Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr bal kişand ser hewldanên krîmînalîzekirin Kurdan û destnîşan kir, ku li dijî van zext û zordariyan, ji bo afirandina aştiyek mayînde ji bilî berxwedanê çareyeke wan nîne.
ELÎF DOGAN
AMED
duşem, 15 gelawêjê 2016, 07:26
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr hewldanên AKP, CHP û MHP'ê yên krîmînalîzekirina Kurdan nirxand.
'KURD KURD IN, NE JI MILETEKÎ DIN E'
Pîr da xuyakirin, ku ji roja avakirina Destûra Bingehîn û vir ve li Tirkiyeyê ji bilî Tirkan ti gel li nebûne xwedî mafên xwe û got, "Di salên 1920'an de dema Komara Tirkiyeyê ava bû, belê li Çanakkaleyê Kurd, Tirk, gelên din û hemû zarokên vî welatî li wir bi hev re şer kirin. Û di encamê Komara Dewleta Tirkiyeyê ava kirin. Lê belê ji wan rojan û pê ve, gelên li derveyî Tirkan li derveyî welatê hevpar hatin hiştin.
Di Destûra Bingehîn de hîn gotina 'Miletê Tirk' heye. Kurd ne ji Miletê Tirk e. Kurd Kurd in. Li Tirkiyeyê tê gotin, 'Serdestî bêşert û merc a milet e'. Yanî mebest ew e ku serdestî bêşert û merc a miletê Tirk e. Em niha bi taybetî qala Kurdan bikin. Kurd ev sed sal in ti carî li Tirkiyeyê nebûne hevparê serdestiyê. Ti carî nebûne serdest. Serdestî çi ye? Serdestiya gel an jî gelan a li ser axekê ye. Kurd ti carî li ser axa Dewleta Komara Tirkiyeyê nebûne serdest."
'HEWL DIDIN KURDAN LI DERVEYÎ TIRKIYEYÊ BIHÊLIN'
Pîr bal kişand ser civîna li qesrê, ku 3 partî tevlî bûn, lê bang li HDP'ê nekirin û ev tespît kir: "Di civîna li qesrê ya bi navê 'civîna bilind a sê alî' de HDP nîne. Çima? Ji ber ku darbe li hemberî yên serdest hatiye kirin. Û ew serdest li Qesrê li hev civiyan e. AKP, CHP, MHP. Ji ber ku Kurdên HDP'yî ne serdest in, dawetî wê civîna serdestan nehatine kirin. Li Yenîkapiyê jî heman tişt derbasdar e. Ji bo Yenîkapiyê bi navê 'êrîş li hemberî serdestiya me hatiye kirin' yên serdest hatine vexwendin. Tirk hatine vexwendin. Kî li Meclîsê Tirkan temsîl dikin? CHP, MHP, AKP."
'AVÊTIN SER GELEK AVAHIYÊN ME YÊN BAJAR Û NAVÇEYAN'
Pîr ragihand, hewl tê dayîn HDP bê krîmînalîzekirin û destnîşan kir, ku serdest hewl didin hemû polîtîkayên xwe yên qirêj li ser HDP'ê bide ceribandin. Ziya Pîr serdegirtina buroyên HDP'ê jî nirxand û got, "Davêjin ser buroyên wan, dişewitînin, piştre tiştna ji ber xwe ve derdixîn û bi komployan hewl didin me nebaş nîşan bidin. Hewl didin me li aliyê nelegal nîşan bidin. Mesele ev e. Mînak, beriya du rojan li Stenbolê avêtin ser avahiya me ya bajêr û gelek navçeyan. Her tişt ji hev xistin, hema bêjin şewitandin. Bi binçavkirina HDP, DBP'yiyan, çavtirsandina mirovan û gelek zext û zordariyê hewl didin me nelegal nîşan bidin. Ji ber ku nikarin vebêjin bê çima me venexwendine û me tevlî hevdîtinên li ser destûra bingehîn nakin, radibin dibêjin ev terorîst in, lewma em dawet nakin. Mesele ev e.
'JI BILÎ BERXWEDANÊ TI ÇAREYEK ME NÎNE'
Polîtîka, sekn û pîvana me ji destpêkê ve diyar e. Me got; Em ji bo gelên xwe li Tirkiyeyê doza aştiyê dikin. Em dixwazin aştiyeke mayînde pêk were. Ev daxwaza me ya herî mezin e. Ya duyemîn; em dixwazin destûreke bingehîn a sivîl ku Kurd jî karibin xwe di nav de bibîne û qebûl bike, were amadekirin. Kar û barên di vî warî de divê werin kirin, ji aliyê stratejîk û taktîkî ve diyar in. Em ê di vê mijarê de li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedanê jî çareyeke me nîne."