Cenazeyên 10 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku di operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, li Hesekê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê ji bo wergirtina cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Amar Abdulxefûr (Argeş Tolhildan), Tirkî Hemadê (Hogir), Omer Mişel Hemad, Hemade El-Sehib (Demhat Erîş), Xalid Mûsa (Manî Şedadî), Warşîn Ibrahîm (Berxwedan Hesekê), Mihemed Sarcîn, Hesen Cemal Alî (Kados Hesekê), Mehmûd Alî (Gabar Cudî) û Ziyad Salim (Heqî Roj) ên di demên cuda de di operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê de jiyana xwe ji dest dan, li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajar li kom bûn.
Girseya gel cenazeyên têkoşeran wergirt û bi karwanek ji wesayîtan ku bi wêneyên têkoşeran û gulan hat xemlandin bir Goristana Şehîd Dijwar a li gund Dawûdiyê.
Li goristanê şervanên YPG/YPJ`ê merasîma leşkerî lidar xistin. Piştre li ser navê QSD`ê Fermandar Lewend Rojava axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û got: "Eger ne ev têkoşeran bûna, herêmên me ji qirêjiya terorê rizgar nedibûn."
Lewend Rojava diyar kir ku têkoşerên azadiyê yên ji hemû pêkhateyan ji bo rê li ber planên rejîma Baas û çeteyan yên li ser herêmê bigirin, xwe kirin mertal û wiha axaftina xwe domand: "Rejîma Baas, çeteyên Koalîsyonê û alîgirên wan gelek caran hewl dan ku fitneyê di navbera pêkhateyên Rojava de derbixin. Lê tevlîhevbûna xwîna şehîdên hemû pêkhateyan li ser vê axa pîroz û bedelên ku ji bo rizgarkirina herêmê ji qirêjiya rejîm û çeteyan hat dayîn, nehişt ku armancên wan pêk werin. Îro gelê Rojava yek dest e û dilek e. Ew ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin."
Rojava di dawiya axaftina xwe de li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan soza şopandina rêya têkoşeran dubare kir.
Piştre wesîqeyên şehadetê yên her 10 têkoşeran ji aliyê Endama Saziya Malbata Şehîdan Îlham Bekir ve hat xwendin û radestî malbata wan hat kirin.
Cenazeyên têkoşerên azadiyê li ber tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi têkoşeran re hatin veşartin.