Nerazîbûna li qetilkirina Wedat Hisên Elî zêde dibe
Qetilkirina nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên Elî, li Ranya û Kelarê hat şermezarkirin.
Qetilkirina nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên Elî, li Ranya û Kelarê hat şermezarkirin.
Rêxistinên civakî yên sivîl, aktîvîst û rojnamevan duh êvarê li navçeya Ranya ya Silêmaniye li hev civiyan û qetilkirina nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên Elî, ku Duhokê hat revandin û bi îşkenceyê hat qetikirin, şermezar kirin.
Rojnamevan Umîd Resûl li vir daxuyanî da û got, "Weke çalakvan, rojnamevan û rêxistinên sivîl ên Ranya, em qetilkirina rojnamevan Wedat Hisên Elî ji aliyê kê ve hatibe kirin şermezar dikin. Armanc terorkirina Wedat Hisên ji bo bêdengkirina dengên azad e li Herêma Kurdistanê. Bi terorkirina Soran Mame Heme û Ebdulstar Tahir re terorkirina rojnamevanan destpê kir, bi terorkirina Serdeşt Osman, Kawa Germiyanî û pêr jî nûçegihanê RojNews Wedat Hisên Elî re berdewam kir."
Di daxuaniyê de hat ragihandin, hêzên ewlekariyê yên Duhokê di asta sereke de berpirsyarê vê bûyerê ne.
KELAR
Qetilkirina Wedat Hisên Elî, li Kelarê jî ji aliyê rojnamevan û aktîvîstan ve hat şermezarkirin.
Li navçeya Kelar a Germiyanê duh êvarê rojnamevan û çalakvanên siyasî, qetilkirina rojnamevan Wedat Hisên Elî şermezar kirin. Di çalakiya li Parka Leyla Qasim hatî li darxistin de bi dehan kes amade bûn û daxwaz hat kirin ku kujerên Wedat bên dadgehekirin.
Li ser navê çalakvanên sivîl Karwan Ezîz daxuyanî da û got; "Em weke çalakvanên civaka sivîl ên Germiyanê bi tundî terorkirina rojnamevan Wedat Hisên şermezar dikin. Em vê kiryarê bi metirsîdar dibîn, ji bo bêdengkirina dengên azad û bîr û ramanê. Bûyerên wiha navê hikûmeta Herêma Kurdistanê kirêt dike. Ji ber vê yekê daxwazê ji hikûmet û rayaderên peywendîdar dikin ku kiryarên bûyerê bigrin û ceza bikin."
Di çalakiyê de li ser navê ajansa RojNewsê jî daxuyanî ji aliyê nûçegihanê RojNews Berhem Letîf ve hate xwedin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; "Şehîd Wedat ciwanek welatparêz û têkoşerekî herêma Behdînan bû. Du meh bûn ku ji bo ajansa me dest bi kar kiribû. Ji ber ku li hember doza gelê Kurd li her çar parçeyan hişyar û xwedî helwest bû. Beşdarî hemû çalakiyên ji bo piştgiriya Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, her wiha çalakiyên ji bo Birêz Abdullah Ocalan dibû. Her tim li dijî gendelî û nezaniyê pêşengiya çalakiyên li herêma Behdînan dikir.
Erka dikete ser milê wî bicih dianî. Dixebitî ku dengê Kurd û çapemeniya azad bigihêne raya giştî ya navxweyî û cîhanê. Bi şêwazek fedakarane, bi wêrekî û dilsozane li ser xeta çapemeniya azad erka xwe didît ku rastiyên li herêma Behdînan ji civakê û her çar parçeyên Kurdistanê re ragihêne. Bi vê baweriyê li ser rêya şehîdên ragihandinê Zerdeşt Osman, Kawe Germiyanî, Soran Mame Heme, Şoreş Mistefa û Denîz Firat û şehîdên din têdikoşiya."