Di êrîşa rejîmê ya li Hesekê de 8 sivîl birîndar bûn
Li Hesekê, di encama êrîşa rejîmê û çeteyên ser bi wê de, 8 kes birîndar bûn. Hin ji birîndaran jin û zarok in.
Li Hesekê, di encama êrîşa rejîmê û çeteyên ser bi wê de, 8 kes birîndar bûn. Hin ji birîndaran jin û zarok in.
Şerê ku duh saet di 12.50 de ji ber êrîşa hêzên rejîmê destpê kir, heta saet 21:00 dewam kir.
Di encama êrîşa hêzên rejîmê ya li ser welatiyên sivîl 2 zarok û jin jî di nav de 8 sivîl birîndar bûn. Ji sivîlan rewşa zarokê bi navê Samî Yasîn Mihêdî (10) giran e û li nexweşxaneya wetenî tê dermankirin.
Bavê Samî Yasîn Mihêdî der barê bûyerê de got, mala wan li herêma Xaçerêya Şerîa ya Neşwa Şerqiye û ev tişt anî ziman: "Dema şer qewimî ez û 2 kurên xwe li ber deriyê malê bûn. Carekê me dîtin gule li serê Yasîn ket û xwîn û bi ser serê Yasîn ket." Bijîşkan jî der barê rewşa Yasîn de gotin ku guleya qenas li serî wî ketiye û rewşa wî gelekî girane.
Nasnameya sivîlên din ên birîndar wiha ye: Xiklûd Ezîz (35) li taxa Neşwa Şerqî birîndar bû, Telal El-Elî (45) li Neşwa Şerqî birîndar bû. Remezan Ehemed (35) li Sûka Hesekê birîndar bû, Comerd Xelef (16) li sûkê birîndar bû. Fadî Ebûd (34) li sûkê birîndar bû, Xalid Ebdulfetah Salih (12) li sûka Hesekê birîndar bû û Şadî Elî Qedûr li Neşwa birîndar bûn.