Şervanên YBŞ/YJŞ'ê: Berxwedana Şengalê dewama Pêngava 15'ê Tebaxê ye
Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) dan xuyakirin, ku 15'ê Tebaxê ji bo wan rojeke pîroz e û ew bi ruhê vê pêngava dîrokî niha li Şengalê têdikoşin.
ŞOREŞ UZÎMÎ
ŞENGAL
în, 12 gelawêjê 2016, 07:20
Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) 32. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re nirxandin.
TÎRÊJ XELÊ: EGER 15'Ê TEBAXÊ NEBÛYA ME ÎRO LI ŞENGALÊ NEDIKARÎ LI BER XWE BIDIN
Şervanê YBŞ'ê Tîrêj Xelê da xuyakirin, ku roja 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd rojeke pîroz e û diyar kir, ku ew vê rojê weke cejnekê pîroz dikin.
Xelê got, "Ji xwe Pêngava 15'ê Tebaxê dewama berxwedana zîndanê Amedê bû. Dema hevalê Egîd êrîş bir ser dijmin, çav û guhên gel vebûn ji bo li hemberî dijmin bisekinin. Hevalê Egîd hevalekî fedayî bû. Di şexsê hevalên Zîlan, Bêrîtan û Zekiyeyan de gelek hevalan dan ser şopa hevalê Egîd. Di roja îro de jî li Şengalê, Şehîd Şengal, Berxwedan, Bêrîvanan ev xet dewam kirin. Eger 15'ê Tebaxê nebûya, me îro li Şengalê nedikarî li ber xwe bidin. Me nedikarî li hemberî dijmin bisekinin. Em 15'ê Tebaxê li hemû hevalan pîroz dikin."
SOZDAR ÇIYA: EM BI RUHÊ 15'Ê TEBAXÊ LI BER XWE DIDIN
Şervanê YJŞ'ê Sozdar Çiya di destpêka axaftina xwe de 15'ê Tebaxê li tevahiya gelên Kurdistanê pîroz kir, ku di şexsê fermandarê mezin Egîd de, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr anî.
Çiya destnîşan kir, ku eger îro li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn tê meşandin, ev yek bi saya 15'ê Tebaxê ye û ev nirxandin kir: "Ruhê ku em îro pê li hemberî çeteyên hov şer dikin, ruhê Egîdan, ruhê Zîlanan e. Cîhan tev li pêşberî vê têkoşîna me ya li hemberî zaliman û dîktatoran matmayî ma ye. Ev jî sireke 15'ê Tebaxê ye. Lewma, ji bo rizgarkirina gelê xwe ji destê desthilatdaran, em li li Minbicê, li Şengalê, li Medîbanê, li Şîlo, li her deverê bi ruhê 15'ê Tebaxê, bi ruhê hevalê Egîd li ber xwe didin."
HERGOT AVŞÎN: BINGEHA SERKETINÊN ME, 15'Ê TEBAXÊ YE
Şervanê YBŞ'ê Hergot Avşîn jî da zanîn, ku serketinên ew bi dest dixin, xwe dispêrin zemîna 15'ê Tebaxê û got, "Em bi ruhê hevalê Egîd li Şengalê li ber xwe didin."
AMARA BOTAN: FÎŞEKA YEKEMÎN A LI DIHÊ HAT TEQANDIN JI BO ME DESTPÊKA ŞOREŞÊ BÛ
Şervana YJŞ'ê Amara Botan di destpêkê de şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr anî û diyar kir, fîşeka destpêkê ya di 15'ê Tebaxê de li Dihê hat teqandin, ji bo wan destpêka şoreşê bû. Botan got, "Ji hingî ve heta niha têkoşîna gelê Kurd dewam dike. Niha gel jî di çeperan de alîkariya hevalan dike. Em li Şengalê dijmin pûç dikin. Tevî hemû êrîşan jî em li ber xwe didin."