BI DÎMEN

Dîmenê çalakiya 30 leşker tê de hatin kuştin, hat weşandin

Gerîla TV, dîmenê çalakiya gerîlayên HPG/YJA Starê ya 5'ê Tebaxê li Mergê Savê, Geliyê Masîro û alaya Garê hat lidarxistin, weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê dabû xuyakirin, ku di vê çalakiyê de herî kêm 30 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Di dîmenê ji aliyê Gerîla TV ve hat weşandin de, amadekariyên hêzên gerîla yên beriya çalakiyê û detayên çalakiyê hene.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser vê çalakiyê ev agahî hatibûn dayîn:

"Roja 5'ê Tebaxê saet di 12:30 de, hêzênm e li navçeya Colemêrg Şemzînanê, li hemberî Mergê Savê (Genîş Tepe), Girê Geliyê Masîro û alaya Garê çalakiyeke berfireh lidar xistin. Ji du baskan ve derbên xurt li Mergê Savê hatin xistin û şerê li vir qewimî heta danê êvarê dewam kir.

Hêzên me derbên xurt li girê Geliyê Masîro jî xistin. Ev gir bi temamî hat xistin û ket bin kontrolê. Li vir çekek BKC û çekek HK-33 (Melez) hatin rakirin.

Di heman demê de gerîlayên me bi çekên giran li alaya Garê xistin. Piştî çalakiyê balafirên şer bombe li herêma çalakiyê barandin.

Cenazeyên leşkerên artêşa TC 2 rojan li gir man e. Di 7'ê Tebaxê saet di 13:00 de, artêşa TC miriyên bi hêstiran ji gir daxist û piştre gelek ambûlansan cenaze rakirin nexweşxaneya li Şemzînanê. Nexweşxane jî dorpêç kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, zêdeyî 30 leşkerên TC hatine kuştin.

Di vê çalakiyê de 6 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd ketin."