi bîranîna şehîdên 15'ê Tebaxê dest bi axaftina xwe kir û ev ragihandin; "Piştî guleya yekem gelek hevalên bi qedr û qîmet şehîd ketin. Em hem wek gel hem jî gerîla li ser şopa wan in. Jixwe her tim berxwedana me didome. Hem li bejahî hem jî li bajaran em ketine nav têkoşînek gelekî mezin. Heta dawiyê bi ruhekî fedaî em ê li pey şopa wan bin. Em ê xwîna ti şehîdên xwe li erdê nehêlin. Heta dawiyê li ser rêka fermandarê xwe yê mezin bin. Em berdewama guleya yekem a ku hevalê Agît avêtiye, heta dilopa xwîna xwe ya dawî bidomînin. Heta çar aliyê Kurdistan bibe yek, heta Kurdistan azad bibe wê ev têkoşîna me bidome."
NEWAL LAŞER: BI PÊNGAVA DÎROKÎ YA 15'Ê TEBAXÊ VE DESTKETIYÊN MEZIN ÇÊBÛN
Gerîlaya YJA Starê Newal Laşer jî destnîşan kir ku şopdarê ew ruhê mîlîtanên fedaî ne ku bi 15'ê Tebaxê re hatiye afirandin, wiha dewam kir, "Çalakiya dîrokî ya 15'ê Tebaxê ku hevalê Agît û hevalên li gel pêk anîn, hem serkeftî bû û hem jî destkeftiyên mezin bi xwe re anî. Em gelekî ji vê çalakiyê û serketina wê bandor bûn. Em jî bejna xwe li ber van şehîdên xwe ditewînin û em dilsoziya xwe didomînin. Em soz didin ku heta dawiyê li ser şopa wan bin. Yê em gihandin vê astê hevalên me yên şehîd in. Herî dawî bang li gelê me dikim; em dikarin bi hev re vê têkoşînê bigihînin serketinê. Lewre jî pêwîst e ciwan bibin şopdarên vî ruhê ku hevalê Agît daye destpêkirin û tevlî refên gerîla bibin."
HAMZA AMED: BI 15'Ê TEBAXÊ ME SIBEROJA XWE AVA KIR
Gerîlayê HPG'ê Hamza Amed jî bal kişand ku Kurdan bi 15'ê Tebaxê re hebûna xwe dîtine û wiha axivî; "15'ê Tebaxa 1984'an li Dihê guleya yekem hate avêtin. Lê li gor min guleya yekem li mejiyê Kurdan ket. Ji ber ku guleya yekem a 15'ê Tebaxê li dijî paşverûtiya Kurdan ji bo xwebûna Kurdan bangek bû. Kurdan siberoja xwe ava kirin. Di vê avakirinê de 15'ê Tebaxê xwedî girîngiyek mezin e, ji ber ku me xwe tê de dît, me xwe nas kir û me xwe bi tevahî cîhanê da nasîn. Ev jî bi guleya yekem a 15'ê Tebaxê re vejîna gelê Kurd vedibêje. Çawa Newroz ji bo gelê Kurd vejînek nû ye, 15'ê Tebaxê jî rê vekir ku Kurd careke din derkevin ser dika dîrokê."
Gerîla Hamza Amed di berdewama axaftina xwe de jî ev gotin; "Asta îro ya gelê Kurd ku heta îro ti kesî ew nikarîbû pênase bikirana, berxwedana wan xwe dispêre 15'ê Tebaxê. Çawa avahiyek li ser bingehekî saxlem be zû bi zû xirab nabe û hilnaweşe, 15'ê Tebaxê jî ji bo me ev bingeh e. Têkoşîna me li ser bingehekî xurt e. Bi pênaseya 15'ê Tebaxê, pênasekirina hevalê Agît jî lazim e. Ji ber ku cih û fermandariya hevalê Agît ya di nav rêxistinê de xwedî girîngiyek mezin e. Ji bo lezandina têkoşînê jî divê mirov lê binêre bê ka gelo bi saya pêngava 15'ê Tebaxê çi destkeftî çêbûn. Bi rasthatina 15'ê Tebaxê ez careke din cejna vejînê ya gelê me yê berxwedêr û hevalên me pîroz dikim, banga hê bêtir mezinkirina vê têkoşînê dikim."
DEVRAN ÇIYAGER: RUHÊ 15'Ê TEBAXÊ LI BAKURÊ KURDISTANÊ JI NÛ VE ŞÎN BÛYE
Gerîlayê HPG'ê Devran Çiyager jî bal kişand ku ruhê 15'ê Tebaxê îro dîsa li Bakurê Kurdistanê şîn bûye û wiha axivî: "Bandor, destkeftiyên ruhê 15'ê Tebaxê îro li Bakurê Kurdistanê bi berxwedana ku gerîla pêşengtiya wê dikin derketiye holê. Li beramberî vê berxwedana ku gelê me bi ruhê fedaî yê 15'ê Tebaxê nîşan daye, dijmin bêçare maye. Ji ew dijminê ku li jêrzemîn Cizîrê bi hovane gelê me qetil kirin, ji balafiran bi ser gelê me de bombe avêtin, em ê bi ruhê 15'ê Tebaxê tolê hilînin. Bi pêşketina vê ruhî ve dewlet ketiye pêvajoya hilweşînê. Bê guman, ev ji ruhê berxwedanê yê 15'ê Tebaxê ne qut e. Ji bo pûçkirina dijmin, pêwîst e gelê me, ciwanên me berê xwe bidin çiyayan."