Bayik stratejiya têkoşînê ya dema nû eşkere kir

Bayik diyar kir, têkoşîna azadiyê ya Kurd bûye hêvî ji herêmê û hemû mirovahiyê re û şîara serdema nû jî bi vî awayî pênase kir: "Em Xweseriya Demokratîk ava bikin, azadiya Rêbertiyê û gel teqez bikin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di axaftina dawiyê ya Civata Giştî ya Kongra Gel a 10. de, ku di navbera 1-4’ê Tebaxê de pêk hatibû, stratejiyê têkoşînê ya serdema pêş nirxand.

Bayik, di civîna Civata Giştî de bi spasidayinê dest bi axaftina xwe kir û diyar kir, wan Civata Giştî ya Kongra Gel a 10. diyarî wan kesan kirine ku li Şengalê, Rojava, Bakurê Kurdistanê şehîd ketine.

Bayik diyar kir têkoşîna azadiyê ji herêmê û tevahiya mirovahiyê re bûye hêvî, şîara têkoşînê ya serdema pêş me jî wekî, "Em Xweseriya Demokratîk ava bikin, azadiya Rêbertiyê û gel teqez bikin" pênase kir.

Bayik di axaftina xwe de diyar kir, Civata Giştî di serdemeke dîrokî de pêk hatiye û got, "Ji niha û şûn ve divê li navenda jiyanê û têkoşînê divê azadiya Rêbertiyê hebe."

Bayik di axaftina xwe de bang li hêzên navneteweyî jî kir û got, "Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin."

Bayik bang li xebatkar û kadroyên têkoşîna Azadiya Kurd jî kir, xwest ku her kese berpirsyariyên xwe yên dîrokî pêk bîne.

Bayik diyar kir ku ew ê heya dawiyê li pişt şoreşa Şengalê û Rojava bisekinin, careke dî jî ji bo Kongra Netewî bang kir.

CIVATA GIŞTÎ SERKETÎ PÊK HATIYE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, wiha bang li delegeyên Civata Giştî kir: Beriya ku ez dest bi axaftina xwe bikim, spasiya xwe li Desteya Civata Giştî ya Kongra Gel a 10. dikim ku careke dî peywira Hevseroktiyê dane me. Ji bo hemû hevalên ku ji hêla Desteya Giştî ve hatine peywirdarkirin, serketinê hêvî dikim. Desteya me ya Giştî ku bi 161 delegeyî civiyayî bi serketî pêk hatiye. Di maweya kongrê de bi hemû hevalan re zelalbûn û biryarbûnek hebû. Vê jî kir ku Desteya Giştî bi serketî pêk were. Ez Civata Desteya Giştî diyarî hemû şehîdên Şengalê, Rojava û Bakurê Kurdistanê dikim, ku di têkoşîna xwerêveberiyê de şehîd ketine. Li vê kongrê guftûgo hatin kirin, li ser vê zemînê jî hin biryar hatin girtin. Bi vê re jî, zelalbûnek û biryarbûneke diyar bû. Êdî ne dema gotinê lê ya pratîkê ye. Bi pratîka ku em ê nîşan bidin encam wê derkevin holê. Di pêkanîna vê kongrê de kedek giran a gerîlayan heye. Dîsa ez malovaniyê li wan hemû hevalan dikim ku di pêvajoya amadekirina kongrê de xwêdan rijandine.’’

GELÊ ME WÊ ÇARESERIYA XWE PÊK BÎNE

Di berdewamiya axaftina xwe de bal kişande ser bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser geşedanên Kurdistanê û Rojhilata Navîn û wiha pê de çû; ‘’Her demê divê em Rêbertiyê têxin navenda xebatên xwe, têkoşîna xwe, berxwedana xwe, şerê xwe. Ji ber ku hemû geşedan û guhurîn li derdora Rêbertiyê pêk tên. Tenê li Kurdistanê na, li hemû Rojhilat Navîn her çi dibe li derdora Rêbertî pêk tên.

Eger ji niha û şûn de em ê guherînê û pêşketinê bijîn, em ê armancên ku me danîne ber xwe pêk bînin, ku me Rêbertî kire navenda van hemû armancên xwe de em ê serketî bin. Ji bo vê jî, te divê bila Tevger be, te divê bila saziyên Tevgerê bin, bila kadro, xebatkar û gelê me be, divê em pîvanên xeta Rêbertiyê, felsefeya Rêbertiyê, tempoya wî ya xebatê ji xwe re bikin navend. Wê demê mirov dikare heq ji hemû arîşeyan derkeve, pêşketîn û serketinê bi dest bixîne, wê demê em ê bikaribin ji bo gelê xwe azadiyê pêk bînin. Bîr û baweriya min ew e ku hemû hevalên me jî hay ji vî tiştî hene. Civata Desteya me ya Giştî ya 10. li ber siha qirkirinê pêk hat, di rewşeke wiha de bi ser ket. Heke di rewşeke wiha de ev civat bi ser ketibe, li vir helwesta Rêbertiyê esas e. Rêbertî di şertên pir giran de, di bin zext û zordariyan de ji bo çareseriya arîşeya Kurd gelek xebat pêk anîne. Dema xebat bi rê ve birine jî tim dengê xwe li me û gel kiriye û gotiye;  ‘’Her çendî hevdîtin hebin jî, her çendî ez dixwazim ku arîşeya Kurd bi rêyên siyasî çareser bikim jî, pêkan e ku çareser jî nebe; heke bi rêyên siyasî çareser nebe, wê demê jî gelê me wê çareseriya xwe diyar bike. Divê her kes şiyar be, bila kes nebêje, ji ber ku diyalog heye, muzakere hene şer bi teqezî wê nebe û arîşe wê bi rêyên siyasî çareser bibin. Ev daxwaza me ye, em ji bo vê dixebitin. Lê yên li pêşberî me dilîzin. Divê ti caran em vê ji bîr nekin,dibe ku ev xebatên ku yek alî em bi rê ve dibin encamê bi xwe re neyînin."
 
'QIRKIRIN LI ŞENGALÊ Û KOBANÊ DEST PÊ KIR, DIXWAZIN LI BAKUR TEMAM BIKIN'

Bayik bal kişande ser polîtîkayên qirkirinê yên ku li ser Kurdan ferz dikin, diyar kir, helwesta Ocalan pêşî li qirkirinê girtiye û got:

"Li ser gelê me her carê komkujî hebûne, ev carinan zêde bûn, carinan kêm dibûn lê komkujî ti caran nesekinîne. Ji bo vê jî Rêbertî ti digot, ‘’divê hûn rêxistinbûyina xwe xurt bikin, xweparastina xwe pêk bînin û xwe biparêzin.’’ Ev ji bo me her dem peywirek e. Du sal berê bi destê dewleta Tirk û alîkariya hin hêzan li dijî gelê me êrîşeke qirkirinê pêk hat. Ev êrîşa qirkirinê pêşî li Şengalê pêk anîn, piştre jî li Kobanê xwestin temam bikin û li Bakur berbelav bikin. Li Bakur jî berxwedaneke bêhempa ya xwerêveberiyê hate nîşandan. Ev helwest bi helwesta Rêber Apo bi pêş ket. Pêşî li qirkirinê hate girtin. Pêşî lê girt ku li ser gelê me qirkirin pêk were û armancên dijmin pûç kirin. Bi vê helwesta berxwedana li Şegalê, Kobanê, li Bakur li gelek bajaran berxwedanên giran me dan. Lê ku me ev berdêl nedana me yê nikarîbûya pêşî li vê qirkirinê bigirin.

Wê tesfiye pêk bihata, qirkirina pêk bihata. Dibe ku me berdêlên mezin dabin lê me pêşî li tesfiye û qirbûnê girt. Îro berxwedana ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî qirkirinê em didin bêhtir watedar dibe. Her kes nirxê berxwedanê dibîne û wateyekê lê bar dike. Destpêkê hin kesan û hin beş ev baş fêhm nekirin. Lê piştî ku 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê pêk hat û li Tirkiyê kaos, krîz kûr bû, ev berxwedan rast hate fêhmkirin. Dijminê me plana qirkirinê da ber xwe û ji bo ku vê pêk bîne jî hemû derfetên xwe seferber kirin, me jî bi berxwedana xwerêveberiyê bersiv da wê. Vê pêngavê kir ku polîtîkaya qirkirinê bi kulekî bimeşe. Heke îro li Tirkiyê kaos û krîzek hebe, netew-dewleta dijî Kurd îflas kiribe, ev, encama helwesta Rêber Apo û pêngava xwerêveberiyê ye. Vê berxwedanê li Tirkiyê gelek geşedan bi xwe re anîn. Ev hêla wê ya li ber çav e, yên ku nayên dîtin jî wê derketin holê, roj bi roj wê derkevin holê. Wê demê her kes wê bibîne ku ragihandinên xwerêveberiyê çendî di wextê xwe de bûn û di cihê xwe de bûn.
(..)

'GEŞADANÊN LI TIRKIYE ENCAMA BERXWEDANA ME NE'

Vê kongreyê pratîka bihurî bi her hawî nirxand. Kêmasî û şaşitiyên di pratîkê de, bi nîqaşan, rexne û rexnedayinê hatin zelalkirin. Di pratîkê de tiştên baş çi bûn ew jî hatin nirxandin û zelalkirin. Li ser vî esasî pêşiya me ronî bû. Ji niha û şûn ve em ê çawa bimeşin, çawa siyasetê bikin, ev zelal bûn. Jixwe kongre diviya ji bo vê bihata kirin. Ji bo ku em bikaribin pêşiya xwe bibînin, ji berê bêhtir bibin xwedan pratîkeke rast û xurt, ji bo pêkanîna bêrîkirên şehîdan, gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn diviya li vê kongreyê bihata pejirandin. Heke me ev kongre di nav van şertên neyênî de pêk anîbe sedem ev e. Ji ber ku em di nav pratîkeke zêde de bûn û ji nav van pratîkan gelek encam derketin holê. Darbeya ku li Tirkiyê pêk hatî û tiştên ku îro têne jiyîn jî encama pratîka me ye. Ji bo vê jî, ji bo kut iştên ku em ê siberojê bikin derbikevin holê diviya ev kongre bihata kirin. Bi vê kongrê re zelalbûn û biryarbûneke derkete holê. Li ser vî esasî ji bo têkoşîn û yekîtiya têkoşînê were pêşxistin li vê kongrê nîqaş hatin kirin û hin biryar hatin standin. Diviya ku me gelê xwe, saziyên xwe, kadro û xebatkarên xwe li ser armancên xwe bigihînin hev û bi vê parvekirinê re jî bigihijin encamê. Ji ber ku, ku ev nebe berxwedan dikare were dayin lê belê encamên ku têne xwestin nikarin werin bidestxistin. Bi kongrê re tiştên ku diviya werin kirin, hatine kirin, bi vîna hevpar biryarên hewce hatine standin.’’

PÊVAJO WÊ GIRANTIR BIBE

Heval jî dizanin, ji her hêlê ve em ketine pêvajoyeke nû. Pêvajoya têdeyî giran e, wê girantir jî bibe. Li hemberî êrîşên li ser tevgera me û gelê me, ji her halî ve divê em baştir xwe amade bikin, da ku em bikarin van êrîşan pûç bikin û armancên xwe pêk bînin. Heke li Tirkiyê darbe pêk hatibe, Rewşa Awarte hebe, hedefa van hemûyan tevgera me û gelê me ye. Ji bo vê jî, wê hemû derfetên xwe bi kar bînin û bi ser me de werin. Li hemberî van êrîşan divê em weke tevger û gel divê bi awayekî pir xurt amadekariyên xwe bikin. Em çiqasî zêde bikaribin xwe amade bikin, xwe birêxistin bikin, em ê bikaribin êrîşan pûç bikin û armancên xwe pêk bînin.

Ji her halî ve diyar bû ku berxwedana me li ser kîjan xet û rêbazê pêş bikeve wê bêhtir encamgir be. Ji bo vê jî, Despêkê Cıvata Giştî hemû kador û xebat divê li ser zemîna biryardarî û zelalbûna ku di nav gel de derketî holê, divê îradeyeke xurt derkeve. Heke vîneke xurt neyê nîşandan, êrîşên bi ser tevgera me û gelê me de wê bi xwe re talokeyan bînin. Ji bo ku taloke zêdetir mezin nebe divê em xweyî vîneke hê meztir bin, da ku em van êrîşan bikaribin bişkînin.

Dijmin dixwaze me bişkîne û li ser vê bingehê li Kurdistanê komkujiyên fizîkî, çandî temam bike. Ji bo vê pêk bînin jî wê hemû derfetên xwe seferber bikin. Ev ji niha ve diyar e. Ji berê ve, çawa ku li hemberî êrîşan me berxwedanek nîşan dide û ev xurt dikir, ji niha û şûn ve jî em ê berxwedanê mezin bikin. Berxwedan çiqasî were mezinkirin dijmin jî wê di şikestina me de zêdetir israrê bike. Em çi qasî israr bikin, em ê jî di berxwedanê de ev qasî israr bikin. Ev qanûna şoreşê ye. Ji bo vê jî pêvajoya ku niha em tê de ne, pêvajoya man û nemanê ye. An şoreşa gelan wê bi ser bikeve an jî şoreş wê derbeke mezin bixwe. Ji ber ku em di qonaxeke wiha ya têkoşînê de ne. Ji bo vê jî ji niha û şûn de ne şer û ne jî jiyaneke weke ya berê nabe. Weke berê xebat jî nabe. Rêbertî ji mêj ve, ji bo ku em nekevin bê xefletê ev hemû diyar kiribûn.

ŞEHÎDÊN ME RÊ NÎŞANÎ ME DANE

Şehîdên me yên di berxwedana Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Hezex, Şirnexê nîşanî me dane bê ka em ê çawa li hemberî qirbûnê û şikestinê rawestin. Di serî de Mehmet Tûnc, Asya, Pakîze, rêberên me yên gel, bi pratîk û şehîdbûna xwe nîşanî me dane ku divê em li hemberî qirbûnê û şikestinê rawestin. Pîvanên ku bi zindana Amedê re hatibûne berzkirin li Sûr,Cizîrê û bajarên din bêhtir hatine berzkirin. Bi vî awayî hêza me ya têkoşîn û berxwedanê zêdetir kirine. Rêber Apo gotiye,’’ PKK tevgereke wiha ye ku tim pîvanan berz dike’’ Lehengên me li Sûr, Cizîr, Şirnex, Nisêbînê, Geverê pîvanên ku Rêbertiyê nîşan dayî, berxwederên zindanan berbiçav kirî ji bo xwe esas girtibûn. Bi berzkirina van pîvanan ewlekariya têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê pêk anîn. Ji bo vê jî pîvanên ku Mehmet Tûnc, Pakîze Nayir, Asya Yuksel û yên din nîşan dayin, ji bo me pîvanên esasî ne.

Pîvanên jêra vê, jiyana azad û demokratîk bi dest me ve nayînin. Komun, meclîs û saziyên ku wê werin çêikrin, berxwedanên ku li ser vê bingehê pêk hatin, bi pîvanên ku wan danîne û tarzê berxwedanê ku wan nîşan dayî wê encamê bigirin. Ji ber ku wan pîvan dane me û ji van pîvanan cihêtir pîvan nayên qebûlkirin. Ji bo hemû kadroyan jî, ji bo hemû xebatkaran û hemû endamên KCK’ê jî ev wiha ye. Ez bawer dikim ku her kes wê van pîvanan ji xwe re esas bigire. Li ser van pîvanan wê xwe bi pêş bixînin û têkoşînê xur bikin. Çawa ku em pîvanên ku hevalên Mehmet Tûnc, Asya Yuksel, Pakîze Nayir, Çiyager, Axîn, Xebatkar, Îslam diyar kirine ji xwe re esas digirin, têoşînê xurt dikin, dijminê me jî wê hewl bidin ku van pîvanan ji holê rakin. Wê hewl bidin ku pîvanên wan berovajî û bê wate bikin. Jixwe hêzên hegemonîk û hevkarên wan ên di nav Kurdan de bi şerê psîkolojîk bi ser tevgerê û gel û berxwedana dastanî ve diçin. Niha şêwazeke negatîf bi kar tînin û dixwazin hêviyê bişkînin. Ji madîyatê bigirin heya bi çapemeniyê her tiştî bi kar tînin. Wê van tiştan bêhtir jî bikin. Ji bo vê jî kadroyên vê tevgerê, xebatkarên wê, divê Rêber Apo ji xwe re esas bigirin û li hemberî şêwaza negatîf û bêhêvitiyê rawestin. Wê demê em ê bikaribin berdêlên xweseriya demokratîk, yên di xwerêveberiyê de hatine dayin watedar bikin û bigihînin armancên wan. Ev peywira me ya esasî ye. Ev ne tenê peywira me kadoryên me ye, peywira her însanê me ye."

'KURD DIVÊ ÊDÎ PERGALA XWE AVA BIKIN'

Di berdewamiya axaftina xwe de Bayik wiha got; "Em li ser bingehê xwerêveberinê, di nav pergala xwe ya demokratîk de dixwazin bi azadî bijîn. Ji bo vê jî divê pêşî em gelê xwe, hişmendiya gelê xwe ji dewletê qut bikin. Ji bo ku em bikaribin bi azadî bijîn, vê pêş bixin û daxwazên gelê xwe pêk bînin, divê em ji dewletê cihê, pergala xwe ya demokratî ava bikin. Divê em xwe ji dûvelengiya dewletê û ji rewşa ku jê re xizmetê dikin derxînin. Em di vê hêlê de çi qasî bikaribin gavan bavêjin, em ê ewqasî bikaribin ber bi azadî û pergala xwe ve gavan bavêjin. Heke em nikaribin gelê xwe ji pergala dewletê qut bikin û ji hişmendiya wê em nikaribin qut bikin, bi zanebûn an jî bê zanebûn em wê xurt bikin, em xizmetê ji wê re bikin, em ê ti carî nikaribin ji bo xwe hebin, her demê em ê ji bo hegemonan bin û xizmetî wan bikin. Di vê kongrê de divê em sîstema xwe di pratîkê de û bi pêşxistina hişmendî û bihistyariya di di jiyanê de berz bikin. Divê jiyaneke me ya ji bo me hebe.

Hê ji destpêka PKK’ê ve ev hişmendî, hîs û armanc hebû. Rêber Apo hê roja pêşî got; "Jiyana heyî ne ti jiyan e. Li ser jiyanê komkujî hatiye kirin. Jiyaneke ku her roj Kurd û Kurdistan tê kuştin, ji bo me û ji bo Kurdan ne jiyan e." Wê demê li ser vê sekinî; "Naxwe jiyana ku wê were jiyîn wê li ser kîjan esasan be?’’ Jiyana ku hegemonan ji bo Kurdan nîşan dabû mirin bû, ew red kir. Felsefeya mirinê qebûl nekir, felsefeya jiyanê li Kurdistanê pêş xist. Bi vî awayî Kurd rabûne ser piyan, ji bo xwe têkoşiya, îro jî ji bo xwe têdikoşe. Jiyaneke her milîtanekî vê tevgerê heye û ev jiyan jiyana Rêber Apo ye. Li derveyî vê, li nav vê Tevgerê jiyaneke dî nabe. Ji ber ku tenê ev dikare jiyanê watedar bike, Kurdan, mirovahiyê ji mirinê rizgar bike û azad bike, siberoja wê mîsoger bike. Ji bo ku em vê jiyanê bi her kesî bidin qebûlkirin em ê bi bi têkoşîna xwe, jiyana xwe rikdar bin. Heke em ê li ber xwe bidin, em ê bi jiyaneke wiha li ber xwe bidin.

Îro Tirkiye di nav kaos û krîzeke mezin de ye, her kes vê dibîne. Heke îro netew-dewletê îflas kiribe, saziyên wê îflas kiribin, nexasim artêşa wê ev çend ji qewet ketibe, ev encama têkoşîna me ye. Eger ew berxwedan nebûna, li Tirkiyê rewşeke wiha pêk nedihat û ev encam dernediket holê. Encamên ku me derxistin holê tenê ne ji bo Kurdan girîng in, ji bo Rojhilata Navîn û mirovahiyê jî girîng in. Ev rastî her roj baştir tê fêhmkirin. Heke kadroyên vê tevgerê berpirsyariyên xwe bi cih bînin, pêngava me ya heyî ku me li Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn dayî destpêkirin wê biçe serî, jiyana demokratîk û azad tenê ne li Bakurê Kurdistanê li hemû beşên Kurdistanê bikin rasteqîniyeke berbiçav.

SERDEM NE SERDEMEKE JI RÊZÊ YE

Ji bo vê jî serdema têdeyî ne serdemeke asayî ye. Xebatên me wê ne weke berê bin. Di vê serdemê de tempoya me û teşeyê têkoşînê ji berê divê xurttir bin. Ji ber ku tempo, şêwaza berê ji bo bidestxistina armancan têrê nakin, me li paş dihêlin û bi me didin windakirin. Lê em di serdemeke wiha de ne ku divê em ji her demê bêhtir bi dest bixin. Her serdemek xweyî şêwazekî xebat û têkoşînê heye. Wekî ku em ketine pêvajoyeke nû, li Tirkiyê kaos û krîz heye û ji bo me fersendên mezin çêbûne, naxwe divê em jî vê fersendê baş bixebitînin.’’

'DIYALEKTÎKA PÊŞKETINA PKK’Ê FEDAÎBÛN E'

Tê zanîn, heya îro me her tişt bi fedaîbûnê bi dest xist. Em ji Rêber Apo bigirin, hemû sazî, mîlîtanên vê tevgerê, tevî şaşî û kêmasiyên xwe jî fedaî ne. Tê zanîn ku em ji hemû tevgerên dinyayê xweyî karekterekî cihêtir û pêştir in. Milîtanên me jî, li ser zemîna vê cihêtiya me, bi fedaîbûnê teşe digire. Me çi bi dest xistibe, bi vê milîtaniyê me bi dest xistiye û ji niha û şûn ve jî em ê bi vê milîtaniyê bi ser bikevin. Di rasteqîniya Rêbertiyê de şoreşa di nav şoreşê de esas e. Diyalektîka pêşketinê ya vê tevgerê ev e. Ev tevger her demê bi vê xwe nû dike, serketinê, pêşketinê dijî û dide jiyîn.

Çawa ku heya niha  bi fedaîbûnê em bi ser ketin, ji niha û şûn de jî em ê bi vê bi ser bikevin û bi ser bixin. Ev qanûna şoreşa Kurdistanê ye. Ji bilî vê li Kurdistanê şoreş bi pêş nakeve û bi ser nakeve. Ev jî di jiyanê de jî û di pratîkê de jî diyar bûye. Her kesî ev dîtiye. Ji bo vê gelê Kurd, kesên ku pêşengtiyê ji gelê Kurd re dikin divê vê qet ji bîr nekin. Em ê demeke dirêj di nav şer de bin. Em ê di nav şer de xwe ava bikin û ji nû ve bi avanî bikin. Ji bo vê jî divê em bi temamî xwe li gorî şer hazir bikn. Jiyan û têkoşîna xwe divê em li gorî vê amade bikin. Bila kesek nebêje, ev ji mêj ve ye em têdikoşin ji bo çi encamên ku em dixwazin me bi dest nexistin. Me serketinên mezin pêk anîn, destkeftiyên me yên mezin çêbûn. Lê di rasteqîniya Rojhilata Navîn de ji bo ku em hemû armancên xwe pêk bînin, divê em têkoşîneke meztir bidin. Divê rasteqîniya Rojhilata Navîn û Kurdistanê, rasteqîniya hegemonên qirker û mêtinger baş were dîtin. Ji bo vê jî divê ti caran em xwe nexapînin û nekevin xefletê. Rojhilata Navîn Kurdistan e; Kurdistan bingehê Rojhilata Navîn e, Rojhilat Navîn jî bingehê dinyayê ye. Li Kurdistanê şoreş hejandina dinyayê ye. Kesên ku dixwazin bigihijin vê armancê divê li gorî wê tarzk, tempo û fedekariyê nîşan bidin. Heke em xwe û jiyana xwe li gorî vê rêxistin bikin, li gorî îmkanên kêm û dijwar bikaribin hêza têkoşînê nîşan bidin, wê dem ê em ê wan derfetên ku em bikaribin li welatê xwe bi nirxên xwe yên gewherî, bi azadî bijîn. Me tarza vê derxistiye holê. Tenê bes em xwe li vê bipêçin û hêza wê ya têkoşînê nîşan bidin.

Pêvajoya ku niha em tê de ne, di heman demê de avakirina jiyana civakî ya pirhêlî ye. Divê avakirin û têkoşîn bi hev re were kirin. Heke ev bi hev re pêk neyên, em ê nikaribin armancên xwe pêş bixînin û pêk bînin. Ti çi qasî bikaribî avakirinê bi pêş bixîne, tu yê ew qasî bikaribî têkoşînê xurt bikî; tu çi qasî bikaribî têkoşînê xurt bikî, tu yê ewqasî bikaribî avakirinê xurt bikî. Avakirin tenê ne ji bo serdemekê ye, ji bo hemû serdeman e. Heke avakirina bi vî awayî were fêhmkirin, wê rast jî were pêk anîn. Dirûşma me, bi hev re pêşxistina avakirina û têkoşînê ye. Dirûşma civata me ya Desteya Giştî jî di nav vê çarçoweyê de pê hat: ‘’Em Xweseriya Demokratîk ava bikin, azadiya Rêbertiyê û gel teqez bikin’’ Divê em pratîka xwe bi temamî li dor vê dirûşmê pêk bînin.’’

'TÊKOŞÎN Û AVAKIRIN WÊ BI HEV RE WERE KIRIN'
(…)

"Kadro di avakirin û têkoşînê de divê her dem bi mîsyona pêşengtiyê rabe. Wê nebêje, bila vê peywirê hine dî pêk bînin. Ji bo ku gel hewceyî kesî nebe û xwe bi rê ve bibe, kadro û pêşeng divê gel bi pêş bixin, hişmend bikin û vînê nîşan bidin. Di siyaseta me de, tevgera me de, jin û ciwan pêşeng in. Pêşengtî beriya her tiştî berpirsyariyê, cidîbûnê û fedakariyê dixwaze. Wê ne tenê xwe, civakê jî birêxistin bikin. Tevgera jin û ciwanan bingehê me û heqîqeta me ye, her tiştê me ye. Ji bo vê jî hemû kadroyên vê tevgerê wê tevgerên jin û ciwanan weke ku çavê wan bin biparêzin, mezin bikin. Ji bo ku ev tevger peywirên xwe bi cih bînin, wê ji wan re xizmetê bikin.

Pêşeng bi serê xwe, bi tena serê xwe nikarin peywira xwe bi cih bînin. Heke te bi wan re alîkar kir, li hemberî wan te peywira xwe bi cih anî, wê demê ew ê jî peywira xwe ya pêşengtiyê bi cih bînin. Zîndîbûna vê tevgerê, serketin û pêşketina wê li ser jin û ciwanan pêk tê. Ji ber ku giyanê vê tevgerê jin û ciwan in. Yên ku vê ji xwe re esas nabînin, nikarin hevrêtiyê bi bi Rêbertiyê re bikin, nikarin bibêjin ew ji bo azadiyê dimeşin.

'BERPIRSYARIYA LI SER KADROYÊN TEVGERÊ DÎROKÎ YE'

Hemû serwer êrîşê tînin ser tevgerê û hêviya hemû çewisandiyan jî ji Tevgerê heye. Ji bo vê jî em Tevger hem divê li dijî hemû serweran raweste û hem jî hêviyê hemû gelên çewisandî, dînan, çanda pêk bîne. Em ne dikarin hêviya gelê xwe û ne jî ya gelên xwe bişikînin. Ji bo vê jî şerê diyarkirina çarenûsê em didin. Niha çarenûsa her kesî ketiye destê PKK’ê de. Kadroyên PKK’ê divê vê baş fêhm bikin, hêviyên her kesî bila rast pêk bînin.

Têkoşîna me di vê pêvajoye de wê bêhtir mezin bibe û berfireh bibe. Divê tevlêbûnê em bêsînor mezin bikin. Ango li gel afirandina kadroyan divê di kadroyên heyî de jî em pîvanan berz bikin. Ji ber ku pêvajoya diyarkirina çarenûsê bi vê pêk tê.

Di vê pêvajoye de divê em eniya berxwedanê û têkoşînê bilind bikin. Ji bo ku em armancên xwe pêk bînin ev şert e. Ji bo vê jî divê li her derê em bi hêzên muxalîf re, hêzên demokratîk re têkiliyê deynin. Bi beşên herî berfireh re divê em tekilî û tifaqê deynin. Divê em pir girîngî bidin vê rewşê. Me hin gav avêtin, ev gav baş in lê têrê nakin. Gavên ku me bi çepgirên Tirk re danîn divê em hê xurttir û berfirehtir bikin. Tam jî di vê demê de bi mezinkirina eniya demokrasiyê ya li Tirkiyê divê em alternatîfa demokratîkbûnê ava bikin. Ji ber ku li Tirkiyê ne pêkan e ku hêzên dî yên siyasî ji arîşeyan re bibin çareserî. Ji bo vê jî, di vê serdemê de divê em bang li her kesî bikin û bibêjin,’’ kesên ku dixwazin xwe biparêzin bila werin gel tevgerê’’ Ji bo hemû kesên ku têne çewisandin divê em bibin navenda kişandinê. Heke em vê bikin, em dikarin gelekan bikişînin û eniya demokrasiyê dikarin xurttir bikin.

ÊDÎ EM DIKARIN ARMANCÊN XWE PÊK BÎNIN

(…)

Di vê serdemê de bi pêkanîna yekîtiya şoreşger û demokratan divê em Rêbertiya xwe û gelê xwe azad bikin. Tenê bi vî awayî em dikarin xwe bidin efûkirin, deynê xwe yên li şehîdan, Rêbertiyê, gel û mirovahiye bidin. Bi awayekî dî em nikarin xwe ji deyndarbûnê xilas bikin. Niha Tevgera me bûye hêviya Rojhilata Navîn, mirovahiyê, divê em vê hêvî û bendewariyê neşikînin. Rojên ku em li bendê bûn hatine ber piyên me.

Ev tevger dema ku nû derketî holê, armanca wê ew bû ku li Rojhilata Navîn şoreşa demokratik pêk bîne. Li ser vî esasî derkete holê û dest bi meşê kir. Niha ew fersend hene. Divê em vê baş binirxînin. Êdî pêkan bûye ku em daxwazên xwe, armancên xwe yên bi salan pêk bînin. Ev rewş, divê coşdariya me, moral, daxwaz û hewesa me ji her demê bêhtir  zêdetir bike. Heke yên li derveyî me ji me moralê, coşê distînini, di vê rewşê de ji geşedanên ku têne jiyîn divê em bêhtir moral û coşiyê bigirin. Ji bo pêkanîna hêviyan ev hewce ye.

Şoreşa Kurdistanê weke ku Rêber Apo jî gotî, şoreşeke gerdûnî ye. Ne tenê şoreşa Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Ji ber ku vê cografyayê di destpêka dîrokê de ji bo mirovahiyê şoreşeke pir mezin pêk aniye. Ev cografya bingehê mirovahiyê û Rojhilata Navîn e. Heke îro bûbe hêvî sedem ev e, heke îro gelek hêz dijminê vê tevgerê bin sedem ev e. Heke em tenê bi çavê şoreşgerên Kurdistanê li xwe binerin, berteng nêzîk bibin û peywirên berteng deynin ber xwe, ev ê ne rast be. Ji bo vê jî divê em armancên xwe jî, hîsên xwe jî, mîlîtaniya xwe jî bi asoyeke berfireh, bi asteke gerdûnî bi pêş bixin. Aso û mîlîtaniyeke kêmtirî ê ne li gorî karekterê vê tevgerê ye.’’

BANGA KONGRA NETEWEYÎ

(…)

Gelê me yê Ewropayê her carê xizmet ji şoreşêre kiriye. Ji bo vê jî Rêber Apo di parastinên xwe de spasiyên xwe dane gelê Ewropa û li Rojava. Gelê me yê Ewropa niha jî ji bo tendirûstî, ewlekariya Rêber Apo çalakiyan dike. Ji bo vê jî ez gelê me yê li Ewropa û dostên me slav dikim.

Heya ku şoreşên Rojava û Şengalê bi ser bikevin em ê li pişt wan bin. Em vê sondê dixwin ji bo gelê Rojava û Êzîdî. Ti caran em ê wan tenê nehêlin. Ev ne tenê peywira me ya Kurdbûnê lê ya mirovî û sincî ye jî. Peywira me ya li hemberî Rêbertiyê ye. Berdêla wê çi qasî giran be jî em ê berdêla vê bidin.

Em hêviyên jiyaneke azad û demokratîk in. Jixwe ji bo vê em hene. Li pêş me ti astengî nîn in. Heke em xwe nekin asteng, ti wateya astengiyên li pêş me nîn in. Me bi têkoşîna xwe ya 40 salî astengên esasî ji ber xwe rakirin. Niha li pêş dijminên azadî û demokrasiyê, li pêş mêtingerên qirker em dikarin astengiyan deynin.

Di dîrokê de ti caran ji bo Kurdan fersendên wiha çênebûne. Heke em van derfet û delîveyên ku derketine holê rast bi kar bînin, ne tenê şoreşa Kurdistanê, em dikarin şoreşa tevahiya Rojhilata Navîn pêk bînin. Ev ne tenê teorî rasteqîniyek e. Di pratîkê de ev derketiye holê û wê bi pêş jî bikeve. Ji bo vê fersenda dîrokî ya ku hatiye ber wan bi kar bînin, Kurd divê yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Ji bo vê jî pir girîng e ku Kongra Netewî pêk were. Fersendên dîrokî yên ku  li Rojhilata Navîn derketine holê û talokeyên heyî vê hewce dike. Ji bo vê jî ti hêz di serdemeke ev çend dîrokî de divê li pêşiya pêkanîna kongra neteweyî nebe asteng. Ji ber ku, ku kongra neteweyî pêk were, ji vê hemû Kurd û hêzên siyasî wê sûdewar bibin. Rewşeke wiha ku hemû Kurd jê sûdê werbigirin wê derkeve holê.

Li Rojhilata Navîn û li hemû Kurdistanê, li welatên cîran em ji pêvajoyeke nazik derbas dibin. Dema ku Kurd bi ser ketin wê ne tenê Kurd, hemû cîran, Rojhilata Navîn bi ser bikeve. Kurd jiyana azad û demokratîk bi dest bixin wê hemû mirovahî jê sûd werbigire. Heke di vê serdemê de Kurd jiyana azad û demokratîk bi dest nexin, di vê pêvajoya dîrokî de bi berpirsyarî û peywirên xwe yên dîrokî bilîzîn dikarin mezin jî winda bikin. Gel bi helwesta û kêferata xwe çarenûsa xwe baş an jî nebaş dikarin diyar bikin. Di xeta Rêber Apo de têkçûn nîn e. Ji bo vê jî divê em di xeta Rêber Apo de ji bo Kurdan û mirovahiyê bi ser xînin.

Em di vê kongrê de, ji bo ku Kurd li her deverê bi ser bikevin, ji bo ku Rojhilata Navîn û mirovahî bi ser bikeve ramanên xwe û helwesta xwe diyar dikin. Em ê gotinên xwe jî, helwesta xwe jî, bi pratîk û têkoşîna xwe diyar bikin. Em li bendê ne ku her kes jî helwesta xwe zelal bike. Hêzên Kurdistanî, hemû beşên Kurdistanê, gelên herêmê û ji bo hemû Rojhilata Navîn çi difikirin, dixwazin çi bikin divê vê diyar bikin.

BANGEK JI BO HÊZÊN NAVNETEWEYÎ

Bangeke min heye ji bo hêzên Rojhilata Navîn û navneteweyî. Yên ku dibêjin em Kurdan nas dikin, weke her kesî heqê Kurdan jî heye, bila bi van heqê xwe bi azadî bijîn, yên ku dibêjin em girêdayî nirxên mirovî, demokrasî, azadî û edaletê ne, divê Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê nas bikin. Divê bibînin ku Tevgera Apoyî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, ji bo hemû dîn, kultur, mirovahiyê çi pêşniyar dike, dixwaze çi bide jiyîn, divê vê bibînin. Divê têkoşîna lehengên mezin ku ji bo nirxên mirovahiyê şehîd dibin fêhm bikin. Divê têkoşîna ku wan lehengan nîşan dayî û berdêlên ku ji bo mirovahiyê dane bibînin. Ji bo vê jî divê êdî PKK ji lîsteya terorê were derxistin. Ev ji me bêhtir, divê ew ji vê şaşîtiya ku li hemberî gel û mirovahiyê dikin vegerin. Divê neqenciyên ku di şexê Rêbertî de li ser PKK’ê, gelê Kurd û mirovahiyê dikin bibînin û êdî dawî li vê bînin.

Çi kesê ku dixwaze li Rojhilat Navîn jiyaneke azad û demokratîk pêk were, divê li tendirûstî û ewlekarî û azadiya Rêbertiyê xwedî derbikeve. Tenê wê demê Rojhilata Navîn dikare ji kaos û krîzê derbikeve. Li derveyî vê jî ne pêkan e ku ji vê koosê û krîzê derbikeve, istîkrar û aştiya ku ew dixwazin pêk nayê.

KONGRE DIVÊ TEMSÎLA GIYAN BIKE

Delegeyên kongrê wê li qadên xwe yên xebatê vegerin. Helbet divê vî giyanê kongrê, biryar û îdîayan bibin her deverê. Di xebatan de divê zelalbûn, vînbûn û biryarbûna di Civata Giştî de temsîl bikin. Li ser esasên ku li vir diyar bûyin divê xebatên xwe bikin. Biryarên kongrê bi vî awayî pratîze dibin.  Li ser bingeha vê biryarbûnê û vî giyanî ku me xwe pratîze kir, pêkanîna hedefên xweseriya demokratîk a ku me dayî ber xwe û azadkirina Rêber Apo pêkan e.

Kesên ku ji vir çûyin bi xeta Rêber Apo û giyanê 14’ê Tîrmehê, bi hîs û rihê Çiyager, Axîn, Îslam, Mehmet Tûnc, Asya Yuksel û Pakîze nayin divê berê xwe bidin pratîkê. Ji bilî vê giyanê me nîn e. Rihê li derveyî vê rihê modernîteya kapîtalîst û ya hegemonên wê ye. Rihê vê tevgerê divê li ser azweriya azadiyê û rihê azadiyê ya Rêber Apo bi pêş bikeve. Kesên ku dixwazin azadiyê di xwe de, di gelan de, li Rojhilata Navîn bi pêş bixînin, ev armanc encex bi vî giyanî pêk tê. Meşa me li ser vî esasî ye û li ser vî esasî em dimeşin. Kesek nikare pêşiya vê meşê bigire. Ti hêz nikare vê meşê bide rawestandin.

Belkî bixwazin astengiyan derxînin, belkî bixwazin berdêlên mezin bi me bidin jiyîn, lê ku em di vî rihî de bi israr bin, çi qasî astangiyan bixwazîn derxînin jî wê nikaribin pêşiya vê meşê bigirin. Li ser van esasan ez bang li hemû delegeyên amade, gel, kadro dikim ku bi van hîsan û li ser vî giyanî bikevine nav pratîkê û jiyana azad û demokratîk li her deverê feth bikin.

Ez serketinê ji hemû hevalan re dixwazim. Bijî Civata me ya giştî, bijî şehîdên me yên leheng, bijî Rêber Apo."