Li Şemzînanê li hember baregehên leşkerî çalakiyek hemwext
Gerîlayên HPG’ê û YJA-Star li hember nuqteyên baregehên leşkerî yên li bejahiya gundê Besosin ê li bejahiya herêma navçeya Şemzinan a Colemêrgê çalakiyekî hemwext lidar xist.
Gerîlayên HPG’ê û YJA-Star li hember nuqteyên baregehên leşkerî yên li bejahiya gundê Besosin ê li bejahiya herêma navçeya Şemzinan a Colemêrgê çalakiyekî hemwext lidar xist.
Piştî çalakiya ku bi çekên giran hate lidarxistin û şûn de li herêmê şer derket. Ji qereqolên derdor û nuqteyên leşkerî herêm dan ber topan, hat dîtin ku ji 3. Tabûra Komando û Çiya û 34. Fermandariya Tugaya Hudud a li navenda navçeyê ji herêmên şer lê qewimîn helîkopterên Skorsky û helîkopterên bi tîpa Kobra rabûne.
Têkildarî detayên şer ti agahî nehatin girtin, çapemeniya Tirk diyar kir ku di şer de 3 leşker birîndar bûne.
Agahiyên ku ji herêmê cih bi cih dengê çekan bilind dibe tên.