32. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke leşkerî ya bi heybet hat pîrozkirin. Mûrat Karayilan li vir axivî û got, "Li Kurdistanê pêşî li qirkirinê hat girtin, niha dor hatiye rizgarî û azadiyê."
ANF
BEHDÎNAN
duşem, 15 gelawêjê 2016, 11:45
32. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke leşkerî ya bi heybet hat pîrozkirin. Bi sedan gerîla û Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, Delal Amed, Gulîstan Gulhat, Îrfan Amed, endamê Fermandariya Akademiyên Apollo Ozgur Gabar û nûnerên MLKP'ê beşdarî merasîmê bûn.
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan li vê merasîmê, ji gerîlayan re axivî. Karayilan, guherînên ku Pêngava 15'ê Tebaxê li Kurdistanê rê li ber vekir û bûyerên dawî nirxand.
Beşek ji axaftina Karayilan bi vî rengî ye:
15'Ê TEBAXÊ DESTANA LEHENGIYÊ YE
"Bi navê tevahiya gerîlayên azadiya Kurdistanê, em 32. salvegera 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li Rêber Apo pîroz dikin, rêzdarî û dilsoziya xwe pêşkêş dikin. Bi navê hemû gerîlayan, em Rêber Apo silav dikin. Em 32. salvegera 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li tevahiya gelê Kurdistanê, li dostên gelê Kurdistanê, li dayikên şehîdan, li tevahiya hevalan pîroz dikin. Pêngava 15'ê Tebaxê destana lehengiyê ye. Ev destan bi xwîna şehîdên me yên leheng hatiye nivîsandin. Di vê roja dîrokî de, di şexsê fermandarê mezin hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) de em hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bibîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re dubare dikin."
EWLEKARIYA RÊBER APO EWLEKARIYA TIRKIYEYÊ YE
"Xeta Rêber Apo siberojeke nû dide gelên li Kurdistanê û Rojhilata navîn. Lê belê mêtîngeriya Tirkiyeyê li hemberî Rêber Apo tecrîd û sîstema îşkenceya psîkolojîk dimeşîne. Lewma gelê me îro li Kurdistanê û derveyî welat daketiye qadan. Li Tirkiyeyê, di 15'ê Tîrmehê de pevçûneke navxweyî çêbû. Hewldana darbeyê çêbû. Hev du kuştin, li hev xistin. Di van rojan de li Îmraliyê çi çêbû ne xuya ye. Niha metirsiyeke mezin heye, der heqê ewlekariya Rêber Apo de. Em li vir weke Navenda Hêzên Parastina Kurdistanê dixwazin vî tiştî bibêjin: Eger îro ewlekariya Rêber Apo di xeteriyê de ye, ev tê wê wateyê ku ewlekariya hemû serokên li Tirkiyeyê di xeteriyê de ye. Ewlekariya Rêber Apo di heman demê de ewlekariya Tirkiyeyê ye. Her kes divê vê rastiyê baş zanibe. Tevahî hêzên parastina Kurdistanê fedayiyên Rêber Apo ne. Êrîşên li hemberî Rêberê Gelê Kurd zilma li gelê me ye. Divê Erdogan baş zanibe, ku qanûna her şerekî heye. Qanûna dijminatiyê jî heye. Divê Erdogan sînorên xwe tengav neke. Divê ti kes bi agir nelîze. Û derhal destûr bê dayîn ku heyetek biçe Îmraliyê. Pêwîste ev gotin û bangên me ji aliyê her kesî ve were dîtin. Eger bi vî rengî nebe, wê şerê li Kurdistanê veguhere şerekî bê kontrol û berpirsyarê vê jî wê Erdogan be. Divê her kes bi vê zanibe.
GERÎLA ÎSPAT KIR KU TÊK NAÇE, DOR HATIYE SERKETINÊ
"Hêzên Paratina Gelê Kurd îro li Rojhilata Navîn hêzeke gelekî girîng e. Di nava 32 salên dawî de dewleta Tirkiyeyê xwest vê hêzê qels bike, têk bibe lê artêşa Tirk li pêşberî gerîlayên azadiya Kurdistanê têk çû. Ji ber ku li hemberî gerîla têk çû, êdî mîna berê nikare darbeyê jî bike. Eger li hemberî gerîla serketî bûya, wê darbe jî bi ser bixista. Gerîlayên azadiya Kurdistanê di nava 32 salan de îspat kir ku têk naçe. Dema ewlekariya Kurdistanê û gelê herêmê ket xeteriyê, mudaxle kir. Performansa gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li hemberî çeteyên mîna DAIŞ û El Nûsra li pêş çavan e. Di destwerdana li Şengalê de, di berxwedana li Mexmûr-Kerkûkê de, di şerê li Kobanê de cîhanê tev ev rastî dît. Herî dawî di şerê li bajarên Bakurê Kurdistanê de li Sûr, Cizîr, Hezex, Nisêbîn, Şirnex, Geverê ev rastî raxist pêş çavan. Îspat bû ku ti hêz nikare gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê têk bibin. Eşkere ye eger bi temamî gel û gerîla bibe yek, wê ti kes nikare pêşî li ber bisekine.
Îro bi vê tecrûbeya xwe, bi kûraniya xwe Hêzên Parastina Kurdistanê hêzeke fedayî ya Apoyî ye û profesyonel e. Ne artêşa Tirkiyeyê dikare pê, ne jî artêşên cuda kesek dikare pê. Di vî warî de divê kes xwe neceribîne. Gerîlayên azadiya Kurdistanê, bi vê asta xwe ve di rêya azadiyê de dimeşe. Heta niha îspat kir ku têk naçe; niha dor hatiye serketinê. Li Kurdistanê pêşî li qirkirinê hat girtin; dor hatiye rizgarî û azadiyê. Gerîlayên azadiya Kurdistanê di vê çarçoveyê de dikeve sala 33'an."
JI BO SERKETINÊ, YEKÎTIYA NETEWEYÎ
"Ti kes, ti siyasetmedarên Kurd divê pişta xwe nede neyaran. Bi neyaran bawer nekin, bi dewletên dagirker bawer nekin. Baweriya mezin em bi xwe ne, yekîtiya me bi xwe ye. Em dixwazin pirsgirêk bi guftugo, bi diyalogê çareser bibe. Lê niha li hemberî me dijminekî ku her roj talîmatê dide, hêzan bi ser me de dişîne, teknolojiya herî bilind bi ser me de bi kar tîne, bajarê me xera kiriye, însanên me dişewitîne, dijminekî, dîktatorekî mîna Erdogan ku dixwaze xwîna me vexwe heye. Li hemberî van dijminan em ê heta dawiyê şer bikin. Û em ê vî şerî êdî bi ser bixînin. Mecala vê hatiye, dema vê hatiye. Bi ruhê êrîşa 15'ê Tebaxê, em careke din Cejna Vejînê li tevahiya gelê xwe û li we tevahî hevalan pîroz dikin. Û em dibêjin 'bijî ruhê 1'ê Tebaxê, bijî bijî Serok Apo'."
Piştî merasîma leşkerî, çalakiyeke çandê hat lidarxistin û hozan Diyar jî ji gerîlayên azadiya Kurdistanê re stranên xwe pêşkêş kir.