Herbijî ber bi rêwîtiya dawî ve hate orxirkirin

Endamê berê yê KNK’ê û KONGRA GEL Celal Ozkan (Herbijî) ê ku jiyana xwe ji dest da, bi beşdariya bi hezaran kesan bi merasîmekî hate veşartin.

Endamê berê yê KNK’ê û KONGRA Gel Celal Ozkan (Herbijî) ê ku li navçeya Prsûs a Rihayê bicih bibû û ji ber nexweşiya penceşêrê, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan a li Rihayê dihat dermankirin vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Herbijî li warê xwe Pirsûsê bi beşdariya bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Cenazeyê Herbijî ji nexweşxaneya lê dihat dermankirin giritin û birin Pirsûsê. Heta rêya Mizar bi konvoyekî wesayîtan cenazeyê Herbijî hate birin û ji wir li ser milan darbest hilgiritin û birin Goristanan Şêx Nasir a ku nimêja cenaze lê bê kirin. Li vir piştî wecîbeyên olî cenazeyê Celal Ozkan bi tilîlî û dirûşmên “Şehîd namirin” li gel kurê wî Şêxo Ozkan ên ku di gerîlayê PKK’ê bû û di sala 1992’an jiyana xwe ji dest dabû veşartin.

Di merasîma cenaze de ku bi hezaran kes beşdar bibûn hevserokê DBP’ê Sabahat Tûncel, Parlemeterên HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemir û Dîlek Ocalan û parlementera HDP’ê ya Amdê Feleknas Ûca jî beşdar bûn.

Osman Baydemîr di merasîmê de axivî û wiha anî ziman: “Hevalê Herbijî, jiyanekî bi hêz pêşkêşî Kurdan û gelê Kurd kir. 40 salan li sirgûnê ma û jib o gel û rûmeta xwe xebat meşand. Ked û têkoşîna wî û hevriyên wî ya aştî û azadiyê wê di jiyana gelê Kurd de cih bigire.”

Parlementera HDP’ê Feleknas Ûcajî wiha got: “Min li gel wî xebat da meşandin. Tim digot: ‘Ez çiqasî li vir xebat didim meşandin jî lê her tim çavê min li welatê min e’. Îro ji bo me rojekî pir giran e. Ji ber ku îro ne me tenê hevriyekî xwe, siyasetmedarekî xwe, yan jî hevalê xwe, me bavê xwe winda kir. Ji ber xebat xwe ya bi salan li Ewropayê her malbat wî nas dike. Navê wî li gelek zarokan hate kirin. zarokên ku li Dîasporadê çavê xwe li jiyanê vekirin navê wî lêkirin. Ew ji bo her kesê rêveberek bû. Em îro dibêjin; me te bi gelê te re, malbata te re, bi rê kir. Vê yekê baş bizanibe wê ked û têkoşîna te dewam bike.”

Hevseroka DBP’ê Sabahat Tûncel jî wiha pê de çû: “Bi saya hevriyên mîna Herbijî û hevriyê wî îro li Rojhilata Navîn rê li ber şoreşên mezin û vegûherînan vekirin. Di destpêka têkoşînê de girse ne evqas bû, lê îro bi milyonan li Rojava şoreşê dikin û mirovatiyê bilind dikin. Îro hevriyên wî li Kurdistanê têkoşînê didomînin. 40 salan têkoşîna xwe berdewam kir. Têkoşîna Kurdistan û azadiya Kurd a ku ji bo me hêlayî bê cudahiya dem û cih, em ê heta dawiyê bidomînin.”

Piştî merasîma canaze ji bo Celal Ozkan li Mizgefta Alîgor Alî Kokmen xwarin hate dayîn. Ji bo sersaxiyê jî li heman mizgeftê tê qebûlkirin.