Avesta: Rêber Apo ji bo me ji xeta sor jî wêdetir e

"Hetanî Rêbêr APO neyê azadkirin ti arîşe û alozî li heremê nayên çareserkirin. Di şexsê Rêbêr APO de li tevahî heremê tehlûke heye. Êdî ji bo gelê me her cure çalakî rewa ye. Rêbêr APO ji bo me ji xeta sor wêdetir e. Êdî sebra me nema ye."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta, tevlî bernameya Çira Welat a Çira TV bû û nirxandinên girîng kir.

Avesta, "Hetanî Rêbêr APO neyê azadkirin ti arîşe û alozî li heremê nayên çareserkirin. Di şexsê Rêbêr APO de li tevahî heremê tehlûke heye. Êdî ji bo gelê me her cure çalakî rewa ye. Rêbêr APO ji bo me ji xeta sor wêdetir e. Êdî sebra me nema ye. Ti kes divê sebra gelê me ne pîve, ti kes helwesta gelê me ne pîve û vîna gelê me biçûk nebîne." 

'15 TEBAXÊ FELSEFEYA JIYANA AZAD E'

Avesta, salvegera 33. ya Pêngava 15’ê Tebaxê li hemû gelê Kurdîstanê, li tevahî malbatên şehîda, li tevahî mîrovahiya pêşketî û tevahî mîlîtanên PKK, şervanên azadiyê pîroz kir. Avesta got ,15’ê Tebaxê pêngava rûmetê, ya roja berxwedan û vejînê ye û wiha pê de çû: "15’ê Tebaxê li hemberî hemû cure polîtîkayên înkarê, yên tinekirinê, yên zilmê, yên zordariyê wek pêngaveke bûneweriyê derkete pêş. Pêngava 15’ê Tebaxê bû pêngava bîr û bawêriyê; bû wekî pengavekî zanîstê; bû pêngava jiyaneke azad li ser esasê felsefeya Rêbêr APO û dîsa li ser felsefeyeke jiyaneke azad. Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku 33 sal di ser re derbas bûn, tekoşîna azadiya gelê Kurdistanê gahandiye asta şoreşa cîvakî. Ev şoreş şoreşeke dîrokî ye, mîladî ye. Ev şoreş di Kurdistanê de şoreşa jinê ye. Şoreşa jinê li ser vê bingehê mezin bûye. Bi hemû awayî, jin li her deverê pêşengtiya jiyaneke nû, jiyaneke azad, jiyaneke wekhev dîke. Bi vî rengî pêngava 15’ê Tebaxê pêngaveke pîroz e; rihekî mezin, hestên mezin ava kiriye. Nerînên erênî avakiriye û hiştiye ku gelê Kurdistanê bi wê serkeftina mezin êdî meşa azadiyê bidomîne. Îro eger gelê Kurdistanê di Rojhilata Navîn de gelekî herî bi rûmet be, gelekî herî tekoşer be û her wiha gelekî ku ji bo nirxê xwe hemû awayî li ber xwe dide û ti carî serî dananî ji zilimkaran re, ji dîktatoran re ev jî bi rihê 15’ê Tebaxê ye. Em dizanin rihê 15’ê Tebaxê berdewama rihê 14’ê Tirmehê ye.  Ji Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Ferhadan heta bi Egîd, Zîlan, Sarayan ev tekoşîna mezin di şexsê van hevrêyên mezin de berdewam kiriye û vê bi xwe re derketinek nû daye çêkirin." 

'JIN, PÊŞENGTIYA JIYANA AZAD DIKE'

Avesta, rol û mîsyona jinê ya ku bi tekoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêngava 15 Tebaxê diyar bûyi jî nirxand. Avesta, "Pîştî 15’ê Tebaxê keçên Kurdistanê taybetî jî li Botanê berê xwe dane nava refê tevgera azadî û di nava tevgerê da cihe xwe girtin. Îro tekoşîna azadiya jinê asta ku tê de ye, di bingeha wê de rihê 15’ê Tebaxê heye; di bingeha wê de cesaret û biryara 15 Tebaxê heye.  Îro jin li ser wê bingehê bû xweyî artêş. Her çar beşê Kurdistanê jin xweparastina xwe pêk aniye. Parastina xwe ya cewherî heye, arteşbûna jinê heye. Bi arteşbûna jinê jî êdî jin rexistina xwe ya siyasî avakir, rêxistina xwe ya aborî avakir. Rêxîstina xwe bi cewherê xwe partiya xwe çêkir. Di bingehê partîbûna jinê de jî, di bingeha KJK’ê de jî, di bin arteşbûna YJA-STAR de jî, di hemû qadên dî de jî ku parastin hatine avakirin ,destkeftiyên 15’ê Tebaxê hene. Bi rihê 15 Tebaxê jin, serkêşiya şoreşê dike, jin pêşengtiya jiyana azad dike, vejînê dike. Jin êdî bûye garantiya demokrasiyê. Hetanî jin neyê azadkirin ne demokrasî pêk tê ne azadî pêk tê ne jî cîvak dikarê xwe bide meşandin"  

'LI MINBICÊ RUHÊ EGÎDAN, RÊBAZA ZÎLANAN DERKET HOLÊ'

Avesta, li ser rizgarkirina Minbicê jî axîvî û got :"Salvegera 33. ya 15’ê Tebaxê mizgîniyeke pir pîroz û pir kefxweş li Minbicê hat. Ez hemû şervanên meclîsa Minbicê, şervanên QSD’ê û yên ku tevlî rizgarkirina Minbicê bûn slav dikim. Li hemberî  şervanên ku li wê derê şehît ketin bejna xwe ditewînim. Rizgarkirana Minbicê şahiyeke mezin da hemû gelên heremê. Rizgarkiran Minbicê pira di  navbera gelan de saxlem kir. Şervanan rihê Egîdan, tarzê Zîlanan li Minbicê pêş xistin. Li Minbicê deriye dagirkeriyê, der,yê dijmin, deriyê hovîtiyê şikest. Minbic tenê darbeyek li çeteyên DAIŞ’ê nexist. Hemû hêzên Sûrî û gelen ku li Rojavayê Kurdistanê dijîn, yên ku dixwestin careke dî li ser wan bazerekî dî bikin û careke dî îrada wî gelî biçewisînin, van hemûyan bersiva xwe girtin. Rizgakirina Minbîc ronahiyek e weke ku li şevên tarî  derkeve, pira di navbera gelan de qeyîm kir. ‘’

'DIVÊ CIVAKA ÊZIDÎ YEKÎTIYA XWE XURT BIKE'

Avesta, behsa çûna xwe ya Şengalê û rewşa Şengalê jî kîr û wiha berdewam kir: "Lî Şengalê pêngavên pir xurt hatine pêşxistin, moral-motîvasyon û maneviyatekî pir xurt hatiye avakirin. Qadekî pir mezin hatiye rizgarkirin û ketiye bin evlekariyê. Di du salan de, di hêla mezinkirina YBŞ û YJŞ de,di hêla leşkerî de êdî cîvaka Ezîdxan li xwe xwedî derketiye, hêza xweya cewherî ava kiriye. Di bingeha wê de jî ev zanebûna 15’ê Tebaxê heye. Eger pêngava 15’ê Tebaxê tûne bûya, şervanên Egîd di vê astê de li  ber xwe nedidan li çiyayê Şengalê. Li Şengalê rêxistinbûneke gîrîng derkete holê. Êdî bingeha tera xwe bûnê hatiye avêtin. Ev bingeh, ev destkeftî bi rola tevgera azadiyê, bi rihê 15’ê Tebaxê ye. Li Şengalê ji bo ku ev mîlet îrada xwe mezin neke, têra xwe neke, ji bo ku ev mîlete careke din yekîtiya xwe ava neke bi hemû awayî li ser dileyîzin. Gelê Êzîdî yê ku koçber bûye, gereke yekîtiya xwe xurt bike.  Gelê me neyê leyîstika ti kesî, yên partiyên siyasî û yên ku li ser wan bûnê bingeha wê fermanê. Bila li ber leyîstoka hişyar bin." 

'JI BO GELÊ ME HER CÛREYÊ ÇALAKÎ ÊDÎ MEŞRÛ YE'

Avesta, behsa 10. Civata Giştî ya KONGRA-GEL ya li Herema Parastîna Medyayê hatibû darxistin kir û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nirxand. Avesta, got ku ev Civata Giştî ya ku pêk hatiye xebateke gîrîng û asayî bû lê dem awarte bû û ji bo Rêbere Gêlê Kurd Abdullah Ocalan jî ev gotine anîn li ser zîman: "Civata Giştî ya 10. ya Kongre-Gel xebateke giring bû, asayî ye. Demeke wisa dae kombûyîn asayî bû lê dem gelekî awarte bû. Li wê kongreyê hemû nîqaşên ku hatîine çêkirin, di navenda hemûyan de azadiya Rêber APO heye. Di Kongreyê da rewşa Rêber APO hat nîqaşkirin.  Dewleta Tirk û hevalbendên wê nîqaşên ku cîvata gîştî ya ku di 10. ya KONGRA-GEL de derketine holê ne tenê wek daxûyaniyekê divê weke bangekê jî bigrin dest. Gerek rojek berî rojekê saziyen bê alî û malbata Rêber APO hewdîtinê çêbikin. Hetanî Rêber APO neyê azadkirin ti pirsgirêk û aloziyên li heremê nayên çareser kirin. Di şexsê Rêbêr APO de tevahî  herem di bin talokeyê de ye.Êdî ji bo gelê me her cure çalakî meşrû ye. Rêbêr APO ji bo me ji xeta sor wêdetir e. Êdî sebra me nemaye. Êdî kes nikare sebrê ji me daxwaz bike. Gerek li her derê gelê me helwesta xwe ya radîkal deyne holê û li serokê xwe xwedî derbikeve. Roj roja xwedî derketina li xwe û serokê xwe ye. "

'DEM DEMA ÇALAKIYA YE'

Avesta, dawiyê jî bang li hemû gelê demokrat, yê ku hebûna xwe di  şoreşê de,  şoreşa Kurdistanê de dibinin kir û wiha got: "Devleta Tirk û hevalbendên wê dixwazin ku tecrîda li ser Serok APO bi me bidin qebûlkirin û me biden fêrkirin. Lê em fêrî vê tecrîda li ser Rêbêr APO nabin. Ji bo vê jî banga min ji bo gelê demokrat, yê kû hebûna xwe di şoreşa de, di şoreşa Kurdistanê de  dibînin, jin, ciwan dibe  vê demê baş şîrove bikin û tecrîda li ser Rêber APO qebûl nekin. Ruhê ku Civata Giştî ya 10. ya KONGRA-GEL jî derketiye holê jî ev bû.  Gerek êdî gel vê li pêvajoyê û li serokê xwe xwedî derkeve. Gerek gelê me di nava  çalakiyan de be, di nava helwestan de be, herkes bi erkê xwe rabe. Tiştê ku rihê 15’ê Tebaxê jî ji me dixwaze ev e. Ez bang tevahî gelên me, dostên wê, kesên azadîxwaz, jin û ciwanan dikim li dora Rêbêr APO, bi xelekekê berxwedanê, bi rihê 15’ê Tebaxê weke xelekeke ji agir, xelekeke ku êdî bi ber azadiyê ve ne biden avakirin û bênavber çalakî bê çêkirin. Êdî dem dema çalakiya ye, roj roja çalakiya ye, roj roja êdî azadkirina Rêbêr APO û bi vê re tacîdarkirina pêngava 15’ê Tebaxê ye."