Li Efrînê, nasnameyên du şervanan hatin eşkerekirin

Li Efrînê, nasnameyên du şervanên li Dersîm û Minbicê jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê hatin eşkerekirin.

Merasîm li gundê Etmanê yê navçeya Raco ya Efrînê hat lidarxistin û nasnameyên du şervanên li Dersîm û Minbicê jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin.

Bi sedan welatiyên kantona Efrînê, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, şervanên YPG/ YPJ‘ê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de wêneyên têkoşeran, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên dilsoziya bi têkoşeran re hatin berzkirin.

Di destpêkê de şervanên YPG/ YPJ‘ê, merasîmeke leşkerî lidar xistin. Piştre jî Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Reşîd Qebelan sersaxî ji malbatên şehîdan re xweset û got ku şehîd bingeha şoreşa azadiya Kurdistanê ne.

Birayê têkoşer Roza Şêr, Selah Yûsif li ser kesayeta xwişka xwe Roza axivî û got ku têkoşer Roza ya sêyemîn di malbatê de ye ku di nava têkoşîna azadiyê de, jiyana xwe jidest dide. Yûsif bi bîr xist ku xwişka wî ji bo ku xewna xwe ya azadiyê bi cih bîne tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û gihişt asta şehadetê.

Di merasîmê de, endamê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê Mihemed Seyîd Yûsif, Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Ronahî Mihemed, Serokê Desteya Parastinê Ebdo Îbrahîm jî axivîn. Di axaftinan de bal hate kişandin ser berxwedana têkoşeran a di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê û Tevgera Jinê û hate gotin ku xwîna hemû gelê kurd ji bo azadiyê welat hatiye rijandin û ev jî nîşana yekîtiya çarenûsa gelê kurd e.

Nasnameyên têkoşeran ji aliyê Endama Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan Heyfa Hebeş ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Welatiyan jî sersaxî ji malbatên her du têkoşeran re xwestin.

Nasmaneyên têkoşeran wiha ne:

Navê tevgerî: Roza Şêr
Navê rast: Fîdan Yûsif
Cihê jidayikbûne: Efrîn- Raco/ Gundê Etmanê
Cih û dîroka şehadetê: Dersîm, Newala Mûnzûrê / 9‘ê Tebaxa 2016

Navê tevgerê: Rêdûr Çiya
Navê rast: Riyad Mustefa
Cihê jidayikbûnê: Efrîn/ Gundê Kawenda
Dih û dîroka şehadetê: Minbic 9‘ê Tebaxa 2016