KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çeteyên girêdayî SÛK’ê êrîşî Şêx Meqsûd kirin
Çeteyên girêdayî SÛK’ê, êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin. -
Gelê Amedê: Ozgur Gundem dengê me ye
Gelê Amedê ku ji Ozgur Gundemê rojeva Kurdistanê û Tirkiyê dişopand, bertek li hemberî zextên li ser rojnameyê û girtina wê nîşan da. -
Saziyên Civaka Sivîl ên Amedê: Pêşnûmayê bi paş ve bistînin
Li Amedê 69 saziyên civaka sivîl li dijî hewldana tayînkirina qeyûman a bi ser şaredariyên Kurdistanê de daxuyanî dan û gotin, ev pêşnûmeya ku li demokrasiyê nagunce bila paş ve were kişandin. -
Li Efrînê, nasnameyên du şervanan hatin eşkerekirin
Li Efrînê, nasnameyên du şervanên li Dersîm û Minbicê jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê hatin eşkerekirin. -
Dayikên Aştiyê bi çalakiya rûniştinê tecrîdê şermezar dikin
Dayikên Aştiyê yên li Wanê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer ên AKP/Qesrê şermezar bikin, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakî wê tevahiya rojê dewam bike. -
Avesta: Rêber Apo ji bo me ji xeta sor jî wêdetir e
"Hetanî Rêbêr APO neyê azadkirin ti arîşe û alozî li heremê nayên çareserkirin. Di şexsê Rêbêr APO de li tevahî heremê tehlûke heye. Êdî ji bo gelê me her cure çalakî rewa ye. Rêbêr APO ji bo me ji xeta sor wêdetir e. Êdî sebra me nema ye." -
Rêwîtiya dawî ya 2 cangoriyên Minbicê
Ji cangoriyên pêngava rizgarkirina Minbicê cenazeyê Seydo Qamişlo li bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Cenazeyê Amed Qamişlo jî ji bo were veşartin ber bi Helebê ve hat şandin. -
Gundê Cib el Keclî yê Minbicê hat rizgarkirin
Di çarçoveya operasyonên rizgarkirina gundên derdora Minbicê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gundekî din ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Cenazeyên 9 cangoriyên Minbicê hatin veşartin
Cenazeyên 9 şervanên azadiyê yên di Operasyona Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Şehîd Xebat hatin veşartin. -
Nameya Karayilan a ji bo malbata Celal Ozkan
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji bo malbata siyasetmedarê Kurd Celal Ozkan (Herbijî) ê çend roj berê jiyana xwe ji dest da, nameyek nivîsand. -
Di şerê li Hesekê de 14 leşkerên rejîmê hatin kuştin
Li Hesekê, di şerê navbera leşkerên rejîma Baasê û Hêzên Asayîşê de 14 leşkerên rejîmê hatin kuştin. 2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan. -
Sedema îşkence û sirgûna li girtîgehan Rewşa Awarte ye
Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz bal kişand ser îşkenceya bi biryarnameyên Rewşa Awarte re li girtîgehan gelekî zêde bûye û li dijî îşkenceyê banga yekîtî û xwedîderketinê li raya giştî ya demokratîk kir. -
Îslama demokratîk hevgirtin e, Îslama desthilatdar cihêkarî ye
Endama Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Delal Afşîn da xuyakirin, ku Îslamiyet cewhereke însanî ye, lê belê ji aliyê serdestan ve ji bo armancên cuda hatiye bikaranîn. -
Tecrîd li Kerkûkê hat şermezarkirin
Li nehiya Taktak a Kerkûkê, şêniyên herêmê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û xwestin Ocalan azad bibe. -
Di êrîşa rejîmê ya li Hesekê de 8 sivîl birîndar bûn
Li Hesekê, di encama êrîşa rejîmê û çeteyên ser bi wê de, 8 kes birîndar bûn. Hin ji birîndaran jin û zarok in. -
Li Mûşê 3 kes hatin binçavkirin
Li Mûşê piştî operasyonên qirkirin siyasî ya polîsên Tirk û şûn de Serokê Komeleya Rojava Mehemt Şah Ûçar ji di nav de 3 kes hatin binçavkirin. -
YPS’ê nasnameyên 8 şervanên xwe ragihand
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê nasnameyên 8 şervanên xwe yên di şer de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. -
Şervanê Minbicê Zinar Zozan bi awayekî girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Zinar Weyso (Zinar Zozan) ê ku di operasyon azadirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, li Girê Spî bi beşdariya bi sedan kesî bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. -
Li Hesekê şer dewam dike
Piştî êrîşa hêzên rejîmê ya li hember navenda bajarê ya ku di bin kontrola hêzên Asayîşê ya li bajarê Hesekê yê Rojava û şûn de şerê ku destpêkirî dewam dike. Hêzên Asayîşê welatiyên sivîl ên ku asê mane rizgar kirin. -
Li Kerkûkê gerîlayan 15’ê Tebaxê bi awayekî bi heybet pîroz kirin
Li Kerkûkê gerîlayan 15’ê Tebaxê pîroz kirin û sond xwarin ku ew ê Ocalan azad bikin û Kurdistana azad ava bikin. -
HPG’ê nasnameyên 8 gerîlayan ragihand
HPG’ê nasnameyên 8 gerîlayên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. -
Li Hesekê di navbera hêzên Asayîşê û hêzên rêjîmê de şer
Li Hesekê di navbera hêzên Asayîşa Hesekê û hêzên rêjîmê de şer derket, şer li sûka bajar û hin nuqeteyên din bê navber dewam dikin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Taş hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Rêber Taş (Demhat Gerdî) bi merasîmekê hat veşartin. -
'Ji Serêkaniyê heta bi Til Hemîsê em hemû arîşeyan bi gel re çareser dikin'
Ji Serêkaniyê heta bi Til Hemîsê xebatên çareserkirina arîşeyên gel berdewam dikin. Endamê Koordînasyona Hevpiştiya bi Gelê Ereb re û yê TEV-DEM’ê Cahîd Hesen diyar kir, wan akademî ava kirine, bi gel re nîqaşan dikin û biryaran distînin. -
Gola Sihkeyê emanetî fîrmayên înşeatan e!
Gola Sikeyê ya li Wanê kirin goleke ku pêdiviyên hin fîrmayên înşeatê dabîn dike. Her sibeh bi sedan qemyonên ku têne ber perava golê, golê vala dikin û ava wê hemûyî dibin.