Îslama demokratîk hevgirtin e, Îslama desthilatdar cihêkarî ye

Endama Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Delal Afşîn da xuyakirin, ku Îslamiyet cewhereke însanî ye, lê belê ji aliyê serdestan ve ji bo armancên cuda hatiye bikaranîn.

Endama Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Delal Afşîn da xuyakirin, ku Îslamiyet cewhereke însanî ye, lê belê ji aliyê serdestan ve ji bo armancên cuda hatiye bikaranîn

Afşîn cihê Îslamê di têkoşîna demokrasî û azadiyê de ji ajansa me re nirxand.

Afşîn da xuyakirin, ku olên di destpêkê de bûn hêviya mirovahiyê, di serdema Modernîteya Kapîtalîst de ji bo siyaset û nêrînên rê li ber trajediyên mezin vekirin, hatin bikaranîn. Afşîn bibîr xist, ku di dema avabûna netewe dewletan de, şêweyê bikaranîna Xiristiyaniyê li Ewropayê ji rêbaza bikaranîna ola Îslamê di roja îro de, bêhtir encamên giran û hilweşîner derxistiye holê.

Delal Afşîn da zanîn, ku tiştên heta roja îro li ser navê Îslamê hatine kirin û tên kirin, her tim bûne mijara nîqaşê û weke mijara herî aktûel bal kişand ser nîqaşa 'AKP û DAIŞ çiqasî Îslamê temsîl dikin?'." Afşîn destnîşan kir, ku ev hêz, yên herî zêde Misilmanan qetil dikin û ji cih û warên xwe dikin e û got, "Ev neteweperest û faşîst in."

Afşîn bibîr xist, ku di Îslamiyetê de dizî, derew, zalimî û hevdana mal û milkan sûcekî nayê efûkirin e û diyar kir, AKP û Erdogan ên derew, dizî û zalimtiyê di asta herî bilind de dikin, ev 14 sal in desthilatdar in.

MÛAVIYE Û ERDOGAN YEK IN

Endama Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Delal Afşîn da xuyakirin, ku ew dikarin bêjin, di nava civakê de bi demê re du ferasetên olê derketine holê û got, "Yek jê Îslama demokratîk û çandî ye, ku civaka xizan û bindest hewl dide bidomîne. Ya din jî Îslama dewletê û desthilatdariyê ye, ku bi şêwe, ziman û tevgera xwe, yek e, wekehev e. Li erdnîgairya Îslamê, desthilatdarî her çend şexs, çîn û desthilatdariya xwe hatibin guhertin jî, karakterê xwe timî weke xwe maye. Di nava Îslamê de kesê yekemîn ê xwedî qesr û sûltan Mûaviye ye. Yê dawî jî Erdogan e. Mûaviye û Erdogan ji gelek aliyan ve weke hev in. Cudahiya navbera van herduyan de ew e; yek jê bi Erebî yê din jî bi Tirkî daxive. Îslama ku ji aliyê gelan ve hatiye pejirandin û tê dewamkirin, hîn bêhtir nerm e û cihêreng e."

Afşîn ragihand, dewleta Tirk ji dema avabûna xwe heta roja îro, li dijî Kurdan timî ol bi kar aniye û got, "Dibe ku gelek kes matmayî man e, ku pêkanînên DAIŞ'ê û dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan di dema AKP'ê de gelekî dişibin hev. Dema mirov vê rewşê, li gorî feraseta dewletê û neteweperestiya olê bi kar tînin binirxînin, wê bi rehetî eşkere bibe ku DAIŞ kevneşopiya êrîşê ya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan didomîne."

Afşîn bibîr xist, ku ew di serdema Modernîteya Kapîtalîst de ne û got, "Sîstema kapîtalîst ji aliyê exlaq û wijdanê ve sîstemeke herî barbar û wehşî ye. Ji ber vê bê exlaqî û bê wijdaniyê, DAIŞ û dewleta Tirk hewl didin kiryarên xwe bi ol binixumînin. Lewma DAIŞ û AKP temsîlkarên Îslama desthilatdariyê û modernîteya kapîtalîst in. Ji ber vê yekê her du jî qirker in."

'DIVÊ XETA ÇEP Û DEMOKRATÎK A OLÊ JI GELAN RE BÊ VEGOTIN'

Delal Afşîn da xuyakirin, ne sûcê ola Îslamê ye ku rêxistin û dewletên faşîst di neteweperestiya xwe de têgîna olê bi kar tînin û destnîşan kir, ku ya di vir de pêwîst bê kirin, vegotina xeta çep û demokratîk a ol ji gelan re ye.

Afşîn diyar kir, mebesteke din a ji Îslama demokratîk; rêxistinbûn û rêvebirina xwe bi xwe ye û bal kişand ser cihê jinê di Îslama rasteqîn de. Afşîn got, "Di Quranê de hin ayet û hadîse hene ku destnîşan dikin, divê jin bi kesayetî û nasnameya xwe bi rengekî xwedî vîn û azad tevlî civakê bibe. Yek ji mijarên sereke ku bi feraseta Îslama demokratîk dikare şîroveyên nû û bi bandor pê bê kirin, ev e."

ÎSLAMA DEMOKRATÎK RIZGARKIRINA ÎSLAMÊ JI NAVA LEPÊN DIJMINÊ ÎSLAMÊ YE

Afşîn ragihand, li ser navê Îslamê hewl tê dayîn hem Îslam hem jî civakên ji Îslamê bawer kirine ji holê werin rakirin û anî ziman, ev yek jî aliyê çeteyên mîna DAIŞ'ê ve tê kirin, ku netewe dewlet û hin dewletên îdîa dikin ku ew Misilman in, destekê didin van çeteyan.

Afşîn destnîşan kir, ku Îslama demokratîk beriya her tiştî hewldana rizgarkirina Îslamê ji nava lepên dijminê Îslamê ye û got, "Ji bo ev yek pêk wer jî, pêwîstî bi alim û çalakgerên li ser xeta Abûzer heye. Îslama demokratîk ji ber vê yekê xwedî îdîaya tevger û nêrîneke nû ye." Afşîn da xuyakirin, ku ev yek wê bibe yek ji xizmetên herî mezin ji mirovahiyê re.

...