‘Roj, di şexsê Rêbertiya xwe de roja xwedîderketina li rojê û siberojê ye’
Desteya Giştî ya Kongra-Gel: Roj, di şexsê Rêbertiya xwe de roja xwedîderketina li rojê û siberojê ye. Em bang li gelên xwe û tevahî raya giştî ya hestiyar dikin ku têkoşîna azadkirina Rêber Apo bidomînin.
ANF
BEHDÎNAN
pêncşem, 11 gelawêjê 2016, 18:04
10. Desteya Giştî ya Kongra-Gel têkîldarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da. Desteya Giştî di daxuyaniyê de ev gotin:
“Wek tê zanîn Rêberê Gelê Kurd Ocalan zêdetirî 17 salan e di şertên dermirovahiyê de dîl tê girtin. Tecrîdek girankirî ya ku li cîhanê mînaka wê nîne tê bikaranîn. Di vê pêvajoyê de Rêber Apo bi hewldana tecrîd, êşkence, gefxwarin û jehrkirinê re hevrû bûye. Sedema esasî ya komploya navdewletî û van sepanînan ew e ku têkoşîna afirandina sîstemek azadîxwaz, demokratîk a ku Rêber Apo hewl dide li Rojhilata Navîn bafirîne, talûke tê dîtin. Di şexsê Rêber Apo de esas azadiya gelê Kurd û nirxên tevahî mirovahiyê hatine esîrkirin. Lewre jî azadiya Rêber Apo çawa tê wateya azadiya gelê Kurd, ji bo Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê jî wê di milê jiyanek azad, demokratîk de pêvajoyek nû destpê bikira. Bi guhertina paradîgmayê ku Rêber Apo pêk anî, serdema modernîteya demokratîk a gelan destpê kiriye. Dema gelan hatiye û lewma jî Tevgera Azadiya Kurd di serî de, avakirina sîstemek nû ya bi têkoşîna hêzên li dijî modernîteya kapîtalîst destpê kiriye.
Di 17 salan de ku Rêber Apo di şertên esaretê de hatiye girtin, bi pêşengiya gelê Kurd li Rojhilata Navîn di asta şoreşê de pêşketin çêbûne, çêdibin. Konfederalîzma demokratîk a ku li dijî sîstema netew-dewlet a modernîteya kapîtalîst tê wateya sîstema civakî ya li ser esasê neteweya demokratîk a modernîteya demokratîk, di serî de Kurdistan, li Rojhilata Navîn pêş dikeve. Modela xwerêveberiyê ya li Şengal, Rojava û Bakurê Kurdistanê, hem statuya Kurdan garantî dike hem jî ji bo gelan û bindestan dibe modela çareseriya esasî û hêvî. Modela jiyana azad a xwe dispêre xwerêveberiya gelan ku Rêber Apo di şexsê şoreşa Rojava de pêş xist, ji bo tevahî gelên cîhanê ne tenê bûye çavkaniya îlhamê, bi tevlîbûna ji pir gelî ve jî têkoşîna me ya li ser esasê xeta Rêber Apo gerdûnî bûye. Her ku têkoşîna azadiyê û berxwedan a li ser xeta Rêber Apo berbelav bû, AKP û hêzên faşîst ên pê re tifaq in, ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve polîtîkaya tecrîdek girankirî û zextê ya nehatiye dîtin xistin meriyetê. Şerê faşîst qirker ê li ser gelê me û hêzên demokrasiyê tê ferzkirin, bi sirgûnkirina hevalên li gel Rêbertiya me û qedexekirina hevdîtinên bi malbat, parêzeran re destpê kiriye. Bi vî awayî jî zext û zilma li ser Rêbertiya me; tê wateya zext û zilma li ser gelê me, tevahî hêzên demokrasiyê.
Fikara me ya têkîldarî ewlehiya can, azadî û tenduristiya Rêbertiya me ku zêdetirî salekê ye em agahiyê jê nagirin, bi hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ve zêde bûye. Em dizanin ku dema AKP’ê dem bi dem nameyên tehdîdê ji Rêbertiya me re hatin şandin, bi gotina ‘em 150 metreyî nêzî Îmraliyê ne’ gef dihatin xwarin. Di vê mijarê de jî hişyariyên vekirî yên Rêbertiya me çêbûne. AKP jî vê baş dizane. Ji ber ku ev sepanîn dema AKP’ê li dijî gelê me polîtîkayên zext û şer xistine dewreyê zêde bûne. Tê dîtin ku ev rewş û kiryarên ji AKP’ê qut nikare bê fikrandin.
Fermandarê Artêşa Mûdanya ya girêdayî Girtîgeha Îmraliyê bi îdîaya têkîliya xwe bi hêzên darbeker re heye hate girtin. Ev jî nîşan dide ku bê gefên mirinê yên li Rêbertiya me dihatin xwarin çiqasî cîdî ne. Lewre jî daxuyaniyên rayedarên AKP’ê yên weke “Abdullah Ocalan baş e, pirsgirêk nîne” li ber çavê me ti cîdîyet û qiymeta wan nîne.
Yên kiryarên zora fîzîkî, hewldana jehrkirinê li ser Rêbertiya me kirin, yekser têkîliyên xwe bi polîtîkayên şerê taybet ê AKP’ê re hene. Li ser vî esasî, ev kaosa ku bi darbeyê re xwe da der jî li ser Rêbertiya me tehdîdek rasterast ava kiriye. AKP’e ya dibêje li ser her şeyî serwer im, ji tenduristî û ewlehiya Rêbertiya me berpirsiyar e. Dema mirov karaktara AKP’e ya ku ji bo desthilatdariya xwe ya hegomonîk xurt bike û bidomîne her tiştî dide ber çavê xwe û ewqasî bêperwa dibe, li Kurdistanê gelek bajaran tarûmar dike, bi sedan mirovan qetil dike bide ber çavê xwe, wê baş bê dîtin ku bê fikara têkîldarî tenduristî û ewlehiya Rêbertiya me çiqasî di cih de ye.
Gelê me yê beriya niha bi 10 milyon îmzeyan azadiya Rêbertiya me xwestin, divê xwedî li îradeya xwe derkevin, bi rêbazên dewlemend ve hesab ji mêtingeriyê bixwazin. Pêwîst e zorê bidin CPT’ê ku têkîldarî Rêbertiya me daxuyaniyê bide, rê vekin ku Konseya YE û sazî û dezgehên navdewletî bibin xwedî helwest. Pêwîst e bi şîara ‘Azadiya Rêbertiya me azadiya me ye” ve ji 7 salî heta 70 salî gelê Kurd û dostên wan biherikin qadan. Heta azadiya Rêbertiya me jî qad vala nemînin.
Divê baş bê zanîn, her cure aresteyî Rêbertiya me wê ji hêla gelê me û hêzên me yên fedaî bê bersivandin. Roj, di şexsê Rêbertiya xwe de roja xwedîderketina li rojê û siberojê ye. Em bang li gelên xwe û tevahî raya giştî ya hestiyar dikin ku têkoşîna azadkirina Rêber Apo ya tê wateya demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn bidomînin.